‘Rêznedayîna riyên avê sedema bingehîn ê felaketa lehiyê ye’
Di destpêka hefteyê de bi bahoza Hary a Tûnisê, bandorê li gelek bajarên Tûnisê kir, rê li ber lehî, windahiyên canî, xisara mezin a madî û travmayên cidî yên psîkolojîk vekir.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis- Lehiyên li hinek bajarên peravê û herêmên mezin ên Tûnisê, ne cara yekem e radibin lê lehiya vê carê bû sedem ku 5 kes jiyana xwe ji dest bidin. Bû sedema xirabûna gelek cihan û ziyanên madî. Her wiha lehiyan ziyanek mezin dan tesîsên geştiyariyê.
Di nava herêmên ziyan dîtine de, bajarên bakurê bajar, bi taybet bajarê La Marsa derket pêş. Herêma Sidî Bu Saîd, taxa et- Tabik, taxa Er-Rabî û taxa El-Bahr El-Ezak di bin avê de man. Vê rewşê wisa kir ku şaredarî û welatî xebatên paqijî û tehliyeyê didin meşandin.
Têkildarî felaketa lehiyê, sedemên wê û çareseriyên ku di pêşrojê de wê ziyanan çawa kêm bikin, ajansa me bi Pispora Plankirina bajar û bajarvaniyê Latîfe Et-Tacurî re hevdîtin kir. Latîfe Et-Tacurî têkildarî lehiya li La Marsa rabû wiha got: “Ev ne cara yekem e, berê jî lehî rabûbû. Lê belê vê carê di nava gel de tirsê da avakirin û rê li ber windahiyên canî vekir.”
‘Welatî bermahiyan davêjin newalan’
Latîfe Et-Tacurî da zanîn ku gelek saziyên ji paqijiya kanalên ava ku tê bepirs in, rastî zoriyan hatine û got: “Ji ber ku zuwa jî be welatî li newalan bermahiyan dihêlin. Di heman demê de mudaxele di demê de nehat kirin. Ev yek bû sedem ku di hemû riyan de çal çêbibin û piştre av bikeve nava malan. Felaketa bajarvanî ku îro hat jiyîn, trajediya li La Marsa di nav de bêyî vegera ‘bîra avê’ nayê fêmkirin. Ji ber bajar ne tenê kombûna madeyên hişk e. Tişta îro me dît, pevçûna di navbera bajarbûna beton bûye û bîra avê ku ji bîrkirinê winda dike ye.”
Latîfe Et-Tacurî diyar kir ku bajarên berê yên Tûnisê, rêz li ‘pîroziya riyên avê’ digrin û got: “Bajarbûna nûjen jî bi bandora plana karên teng, avê weke mehkûmek ku divê di qenalên binerd de were hepskirin dibînin. Dema em îro li trajediya li La Marsa dinêrin, dibînin ku ev girêdana ruhî qut bûye. Av di zîhnê planên teknîk û mîmariya werçerxê de ji ‘diyariyek îlahî’ û pergala hesas a civakî derketiye, bûye ‘barek teknîkî’ ku hewl dide rizgar bibe. Tijekirina newalan û tengkirina ne tenê xetayek a mîmarî ye. Kûrbûna dîtbariye. Ji ber ev ava ku me tije kiriye qebûl nake bikeve binê erdê. Li cihî rêgeza pergala avê, li ser pergalê dibe hêzek hilweşîner. Sedema vê, rêznedayîna me ya cih û biryara avê dide ye.”
‘Divê salê çend caran qenalên avê werin paqijkirin’
Latîfe Et-Tacurî tiştên li taxa El-Hukkam û cadeya Tayyin Siyale ya li La Marsa hatîn jiyîn wiha anî ziman: “Ava zêde ya ji herêmên hawirdorê yên weke Sidî Bu Said û Cebel El-Havî tên, li vê derê kom dibe. Divê salê çend caran werin paqijkirin û kûrkirin. Lê belê ji ber ev nayê kirin, felaketek mezin rabû. Av ket malên me, hamû tiştan ziyan dît. Bi taybetî me hinek jinan barên gelek giran danîn ser milên xwe.”
‘Pirsgirêk di têkiliya me ya bi avê re ye’
Latîfe Et-Tacurî bal kişand ser sedemên felaketa lehiyê û wiha got: “Li gorî pisporan lehî encama guherîna avhewayê ye. Bûyerên ku li bendê û hişyariya wê hat dayîn bû. Lê belê mudaxeleya dereng a saziyên eleqeder û rûbirûbûna krîzên ji nişka ve me binesaziyek kevinbûyî dît. Weke pisporan plankirina bajar, di bingehê de pirsgirêk e û ji ber têkiliya bi avê re ye. Wateya sembolîk a avê ji pîroziyê vegeriya qirêjiyê. Em hewl didin wê ji bo bajarbûnê tune bikin. Ev nêzîkatî, îro bi taybetî yek ji rêbaza plana ku îsbat kiriye îflas bûye ye.”
‘Em di nava krîza avhewa û xelaya avê de ne’
Latîfe Et-Tacurî destnîşan kir ku divê girîngî ji nêzîkatiya ‘bajarê sunger’ re were dayîn û got: “Çareserî divê ji bo zêdekirina qadên şînahî ku avê bixe nava xwe û depokirina ava baranê plan werin amadekirin. Em di nava krîza avhewayê û xelaya avê de ne. Em ava baranê jî depo nakin. Em neçar in stratejiyên xwe biguherînin û planên hesas ku pirsgirêkê çareser bike amade bikin.”
‘Têkiliya bi avê re bi gihîştandina perwerde û civakê destpê dike’
Latîfe Et-Tacurî wiha got: “Av nayê veşartin. Divê têkiliya bajar bi avê re em ji nû ve qezenc bikin. Divê em çavkaniyên avê, ji bo jiyanê weke nirxek girîng bibînin. Ev têkilî divê hem bi perwerdeyê, hem hişyariya civakê û hem jî bi plana bajar, zagon û mewzuatan ava bikin.”
Latîfe Et-Tacurî îfade kir ku ew taslaka zagona avê lêkolîn dikin û hêvî dikin eve bi zagona Îmar re ne di nava nakokiya debe û got: “Herdu zagon jî pêşbînî dike ku parastina çavkaniyên avê û kenalên newalan bi revin, lê belê di pêkanînê de li gorî van mesafeyan tev ne geriyane. Çêkirina bê kontrol û zesta demografîk pirsgirêk kûr kiriye.
Latîfe Et-Tacurî da zanîn ku ku domandin divê mevzuat li ber çavan were derbaskirin û got: “Welatî ne tenê ji bo xwe, ji bo nifşên nû jî divê li beramberî xak û çavkaniyên avê barpirsyartiyê bigrin. Divê qadên peravê yên aîdî civakê rêz lê werin girtin. Derya xwedî mafê berfirehkirinê ye.”
Rêzê rêz ji xwezayê re were nîşandan
Latîfe Et-Tacurî bi bîr xist ku divê were dîqetkirin ku mal gelek nêzî deryayan çênekin û got: “Îro derya bûye sembola kêfê, luks û cudahiya beşan. Mirov deryayê dorpêç dikin, jê re qada tevgerê nahêlin. Dema xweza bi hêrs dibe, mafê deryayê jê digre, felaketên ku em dijîn dê zêdetir bibin.”
Latîfe Et-Tacurî bal kişand ser parastina newalên zuha û da zanîn ku avêtina bermahiyan li van qadan herikîna avê asteng dike û rê li ber lehiyan vedike.
Latîfe Et-Tacarî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin hilgirên bingehîn ên çanda civakê ne. Jin zarokan weke kesek li hemberî hawirdorê, cihê lê dijîn û hesta aîdiyetê rêzdar mezin dikin. Ev jî ji bo kêmbûna qirêjiyê bi sûd e. Lê belê di qadên felaketê de, barê herî mezin jin hildigrin, parastina malbata wan careke din di berpirsyariya wan de ye.”