Li Tûnisê foruma hawirdor: Ciwan û civaka sivîl li çareseriyan digerin

Di foruma avhewayê ya netewî ku li Tûnisê hatî li darxistin de, hate diyarkirin ku têkoşîna li dijî guherîna avhewayê, tenê bi polîtîkayên dewletê re sînordar nebe.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Li beramberî encamên bandorên guherîna avhewayê ku herkû diçe kûr dibe û gefê li hemû qadên jiyanê dixwe de, di foruma neteweyî ya li Tûnisê hatî li darxistin de banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Beşdarvanan diyar kirin ku li dijî krîza avhewayê ne tenê dewlet, divê saziyên civaka sivîl, medya, qadên taybet û ciwan rolên aktîf bigrin.

Bi hevkariya Wezareta Hawirdor a Tûnisê, Foruma Guncaw a Guherîna Avhewayê ya Neteweyî, Hevkariya Sûdê ya Neteweyî û Weqfa Parastina Xwezayê ya Dinyayê (WWF) di navbera 16-17’ê Gulanê de li Tûnisê foruma neteweyî hate li darxistin. Di forumê de, saziyên civaka sivîl, rêveberiyên xwecihî, nûnerên medya û qadên teybet amade bûn û diyar kirin ku divê pêkanîna polîtîkayên avhewayê bi awayek hê bi hêz werin bicîhkirin. 

‘Polîtîkayên avhewayê divê ji pirsgirêkên rast ên civakê destpê bikin’

Di çarçoveya forumê de alîkara Serokê Foruma Guncaw a Guherîna Avhewaya Neteweyî Hacer El-Becavî axivî, diyar kir ku piştî peymana avhewayê ya Parîsê, Tûnis li dijî krîza avhewayê berpirsyartiyek hê mezintir girtiye.

Hacer El-Becavî da zanîn ku guherîna avhewayê bi taybet jin û zarok di nav de bandorê li hemû beşên civakê dike û got: “Divê polîtîkayên avhewaya neteweyî, ji pirsgirêkên ku gel rojane rastî tên bi tevger amade bikin. Di encama pevçûnên ku bi salan dom dikin de, şaredarî, qadên taybet, saziyên civaka sivîl û medya bi serxistine ku di zemînek hevpar de werin ba hev. Krîzên avhewayê bi xwere encamên wek xelaya avê, germahiya zêde û lehiyan aniye.”

Hacer El-Becavî da zanîn ku hinek şaredariyan pergalên ronîkirinê yên giştî veguherandine, qadên şîn ava kirine û bermahî şûnde vegerandine û li gorî rêgezên aboriya kesk dest bi nirxandinê kirine, li zanîngeh û xwaringehên giştî de dest bi bikaranîna pergala enerjiyê ya alternatîf kirine.

‘Xebatên hevpar ji bo pêşxistina domdar şerte’

Dîrektora Parastina Xwezayê ya Ofîsa Bakurê Efrîqa (WWF) Seba Kalluz jî da zanîn ku ku li dijî krîza avhewayê di asta xwecihî û neteweyî de bi hevre tevgerkirin neçariye û got: “Sazî di salên dawî de li gel civakên ku li herêmên gundewar dijîn di xebitin. Bi taybet li dijî xelaya avê û bandorên wê li ser çandiniyê de proje dane meşandin. Li herêma Mekter a bakurê rojhilatê Tûnisê, ji ber hişkbûna çavkaniya ava xwezayî, me destek da malbatên ku nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê. Ev mudaxele pêşî li koçberiyê girtiye û sûdê daye ku mirov jiyana xwe bi domînin.”

Medya êdî ne ya tenê di ragihîne, aktorek ku çareseriyê dihilberîne ye

Rojnamevana ku di qada hawirdor û tenduristiyê de di xebite Emîne Hadduş, îfade kir ku medya di mijara guherîna avhewayê de ne tenê erkê hişyariyê girtiye, di heman demê de di pêvajoyên hilberîna çareseriyê de bi bandor bûne û got: “Medya mijarên wek zêdebûna germahiyê, xelaya avê, pirsgirêkên ku cotkar û masîvan dijîn tayîsandin û sûd da ku polîtîkayên avhewayê werin şekilgirtin.”

Beşdarvanan diyar kirin ku berbi sala 2050’an ve, hişyariyên derbarê ku avhewa wê hê girantir bibe zêde bûne, dan zanîn ku ciwanên îro di salên bê de wê rû birûyû şertên hê zortir ê hawirdor bin.

Ciwan teknolojiyê wek parçeyek a çareseriyê dibînin

Endezyar Neha Şelayfe, destnîşan kir ku ji demê xwendekariya xweve, beşdarî kampanyayên paqijkirina hawirdor û deryayan dibe, ciwan li beramberî pirsgirêkên hawirdor hê zêdetir hişyar bûne û got: “Ciwan bi awayek aktîf beşdarî kampanyayên derbarê kêmkirina bi karanîna plastîkan dibin û di heyîkirina pirsgirêkên hawirdor de teknolojî bûye amûrek girîng.”

Xwendekara beşa hişê çêkirî Îman Kizanî îfade kir ku ji salên zaroktiya xweve di mijara tenikbûna tebeqeya ozon û pirsgirêkên hawirdor de hatine hişyarkirin û got: “Di roja mede teknolojî di kêmkirina bandorên guherîna avhewayê de amûrek girînge. Divê ciwan beşdarî pêvajoyên biryardanê bê kirin.” Bang li saziyên eleqeder kir ku xwegihandina ciwanan a agahiyan asan bikin û di amadekirina polîtîkayên hawirdor de hê aktîf rol bigrin.