Daraz cezaya Bêrîtan Canozer erê kir
Cezaya girtîgehê ya salek û 10 meh ku li rojnameger Bêrîtan Canozer hat birîn ji aliyê Darazê ve hat erêkirin.
Amed – Derbarê rojnameger Bêrîtan Canozer de bi hinceta ku di navbera salên 2013 û 2016’an de parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal kiriye, di sala 2019’an de bi sûcdarkirina ‘bi ragihandin û çapemeniyê propagandaya rêxistinê’ doz hatibû vekirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê ji ber parvekirin û ecibandinên Bêrîtan Canozer ên li ser medyaya dîjîtal salek û 10 meh cezayê girtîgehê da. Parêzerê Bêrîtan Canozer Resul Temur vê biryarê bir dadgeha îstînafê.
Delîl li got hiqûqê ahtine bidest xistin
2’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliye ya Herema Amedê ji ber ku parêzerê Bêrîtan Canozer daxwaza îstînafê qebûl nekir, di sala 2021’an de dozê bir Darazê. Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Darazê ku lêkolîna Temyîzê di sala 2024’an de temam kir, destnîşan kir ku têkildarî biryara dadgeha îstînafê tu tiştek şaş nîne û biryara erêkirina cezayê da. Daraz di biryara xwe de anî ziman ku di pêvajoya darazê de karûbarên ûsûlî li gor qanûnê û bê kêmasî hatiye kirin, hemû delîl li gor hiqûqê hatine bidest xistin û cezayê ku li Bêrîtan Canozer hatiye birîn ne derhiqûqî ye. Her wiha bi vê biryara ku teqez bû dê Bêrîtan Canozer bikeve girtîgehê.
Parêzer serî li Dadgeha Destûrî da
Parêzerê Bêrîtan Canozer Resul Temur jî jî bi hinceta ku mafê azadiya derbirînê ya muwekîla wê ya rojnameger hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Destûrî da.