Bi projeya Diwêre hewl dide jîngehê biparêze
Endezyar Merwa Edîb bi projeya "Diwêre" ya vezivirandina çopê hewl dide li Iraqê jîngehê biparêze.
RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Li cîhanê jîngeh, her roja diçe zirarê dibîne. Hem ji ber çek û bombeyên şer, hem ji ber ku bi dar û ber û çiyayên xwe ve tê talankirin, hem jî ji ber zêdebûna avêtiyan (çop) erd û hewa qirêj dibin. Endezyara Iraqî Merwa Edîb, hewl dide krîzan bi awayên pêşketî û berdewam çareser bike. Gelek ji jîngehê hez dike û bi baldarî li ser vezivirandina çopê disekine.
Merwa Edîb a 34 salî bi projeya ku xistiye meriyetê armanc dike rewşa jîngeha heyî li Iraqê biguherîne. Hewl dide çareseriyên pratîkî û bi bandor ji bo pirsgirêka çopê bibîne, vê yekê jî bi riya projeya bi navê "Diwêre” dike.
Ji bo em zêdetir der barê projeya wê de bibin xwedî agahî, ajansa me bi endezyara Iraqî Merwa Edîb re hevdîtin kir.
*Çi bû sedem ku tu ewqas girîngiyê bidî ser projeyên parastina jîngehê û vezivirandina çopê? Ev tecrubeya te ya şexsî ye yan te ji cihekî din îlham girt?
Fikra min piştî beşdariya werşeyeke perwerdeyê, ya bi sernavê "Rêveberiyên ciwanan" çêbû dest pê kir. Di vê werşeyê de pirsgirêkên civakî û çareseriyên wan hatin nîqaşkirin. Di nava gelek pirsgirêkan de min pirsgirêka çopê û çareseriyên wê hilbijart ji ber tu planên ji bo rêgirtina li ber çopê tunebûn. Tunebûna bedêlên tenduristî û zêde bikaranîna lastîkan hişt ku çolbûn zêde bibe û erd xirab bibe. Piştî lêkolîn û xwendina li ser pirsgirêkê fikra projeyê ji bo min çêbû, min xwest pêk bînim.
*Projeya te çawa dest pê kir û armanc jê çi ye?
Kurtasiya projeyê bikaranîna kaxiz karton çopên xwarinê yên nerm ji fêkî û sebzeyan e gemara lawiran û nebatan e. Ev hemû madeyên xwarinê yên sereke ji kurmên Rêd Wîkler in. Ger atmosfer guncaw be û pileya germahiyê 35 be ev made piştî xwarina wan ji aliyê kurman ve heta 45 rojan dibin semada organîk ku ji nebat û erdê re gelekî baş in.
Destpêka projeya min gelekî hêsan bû. Min made bi erdê re tevlihev dikirin da ez çalakbûna wan bibînim. Piştî min dît gelekî bi sûd e min zêdetir lêkolîn kir û teşwîq bûm dest bi projeya xwe bikim. Rêxistina alîkariya mirovî jî projeya min erê kiriye.
Armanca projeya min ew e ku ez civakê der barê zirarên çopê de hişyar bikim û çawaniya sûdgirtina jê nîşan bidim. Faktoreke aborî gelekî girîng e ger proje berfireh bibe her wiha sûdeke gelekî baş ji atmosferê re ye ji ber semada organîk ji axê re gelekî baş e.
*Zehmetiyên ku te kişandin çi bûn?
Di destpêka projeya min de pirsgirêk hebûn ji ber ez jineke di civakekê de me piştgiriya van projeyan nakin. Vê fikrê red dikin û henekê xwe pê dikin. Piştgiriya madî tune ye. Pêdiviyên taybet ji bo projeyê nayên peydakirin. Zehmetiya dîtina cih û amadekirina wî heye. Di her pêvajoyê de zehmetî hebûn.
Ez gelekî nerm û bi sebir nêzî zehmetiyan bûm da ku projeya xwe bi ser bixim. Mijar ne hêsan bû. Ez gelek caran ji ber westandina zêde û zextê fikirîm paşve gavan bavêjim. Di meha Tîrmehê de demjimêr 2 piştî nîvroyê min 3 rojan kar dikir hêsrên min dibariyan. Min ji xwe pirsî ka ez li vir çi dikim? Gelo wê mijar bi ser bikeve? Gelo ez dest ji kar berdim? Lê belê di kêliyekê de min fikrên neyînî ji mêjiyê xwe avêtin û bi hêviyeke mezin careke din berdewam kir.
*Tu rewşa niha ya proseya vezvirandina çopê li Iraqê çawa dibînî? Pirsgirêkên li hemberî vê proseyê li Iraqê çi ne?
Iraq di vî warî de gelek paşve maye. Ji bo çareserkirina çopê gelek tevlihevî hene û ji bo ji nû ve vezivirandina wê jî li gorî cure û hejmarê tevlihevî heye. Bi nebûna rola hikûmetê re jî planên ji bo hişyarkirina civakê ji avêtina çopê ber bi cihên wan ên taybet û ferzkirina wê ve tune ne. Gelek kes jî hene çopê ji bo berjewendiya xwe ya kesayetî difroşin. Gelek pirsgirêkên vê mijarê hene. Mînak; rûxandina jîngehê, atmosfera gemarbûna avê, pirsgirêkên tenduristî û zêdebûna nexweşiyan.
Ji aliyê din ve ez kar li ser ferzkirina çopê di destpêkê de dikim paşê weke semada organîk bi kar tînim ji bo axê dewlemend bikim.
*Ferd û civakên xwecihî çawa dikarin piştgiriya projeyên vezivirandina çopê û parastina jîngehê bikin?
Ev yek dê bi riya adatên erênî yên bikaranîna hevseng a hejmar û cureya wê bibe. Çawaniya danûstandina bi çopê re gelekî girîng e. Ew jî bi riya ferzkirina wê ye ku weke madeyeke yekem were bikaranîn û bikaribe were vezivirandin. Bikaranîna semadên organîk li şûna semadên kîmyewî yên ji axê re nebaş in. Divê hemleyên çandina daran werin destpêkirin.
*Rola teknolojiyê di başkirina vezivirandina çopê de çi ye? Niyeta te heye tu teknîkên nû di projeya xwe de bi kar bînî?
Ez niha kar li ser pêşniyarekê dikim ew jî bikaranîna selikên çopê yên elktronîk in ku bi xwe kar li ser ferzkirina çopê dikin û gelek cudahiyên wê yên din jî hene. Teknîkên teknolojiya nûjen hene mîna bikaranîna sîstema kontrolê ku cih birêve dibe.
Her wiha ez kar bi hemû aliyên ku piştgiriyê didin re dikim. Çi hukmî, çi navendî çi jî xwecihî yan jî ne hukmî be. Hevkarî, hêsankarî jî ji bo bidestxistina erêkirinên kar ji aliyê parêzgehê ve hebûn. Her wiha bidestxistina şêwirmendî ji aliyê fakulteyên çandinî û gerînendeya çandiniyê û şaredariyê ve li parêzgeha Diyala jî. Rêxistina alîkariya mirovî jî piştgiriya madî da min û ew sedema sereke ya çêkirina projeya min bû.
*Planên te yên pêşerojê çi ne? Keda te li ser civaka xwecihî û jîngehê bi giştî çawa bandor dike?
3 proje hene ez dixwazim li ser wan kar bikim. Dema min dest pê kir ez ê agahiyê bidim we. Keda min di vî warî de bal kişand ser karînên jinan ên avakirina projeyan û rêvebirina wan. Weke çalakvaneke sivîl û seroka tîmeke dilxwaz, min gelek hemleyên çandina daran bi zarokên sêwî re çêkirine da ku zêdetir wan bixim nava civakê û fikrên wan bi pêş bixim.
*Peyama te ji nifşên pêşerojê re çi ye?
Bila nirxên jiyanê nas bikin. Bibin mînak ji kesên din re û parastina jîngeha xwe bikin. Em dikarin baştir bin. Hemû pêwîstî û behre di nava destên me de hene. Ciwanên me dikarin guhertina jîngehî çêbikin.
Peyama min ji bo jinan jî ev e; hûn dikarin di guhertinê de rêveberiyê bikin. Rewş çi dibe bila bibe hûn dikarin kar bikin û projeyên serkeftî pêk bînin ji ber jin jiyan bi xwe ye.