Jinên başûrî: Bila geştiyar xwezayê qirêj nekin
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber vejîna kanî û çeman, xweza dîmenek xweşik bi dest xistiye û geştiyar ber bi wê ve diherikin, lê ji ber nebûna parastina jîngehê jin daxwaza parastina cîhên geştiyariyê dikin.
ŞIYA KOYÎ
Koye – Ji ber baran û berfa vê zivistanê pir bû, piraniya kanî û çeman zindî bûn. Kurdistan bi rengê spî xemilî û piştre bêhna biharê da. Ev jî bû sedem ku meriv berê xwe bidin cîhên geştiyariyê û peravan. Lê ji ber qirêjiya ku meriv li pey xwe dihêlin, dîmenên ne xweş derdikevin holê. Jinên geştiyar li hember vê yekê bang li mirovan dikin ku hişyar bin, xwe berpirsyar hîs bikin û jîngehê wekî mala xwe bibînin.
‘Divê em ji jîngeha xwe hez bikin û hişyar bin’
Mamoste Şahen Îbrahîm ku yek ji van jinan e, kêfxweşiya ji bo berf û barana zêde ya îsal anî ziman û wiha got: “Îsal şikir ji Xwedê re barana zêde, bûye sedema bedewiya xwezayê û vejîna gol û kaniyan. Ez ji van dîmenan pir kêfxweş im. Lê bi taybetî plastîk û şûşeyên ku gelek salan dihelin, bandorê li jîngehê dikin. Ji ber vê yekê ez ji we dixwazim ku hûn jîngehê biparêzin, divê em ji jîngeha xwe hez bikin û hişyar bin.”
‘Bila herkes xwedî hestek berpirsyariyê be û jîngeha xwe paqij bihêle’
Şahen Îbrahîm da zanîn ku ew wek komek çiyagerên jin derketine qadê, alavên ku bikar tînin berhev dikin û bi xwe re dibin. Şahen got ku “Ez tiştên plastîk di çenteyê xwe yê piştê de hildigrim û yên ku dibin kef, ji bo axê dihêlim. Di dawiyê de, bila em hemû xwedî hestek berpirsyariyê bin û jîngeha xwe paqij bihêlin.”
‘Ez ji xwezaya Kurdistanê hez dikim’
Mamoste Rêzan Bekir bi malbata xwe re tevlî vê rêwîtiyê bûye. Wê jî da zanîn ku ji jiyana li ber avê pir kêfxweş e û wiha got: “Ez nikarim hestên xwe yên li ser bedewiya vê dîmenê vebêjim. Bihar e û gelek kes derdikevin. Ger her kes şûşeyek hebe, ew ê bibe karesatek û ez ê jîngehê wêran bikim. Ji ber vê yekê, ez dibêjim ku wêrankirina vê xwezaya xweşik mirov xemgîn dike. Telefona min a desta tunebû ku wêneyan bikşînim. Malbatek ji bo geştê hat û her tiştê ku xwaribû, li cihê xwe hişt.”
‘Tiştên geştiyariyê yên wekî firaq û şûşe zirarê didin jîngehê’
Rêzan Bekir da zanîn ku ewê wêneyên her kesê ku jîngehê qirêj dike bikşîne û wan biweşîne da ku mirov haydar bin û berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Divê her kes hişyariyê belav bike. Ez amade me ku tiştên ku mirov diavêjin, berhev bikim. Ev bandorê li aborî û tenduristiya me dike. Li her deverê ku em dikevin gol û çeman, eşkere ye ku çiqas plastîk tê de kom bûye û çiqas zirarê dide jîngehê. Ji ber ku ji bo plastîk hilweşe, 700 sal divê.”