Baxê Giştî ya Silêymaniyê: Bihuşteke aramî û ewlehiyê di nava darên kevnar de ye

Parka Giştî ya Silêymaniyê 89 sal in ji bo niştecihê bajêr bûye cihekî xweş. Piştî xebatên nûjenkirinê, ew niha di bin çavdêriya endezyara çandiniyê Dalîa Elî de tê birêvebirin ku hewl dide parkê bêhtir kesk bike û di heman demê biparêze.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Di nav qerebalîxa wesayîdan û avahiyên bilind de, hê jî quncikek heye ku bêhna Silêmaniyeya kevin jê tê. Ev cihek e ku şahidiya meşên bêdeng ên helbestvanan û civînên wêjeyî yên pêşîn kiriye: Baxê Giştî ya Silêmaniyê. Ew wekî nasnameyek ku di dilê bajêr de dijî tê parastin û her sibeh bajarê Silêmaniyê bi rengê xwe yê xwezayî zindî dike.

Baxê Giştî ya Silêmaniyê di sala 1937’an de hatiye damezrandin. Rûbera wê nêzî 12 donim (30,000 metre çargoşe) ye. Wê serdemê Bax guhertinek mezin di jiyana bajêr de temsîl dikir û yekem baxê giştî bû li Silêmaniyê bi şêwazeke modern hatibû çêkirin.

Îro, Bax wekî nîşaneyek girîng a geştiyarî û çandî hebûna xwe didomîne. Di sala 2023’yan de hat nûkirin û ji bo gel ji nû ve hat vekirin. Darên di parkê de şahidên zindî yên pêşketina Silêmaniyê ne; hinek ji wan bi qasî baxê kevn in. Bi taybetî cureyên wekî darên gûz û tûyan ji alîyê xwezayî ve baxê dewlemend dikin. Rêveberiya baxê  tabelayên agahdarkirinê danîne nîşan didin ku hinek ji daran 76 salî û mezintir in. Di xebatên nûjenkirinê yên 2023 û 2024’an de, girîngiyek mezin ji bo parastina van darên kevin û zêdekirina qada kesk hat dayîn.

‘Em hewl didin cureyên kulîlkan û qadên kesk zêde bikin’

Rêvebera baxê Dalîa Alî got: “Ez ji sala 2003’an ve weke karmendek sivîl dixebitim. Ez pêşî li Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê xebitîm û heta sala 2012’an li wir mam. Piştre, li ser daxwaza min niha di Rêveberiya Bax û Baxçeyan de karê xwe dikim. Nêzî salek e ez weke rêvebera Baxê Giştî ya Silêmaniyê dixebitim. Rêveberiya baxê pêvajoyeke domdar e; di dema xebatê de rawestan tune ye. Di payîzê de, em karên pêwîst ên guncaw ji bo wê demsalê dikin, tenê di dema barana zêde de karê xwe disekinînin. Li bax gelek dar, çîmen û kulîlkên curbecur hene. Ji dema ku me dest bi kar kiriye ve, heta niha hinek guhertin çêbûne. Em nikarin mudaxeleyî daran bikin ji ber ku ew kevnar in lê em dikarin kulîlkan biguherînin. Em bi berdewamî hewl didin hejmara kulîlk û qadên kesk zêde bikin.”

Banga ji bo parastin û paqijkirina xwezayê

Dalîa Alî gotinên xwe wiha domand: “Gelek pisîk, kûçik û çûk li parkê dijîn ji ber ku li vir kes zirarê nade heywanan. Dengê çûkan, nemaze di sibehê de, kêfxweşiyek taybetî ye. Kesên tên serdanê jî heywanan têr dikin û zirarê nadin wan, ji ber vê yekê heywan her dem tên vê derê. Baxê Giştî cihekî ye ku her kes serdana wê dike ji bo bigere û demek xweş derbas bike. Ez ji mêvanan dixwazim jîngehê paqij bihêlin. Li seranserê parkê tenekeyên çopê yên mezin hene. Budçeya me bi dewletê ve girêdayî ye û em di nava şert û mercên heyî de piştgiriyê digrin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Dalîa Alî wiha got: “Li baxê qadên lîstikê yên zarokan û tesîsên werzîşê hene; herdu jî pir populer in. Zarok li vir demek xweş derbas dikin. Welatî tên ji bo werzîşê bikin, nemaze di sibeh û êvaran de. Ez miroveke civakî me û mirovên li vir pir piştgiriya me dikin. Ew bi rêkûpêk tên da ku ji bo xebata me spasiya me bikin û bi gelemperî li vir baş lênêrîna paqijiyê dikin. Ez ji her kesê ku serdana vê derê dike dixwazim bi berpirsiyarî tevbigerin.”