Jinên karker ên Misrî bi guherîna avhewayê re zehmetiyan dikşînin

Guherîna avhewayê êdî bûyerek dûr an paşxistî nîn e, bûye rastiyeke rojane ku xwe li ser hûrguliyên jiyana li Misrê ferz dike. Bandorên van diyardeyan kûrtir dibin û newekheviyên civakî eşkere dikin.

ESMA FATHÎ

Qahîre – Di rojên dawî de, Misir rastî pêleke guherînên hewayê yên dijwar hat, di nav de barana dijwar, bahoz û kêmbûna asta germahiyê hebû, rayedar neçar man biryarên bilez bidin. Weke rawestandina dibistanan li hejmarek bajaran. Ev guhertin ne tenê bûyerek hewayê ya demkî bû, ji nişka ve li ser jiyana rojane, bi taybetî ji bo komên herî bi bandor bi taybetî jinên karker bandorê çêkir.

Bi bahozê re zirarên mezin çêbûn

Ji bo gelek jinan, biryara rawestandina xwendinê ne tenê nûçeyeke demkî bû, kêliyek tevliheviyek rastîn di navbera pabendbûnên kar û berpirsyariyên lênêrînê de bû. Di şevek de, dayîkên dixebitin xwe bi hevkêşeyek dijwar re rûbirû dîtin.

Di heman demê de hewaya dijwar zehmetiyên têkildarî tevgerê girantir kir, jin di bin baran û bayê de di gihîştina cihên kar de rastî zehmetiyên zêdetir hatin. Bi taybetî ji ber ku binesaziya bi tevahî ji bo çareserkirina van şert û mercan nehatiye amadekirin. Jin barekî bi hevseng ê van krîzan dikşînin. Çi bi derengketinê be an jî rîskên fîzîkî di dema çûnûhatinê de.

Di navbera kar û lênêrîna zarokan de

Lêkolîner û çalakvana mafên jinan Ruqaya Al-Samalusî li ser barekî ducarî yê jinên dixebitin di hevsengkirina berpirsiyariyên kar û lênêrîna zarokan de pê re rû bi rû dimînin, axivî û diyar kir ku ew bi du dijwariyan re rûbirû ne. Ya yekem, pêwîstiya çûyîna kar e tevî hewaya nebaş û ya duyem jî pêwîstiya lênêrîna zarokên xwe piştî girtina dibistanan, bêyî tu rêkeftinên pêşwext an alternatîfên guncav.

Jinên ducanî ji ber rewşa tenduristiya xwe di dema guherîna avhewayê de rastî xetereyên mezintir tên ku hewceyê hişyariyek zêde ne. Ruqaya Al-Samalusî tekez kir ku nebûna tu tedbîrek ku hewcedariyên jinên ducanî li ber çavan digre, barekî zêde dide ser wan di şert û mercên bê ewle de, hem li ser rê û hem jî li cihê kar.

Jinên firoşkar û cotkar xwedî pîşeyên bê parastin in

Cewhera pirsgirêkan li gorî cureyê pîşeyê diguhere, guherînên hewayê rasterast bandorê li jinên di pîşeyên xeternak de dixebitin dike. Ruqaya El-Samalusî destnîşan kir ku jinên firoşkar ên li bazarên giştî û firoşkarên kolanan rastî xetereyên hewayê tên, yan jî neçar dimînin ji kar derkevin û dahata xwe ya rojane winda bikin.

Ruqaya El-Samalusî diyar kir ku jinên cotkar ên li deverên gundan rastî zehmetiyên mezintir tên, ji ber ku bi karanîna rêbazên veguhastinê yên ne ewle, bêyî parastin ji baranê, bêyî stargeh û cihekî ji bo guhertina cil û bergan, mesafeyên dirêj dimeşin da ku bigihîjin zeviyan û wiha got: "Ev jin di şert û mercên pir dijwar de dijîn, ji ber ku tu riyek ji bo parastina wan tune ye."

Ruqaya El-Samalusî da zanîn ku şert û merc barekî bê hevseng dide ser kesên ku di van pîşeyan de dixebitin û lawaziya wan a li hemberî krîzên avhewayê nîşan didin.

Nebûna perspektîfa zayendî di rêvebiriya krîzan de

Tevî zanîna berê ya hin guhertinên hewayê, Ruqaya Al-Samalusi bawer dike ku polîtîka û tedbîrên hikûmetê pir caran pêdiviyên jinan li ber çavan nagirin û wan di dema çêkirina polîtîkayê de di binê navnîşa pêşîniyan de datîne.

Her wiha eşkere kir ku ev nebûna plansaziyê jinên karker bêyî piştgiriyek berbiçav bêhtir bêparastin dike ku barê krîzan hilgirin, bi vî rengî bêparastiniya wan zêde dike. Ew bawer dike ku civaka sivîl û rêxistinên jinan dikarin roleke bi bandor di piştgirîkirina jinan û zêdekirina berxwedana wan a li hemberî guherîna avhewayê de bilîzin. Ruqaya Al Samalusî destnîşan kir ku bernameyên hişyariyê, perwerde û atolyeyên jîngehê dikarin alîkariya jinan bikin ku şiyartir bibin.

Bahozê zêdetir bandorê li deverên gundewar kir

Ruqaya As Samalusî diyar ku ev piştgirî dikare hînkirina vezîvirandinê, bikaranîna çavkaniyên jîngehê û belavkirina agahdariyê bi rêya kanalên ragihandinê yên dîjîtal di nav xwe de bigre da ku peyam bigihîje piraniya jinan. Ruqaya Al Samalusî wiha dawî kir: ”Li deverên gundewar, cotkar û karkerên zeviyan ên jin bi dijwariyan re rûbirû man. Ji ber ku karê dikin rasterast ji guherînên avhewayê bi bandor dibû. Di heman demê de, xebatkarên tenduristiyê tevî zehmetiyên veguhestinê û zexta zêde jî erkên xwe pêk anîn.”

Wekî gelek cihan bi zêdebûna giraniya guherîna avhewayê re, ev bûyer ne wek îstîsnayek xuya dikin nîşana kêmasiyeke kûrtir di polîtîkayên ked û parastina civakî de ne. Pirs êdî ne tenê ew e ku meriv çawa bi hewayê re mijûl bibe, a esasî ew e ku mirov çawa piştrast bike jinên di van hemû pîşeyan de dixebitin, her carê bi tena serê xwe bedelê nedin.