Li Sûdanê çeka şer: Destdirêjî – 1

Bi hezaran jin li Sûdanê bi destdirêjiyê re rû bi rû hatin. Digel ku pêşerojekê ne diyar li benda jinên ku ji ber destdirêjiyê dûcanî bûne heye, jin li navendên ku serî lê didin hewl didin piştgiriyê bidin hev.

MÊRVET EBD EL-QADÊR

Sûdan – Şîdeta zayendî di pevçûna domdar a di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku di Nîsana 2023'an de rûdaye, bûye amûrek û tê bikaranîn. Ev tundî jî li herêmên ku di bin serweriya Hêzên Piştgiriya Lezgîn de herî zêde derdikevin holê û jin dibin qurbaniyên vê tundiyê. Ev nêzî du sal in pevçûn li Sûdanê rû daye, hejmara bûyerên destavêtinê jî zêde dibin û ev hejmar ji hezaran derbas dike.

'Jin bi tundî û kiryaran re rûbirû ne'

Rêvebera Herêmî ya Tora Jinan a Kevana Afrîkayê (SAIHA) Hela El-Karib diyar kir ku gelek kiryarên li ser jinan ên ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve pêk hatine, belge kirine û wiha got: “Di dema belgekirina destavêtina ser jinek ciwan de, dayîka wê dema parastina wê dikir, hat qetilkirin. Her wiha bav û ew jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li eyaleta Xartûm birîndar bûn û heya niha kes nikare wan rizgar bike. Rewşa jiyanê li herêmên ku Hêzên Piştgriya Lezgîn kirine bin kontrola xwe, gelek dijwar û zehmet e. Rojane kiryar û tundî li ser jinên wan herêman pêk tên.”

Dema ajansa me serdana Navenda Hêvî ya Alex Kafûrî kir, hat dîtin ku 15 jinên rizgar bûne, rastî kedxwariyên curbecur hatine û ev jin hê jî di şokê de ne.

Bi komek jinên ciwan re rastê destdirêjiyê hatiye

M. A. ya 25 salî ku rastî destdirêjiyê hatiye, got ku di encama destdirêjiya ser wê de, niha ducanî ye. Ew bi komek jinên ciwan re li gundê xwe rastî destdirêjiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn hatiye. Her wiha rastî lêdan û tundiyê jî hatiye. Ji bo ku ji aliyê malbata xwe ve neyê qetilkirin, ji gundê xwe reviyaye. Berê xwe daye navenda Hêvî ya Alex Kafouri ji bo ku di aliyê bedenî û derûnê de bê dermankirin û navend, ji bo zarokanînê alîkariya wê bike.

‘Dayîka min hêz da min’

Hedîl Muhemed ku navê wê yê ne rast e û 18 salî ye, çîroka xwe ya bi êş wiha dibêje: "Dema ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn gundê me dagir kirin û milkên me desteser kirin, bi seatan min xwe veşart da ku min nebînin. Piştî ku wan ez dîtim, bi awayek hovane, destdirêjî li ser min pêk anîn. Dayîka min ez şandim bajarê Bortsûdanê. Piştre min zanî ku ducanî me. Min gelek caran hewl da xwe bikujim, lê dayîka min hêz û piştevaniya min dike ku ez ji vê pêvajoyê rizgar bibim. Dayîka min hêz da min ku xwendina xwe bidomînim û jiyanek bi ewletir bijîm. Ez nameya xwe ji civakê re dişînim û dibêjim “Jina ku rastî destdirêjiyê hatiye mexdûr e, ne sûcdar e û divê neyê cezakirin.”

Jin li navenda Hêvî Alex Kafouri tedawî dibin

Şêwirmenda psîkolojîk û Rêvebera Navenda "Hêvî Alex Kafouri" Lubna Muhemed Elî diyar kir ku 913 jin li herêmê rastî destdirêjiyê hatine û ev agahî dan: “Zarok di zikê 139 jinan de mirine. 124 jinên temen biçûk rastî destdirêjiyê hatine. 135 jin jî ji ber destdirêjiyê ducanî bûne. 70 jinên li eyaleta Sinar û El-Nîl El-Ezraq rastî destrêjiyê hatine. 35 jinan ji ber destdirêjiyê şandine Misrê û 830 jin li dewleta Tişad Harîn a herêma Darfûrê rastî destdirêjiyê hatine. Niha li navendê 15 jin ji aliyê piştevaniya derûnî ve tên dermankirin. Her wiha em xizmeta tenduristiyê jî pêşkêş dikin. Dosyayên jinên ducanî jî ji wezareta Lênerîna Civakî re tê şandin ku piştî zarokanînê ew berpirsyariya wê zarokê radike. Her wiha piştevaniya madî jî ji jinan re tên pêşkêşkirin ku bikaribin projeyên xwe yên biçûk vekin.”

'Rêjeya xwekuştinê jî ji ber destdirêjiyê zêde bûye'

Lubna Muhemed Elî tekez kir ku ji ber bi destdirêjiyê, bûyerên xwekuştinê zêde dibin û wiha got: “Rêjeya xwekuştina jinan di 5 salên borî de wiha ye; 18 jin li eyaleta El-Cizîrê û 5 jin jî li eyleta El-Xartûm ji ber destdirêjiyê xwe kuştine. Jinên ku rastê destdirêjiyê hatine û koçî Misrê bûne, li wir jî dighînîn asta xwekuştinê. Tiştê ku li eyaletên El-Cezîre û Darfûrê li rojavayê Sûdanê qewimî, îmhakirin e ku eşîrên navend û rojavayê Sûdanê dike armanc. Pêwîst e civak girîngiyê bide piştgiriya jinên rizgarbûyî, ji ber ku ew mexdûrên civakê ne.”