Ji ber dirêjkirina dozan û lêçûnan jin dest ji dozên nefeqeyê berdidin

Li cîhana ku jin li gelek deran rastî astengiyan tên, bi taybetî di warê gihîştina edaletê de zoriyên gelek zêde dikşînin. Li Mexribê jin li korîdorên dadgehan û ji ber lêçûna zêde hem ji mafê xwe yê nefeqeyê bêpar dimînin hem jî mafên zarokan nadin.

RECAA XEYRET

Mexrib –Li Mexribê di warê zagonî de gelek astengî hene û jin nikarin bigihîjin edaletê. Faktorên civakî û çandî, şerm û tirs, xizanî… Her wiha tunebûna derfetên aborî, kêmasiyên zagonî, prosedurên tevlîhev û kêmbûna xizmetên destekê hene.

Rewşa heyî ya li Mexribê nîşan dide ku di warê saziyên bersivê bidin giliyên jinan, di çarçoveya polîtîk de kêmasî gelek in. Vê rewşê bi taybetî dema ku mêr naxwazin nefeqe bidin, dibe sedem ku ji bo jin û zarokan parastina pêwist çênebe.

Rewşa aborî

S. F. ya 30 salî ya ku ji herêma Sîtî Fadma ya 70 km. ji Merakeşê dûr e, diyar kir ku piştî hevberdanê, nexwestiye doza nefeqeyê bişopîne, ji ber ku derfetên wê tune ne û lêçûn li dozê dibe.

S. F. ya ku piştî ji hevjînê xwe yê sê zarokên wê bê bê nefeqe hiştiye veqetiya, ji herêmeke dûr a bejahî hatiye Merakeşê ji bo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ew yek ji jinên ku neçar maye dest ji doza nefeqeyê berde. Diyar dike ku ji ber tevlîheviya prosedurên zagonî û mesrefên zêde, jin neçar dimînin dest ji mafên xwe berdin.

Endama Baroya Merakeşê û aktivîsta mafên mirovan Xetîce Eqabîl got: “Jinên ku di warê aborî re rewşa wan xirab e, nikarin parêzerek bigrin an jî lêçûnên dozan bidin. Ji bo ku jinek bikaribe biçe dadgehê, serî li polîs bide û gilî bike divê desteka madî hebe. Gelek jin ji bo van lêçûnan neçar dimînin ji xizmên xwe pere deyn bikin.”

Xetîce Aqabîl diyar dike ku gelek jin, ji ber ku mêr berpirsyariyên xwe bi cih naynin, neçar dimînin bi tenê debara malbata xwe bikin û dide zanîn ku dema zarok qeydî nifûsê nebibin rewş zortir dibe û wiha dibêje: “Ji bo vekirina doza nefeqeyê divê destpêkê raporek ku zayînê belge dike hebe. Hinek prosedurên zagonî, mînak teblîgatên ku mora dadgehan li ser wan tunebe ji aliyê rayedarên herêmî ve nayê pejirandin ji ber vê yekê pêvajoya teblîgatê derbasdar nîn e. Ji ber van hemû zoriyan, jin bêzar dibin, tevî sebir û têkoşîna demdirêj jî ji ber lêçûnan dest ji mafên xwe berdidin.”

Ji ber tunebûna fona piştgiriyê rewş xirabtir bû

Jineke din diyar dike ku piştî erdheja ku di sala 2023’yan de li herêma te El Haouzê da, desteka ku ji fona alîkariya civakî girtiye, ji nişkave hatiye birîn. Her çendî jê re hatibe gotin ku dê di çarçoveya karesaeta xwezayî de ji fonê sûdê bigre jî, ji ber ku xwedî krîterên di fonê de nebûye, jê sûdê negirtiye.

Parêza Baroya Merakeşê û aktivîsta mafên mirovan Xetîce Aqabîl, bêyî ku agahî bidin birandina fona desteka ji bo jin û zarokan rexne kir û wiha got: “Ev yek windakirina mafek ku em bi salan ji bo wê têkoşiyan û me bi dest xistibû ye. Fon tevî ku pir kêm e jî ji bo jinên ku nefeqeyê nagirin, hinek be jî dibe alîkar. Îro jin, bi taybetî yên li serêmên gundewar dijîn, neçar dimînin zarokên xwe di temenê biçûk de bişînin kar.”

Xetîce Aqabîl, bal kişand ku li cihê fon bi temamî were birandin diviyabû çavkaniyên fînansê bihatana dîtin û bidoiya û got: “Mijar bi salan ji aliyê rêxistinên mafên jinan û komeleyan ve hat lêkolînkirin û nîqaşkirin. Bi saya van fonan barê aborî li ser milên jin û zarokan kêm bûbû. Divê ku ji bo mêrên nefeqe nadin hikumet bikeve dewrê. Hinek mêr li cihê dayîna nefeqe cezayên din dipejirînin. Ev yek jî jin û zarokan di rewşên zor de dihêle. Jin dema ku derfetên kar kêm bin, ji bo debara xwe bikin neçar dimînin bixebitin.”

‘Dive dewlet ji bo jin û zarokan destekê bide û wan biparêze’

Xetîce Aqabîl, diyar kir ku ji ber xirabûna aborî, jin nikarin dozan bişopînin û bigihîjin edaletê, d zanîn ku dixwazî hevberdan dixwazî daxwaza nefeqeyê be, gelek daxwazên mafan, ji ber derfetên kêm ên madî tên paşxistin û bal kişand ku divê dewlet ji bo van jin û zarokan destekê bide û wan biparêze.