Pergala xweparastina mirovan bi civakîbûnê çedibe

Jin di tevahiya dîrokê de xwedî îrade, destkeftî û têkoşînê bûne loma her dem rastî êrişan hatine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Her zindiyek xwedî mekanîzmaya xweparastinê ye, çima jin jî wisa nebin?”

BÊGERD AZAD

Silêmanî- Pirsa xweparastinê, erka herî sereke ya jiyanê ye. Mafên mirovan li dijî her cureyê tundî û zilma ku tê kirin heye xwe biparêzin. Ji ber vê jî tu heyînek bê parastin tune ye. Hemû zindî bi awayên cuda pergala wan a xwe parastinê heye. Mînak: Gul bi striyên xwe, xwe diparêze, kêvroşk bi tevgerên lezgîn xwe diparêze û mar jî bi jehrê xwe diparêze.

Pergala parastina mirovan civakbûn e. Civak dibe stargeh lê belê dema civak di bin bandora desthilatdariyê de be, ev stargeh ji dest diçe. Di vê serdemê de civak û kesên di nava civakê de bi riya pergala desthilatdariyan kontrol dikir. Ji ber wê divê kes û civak xwe biparêzin û tedbîrên pêwîst bigrin.

Şerekî sar û domdar ji aliyê dewletên hegemon ve tê meşandin

Xaka Kurdistanê ji dîrokê ve heta niha rastî destdirêjiya dewletên serdest ên navneteweyî tên; mînak mirov rastî qetilkirin, koçberî, xizanî û birçîbûnê tên. Her wiha ji ber bombebaranên  gundan û xwezayê her dem ziyan digihîje xwezaya Kurdistanê. Di heman demê de li aliyekî şerekî sar ji aliyê dewletên serdest ev tê meşandin, hewl didin bi riya şerê taybet ciwan û jinan di civakê de bi kar bînin, bi taybetî jinan dikin amûrek û ji bo bazirganîkirin sermayedaran bi kar tînin.

Jin ji dîrokê ve heta niha xwedî îrade û destkeftî ne

Ji destpêka dîrokê ve, jin xwedî îrade ne û destkeftiyên gelek mezin ji bo rêveber in û mayîna di jiyanê de bi dest xistine. Ji lawirvanî û çandiniyê bigre, heta digihîje rêveberina malbatê, hêz û ew gund û civaka tê de dijî. Ji aliyê jinan ve jî girîngî hatiye dayîn, jinên Kurd jî xwedî dîrok û têkoşînek mezinbûn, beşdarî  hemû şoreş û serhildananan bûne û rola wan hebû.

Di dema van şeran li ser civak û kesên di nava civakê de, destpêkê jin û ciwan dibin qûrbanî. Pergala mêrsalarî û ew êriş û tundiya li ser jinan tê kirin, pirsa jinê kurtir kiriye. Li herêma Kurdistanê di astên bilind de tundî li hemberî jinan tê kirin. Ji tundiya fîzîkî û derûnî cûdatir, bi riya şerê taybet hewl dide wateya azadî û xwebûnê di mejiyê jinên civakê de bizeliqîne. Di berjewendiya pergala sermayedar û pergala mêrsalarî de be.

‘Her zindî xwedî mekanîzmaya xweparastinê ye’

Di dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê gotin ku di her civakê de ger jin ne azad be, ew civak jî azad nabe. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikşîne ser parastina cewherî û der barê wê de wiha dibêje: “Her zindiyek parastina wê ya cewherî heye, çima a jinan tunebe? Parastina cewherî xwe ji her cureyê tunebûn û êrişan parastine, ji ber wê jî ji bo jin û ciwanan pirsa xweparastinê pirsa man û nemanê ye. Xweparastin ne tenê di aliyê fizîkî de ye, bi riya parastina çand, derûnî û fikir jî tê birêveber in. Di heman demê de pêşîlêgirtin û rû bi rûbûna zilmê û tewanên tundiyê pêwîstî û beşek ji xwe parastinê ye.

Ne hişyariya jinan di civakê de, li gel nebûna parastina cewherî, sedemek yê berdewam rû bi rûyî tundiyê bê mafbûnê were. Rojavayê Kurdistanê mînakek zindiye ku em dikarin bibînin jin bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kariye fikrê parastina cewherî ji bo xwe ava bike. Ne tenê bi riya fîzîkî belku, fikir, îrade û hêza jinan ji aliyê xwe ve diparêzin. Her wiha ew dîroka jinan heye û ew têkoşîna ku kirine bi vê riyê diparêze.