Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Tûnis
Jinên Tûnisî, di navbera cebilxaneya qanûnan û rastiya bêcezatiyê de, bêwestan li dijî tundiyê li ber xwe didin. Bawer dikin ku ev têkoşîn temîneta rasteqîn a Tûnisek demokratîk e û edalet û wekhevî tenê dikare bi vî berxwedanê bê bi dest xistin.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Di mijara li Tûnisê tundiya li dijî jinan ne tiştekî nû ye de, du kes jî nikarin nakok bin; ev tundî di civakên baviksalarî de jinên ji serê neynoka wê ve dişopîne û li vir bi cudakariya li ser bingeha zayendî, vederkirin û hemû cureyên tundiyê re têdikoşîn. Ji "serxwebûna" Tûnisê heta niha, rêxistinên jinan ji bo ronîkirina tundiya li dijî jinan û eşkerekirina sedemên wê, hewl dan saziyên ku bala xwe didin jin û mafên mirovan ava bikin. Lê rûxmê vê yekê jî axaftina têkildarî "tundî", salên dirêj tabû ma; sedemên sereke yên vê bêdengiyê jî "şerm" û "namûs" bû.
Beriya sala 2011'an, bi dengekî bilind vegotina dirûşmeyek li dijî tundiyê jî xetereyek mezin bû. Ji ber ku rejîma Bîn Elî, di polîtîkayên xwe yên li dijî jinan de nêzîkatiyek hişk û vederkirinê şopand û ev yek jî di hemû qadên civakê de cudakariyek li ser bingeha zayendî belav kir û bi awayekî nerasterast tundiyê rewa kir. Di heman demê de rejîma otorîter, di qada giştî de bêdengî û tirsê ferz kir. Rûxmê van polîtîkayên zextker jî, jinan bi armanca derxistina rêziknameyên qanûnî yên ku wan ji tundî û binpêkirinan diparêzin, ji bo afirandina qadên têkoşînê, hewldanên mezin dan.
Destkeftiyên qanûnî yên ku tevgera jinan ji salên 1960'î û vir ve li Tûnisê bidestxistin, nayên biçûk dîtin; ji ber ku ev destkeftiyan di heyamekî zehmet ku piştî serxwebûnê di navbera tevgera neteweyî ya pêşverû û hêzên kevneperest ên muhafezekar de li ser mafên jinan pevçûnek siyasî ya tund dihat jiyîn de derketin holê. Ev têkoşîn, bi taybetî di pejirandina zagonên parastina mafên jinan ên mîna Zagona Rewşa Kesane ya di sala 1956'an de derket û di hewldanên hişyarkirina civaka Tûnisê de bi awayekî eşkere xwe nîşan da.
Di têgihiştina femînîst de dewlet
Dewletê hewl da qanûnan li ser jinan ferz bike, ji polîtîkayên xwe yên dûrî nêzîkatiya demokratîk veneqetiya û forma dewletê ya dijî demokrasiyê parast. Meyla olî, cihêkariya zayendî û neteweperestiya mêran, veguherî îdeolojiya jiyana civakî. Îro jî ev feraset li Tûnisê bi bandor e; tundiya li dijî jinan mîna tiştekî xwezayî tê dîtin, heta mîna “amûra dîsîplînê” tê qebûlkirin û bi rêya kevneşopiyên ku li gorî têgihiştinek diyarkirî ya zayendî hatine şêwekirin tê rewakirin. Li gorî vê nêrînê, jin û zarokên keç mîna “di aliyê aqil û ol de kêm” tên binavkirin; tê bawerkirin ku bêîrade ne û ji ber vê ji aliyê mêrên ku destûra “dîsîplînkirina” wan hatiye dayîn ve tên birêvebirin. Di malbatê de biryarê mêr dide, di hemû qadên civakê de beralîkirin dike. Di her rewşê de kontrol divê di destê mêran de bimîne.
Îro jî şopên vê têgihiştinê, di gelek tevgerên femînîst ên li Tûnisê derketine holê de bi awayekî eşkere tên dîtin. Dewletê, ji bo ku jinan di bin kontrolê de bigre, hin “saziyên femînîst ên fermî” ava kiriye. Di çalakiyên van saziyan organîze dikin de rola rêhberî û rêveberiyê mêr digrin ser xwe; ev rewş di nava jinên beşdar de asayî bûye û heta ji aliyê hinekan ve mîna derfata cûdakarî û hişmendiya civakî tê dîtin û bûye sedema ketina xapandineke kûr. Dema ji vê nêrînê de temaşe kirin, polîtîkayên Tûnisê yên li ser jinan, dişîbe polîtîkayên Misirê ku di dîtinê de şêweyekî demokratîk digre, lêbelê di rastiyê de jinan ber bi koletiyek zirav û kûr ve dibe.
Li Tûnisê qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê
Ji bilî vê yêkê, divê em balê bikşînin li ser serkeftinên rêxistinên jinan ên bi ferqkirina di bingeha tundiya mêran de nîşandana hêzê ya ji avahiya baviksalar a dewletê heye, bi dest xistine. Rûxmê zextên giran û dorpêçkirina îdeolojîk, têkoşîna ku meşandine fêkiya xwe daye û di sala 2017'an de qanûna bi hejmara 58’an hate pejirandin û têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan hate armanc kirin. Jinan rûxmê gelek girtin, binçavkirin, îşkence û tepeserkirina xwepêşandanên xwînî, têkoşîna xwe ji bo pejirandina vê qanûnê domandin; bi vî awayî li Tûnisê rêya şoreşek jinê ya rast vekirin. Ji bo jinên Tûnisê, du xalên werçerxê hene: beriya 2017'an û piştî wê.
Li gorî daneyên Enstîtuya Îstatîstîkê ya Neteweyî, ji sedî 47,6'ê jinên Tûnisî di jiyana xwe de herî kêm carek rastî tundiyê hatine. Lêkolînan, nîşan didin ku tundiya nava malê û tundiya fîzîkî û derûnî cureyên herî belav in.
Bêpar hiştina jinan ji mafê darizandina kiryaran
Pisporê derûniyê Sûmeyye Belhac, da zanîn her cure tundiyê şopa tundiya derûnî dihêle û got: “Ev êdî ne tundiyek veşartiye ku mexdûr ferq neke û ji aliyê pisporan vê tê diyar kirin ku nîşanên wê yên teşhîskirî ên mîna hesta êşê, êş kişandin û xwe necibandin heye. Sûmeyye Belhac, bang li jinan dike ku astengiya tirs û bêdengiyê bişkînin, tundiyê qebûl nekin û bi serî li pisporan bidin ku teşhîsê bikin û kiryaran bi darizînin û got:
“Jin divê tundiyê mîna tiştekî xwezayî nebînin û li dijî hemû nêzîkatiyên ku tundiyê asayî dikin têbikoşin. Divê serî li pisporan bidin, rewşê teşhîs bikin û li dijî kiryaran doz vekin. Ji ber ku tundiya derûnî cureyek serbixwe ya tundiyê ye û yek ji cureyên ku bandora herî kûr li ser jinan dihêle ye.”
Rayedar îdîa dikin ku piştî qanûnê bûyerên tundiyê kêm bûye
Rûxmê zêdebûna rêjeyên qeydkirî, rayedar îdîa dikin ku li Tûnisê tundiya li dijî jinan piştî ku Qanûna bi Hejmara 58’an ya 2017'an ket meriyetê, di astekî girîng de kêm bûye. Lêbelê ev daxuyaniyan, bi bertekên hêrsbûyî ya rêxistinên civaka sivîl re rû bi rû man. Ev bertekan, îdîayan heyî mîna cureyek din a tundiya li dijî jinan bi nav kirin. Nûnerên civaka sivîl, diyar dikin ku daneyên hatine ragihandî rastiyê nîşan nadin û hejmarên rast ji aliyê dewletê ve tên veşartin. Daneyên ku komele û rêxistinên civaka sivîl parve dikin jî, nîşan dide ku di salên dawî de di rêjeyên tundiyê de zêdebûnek berbiçav heye.
Qanûna bi Hejmara 58’an ku cîhan çepik dixe û welatên din ên mîna Mexribê jî mînak digrin, îro bi pirsgirêkên bicîhkirinê re rû bi rû ye; jinên bi tundiyê re rû bi rû hatine ji mafê vekirina doze ya li dijî kiryar bêpar tên hiştin û der barê sedemên vê yekê de daxuyaniyek nayê dayîn.
Dewlet di pêkanîna tundiya li dijî de berpirsyar e
Dema temaşeyê cureyên din ên tundiyê tê kirin, tundiya derûnî bi rêjaya ji sedî 32 di rêza ewil de ye, tundiya fîzîkî bi rêjeya ji sedî 28 û tundiya zayendî jî bi rêjeya ji sedî 16 vê yekê dişopîne. Rêjeya tundiya zayendî sala 2023'an bi rêjeya ji sedî 5'ê zêdetir bûye. Daneyên rêxistina "Asvat Nisa" belav kiriye, bi hejmarên Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî (ATFD) re ne hevgirtî ye; li gorî komeleyê, her meh 3 an jî 4 jin têne qetilkirin û rêjeya tundiya nava zewacê jî ji sedî 70 ye.
Zêdebûna daxwazên pejirandina cînayetên jinan a mîna sûc
Komeleyan, difikirin ku ger saziyên dewletê bi awayekî sînordar bi tundiyê re têbikoşin û polîtîkayên hikûmetê guhertinek rastîn di avahiya qanûnî ya tundiya li dijî jinan hêsan dike de nekin, wê tundiya li ser bingeha zayendî roj bi roj zêdetir bibe.
Aktîvîstên femînîst û rêxistinên jinan, daxwaz dikin ku jinan ji bo van sûcên ku bi taybetî ji ber ku jinbûna tên armanc kirin, têgeha "cînayeta jinê" (feminîsîd) mîna pênaseke qanûnî ya zelal bê pejirandin. Ev guhertin, armanc dike ku şopandina darizandinê hêsan bike, kiryar li gorî qanûna bi hejmara 58’an hesab bide û giraniya û wateya rast a sûcê nîşan bide.
Tevgera femînîst û azadiya çapemeniyê
Biryarnameya bi hejmara 54’an, qada rojnamegeriyê teng kiriye û li Tûnisê ji bo pêkanînên çapemeniya azad gefek mezin avakiriye. Ev rewş, di nav derdorên medyayê de bûye sedema xemgîniyek roj bi roj zêde dibe û raporên rêxistinên mafên mirovan, nîşan didin ku rojnamevan ji ber naverokên nûçeyên xwe rastî gefan tên û tên darizandin. Di encama vê yekê de Tûnis di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanî ya 2024'an de di nav 180 welatan de ketiye rêza 118'an. Tûnis di sala 2023'an de di rêza 121’emîn de bû. Ev daketina, ji bo azadiya çapemeniyê ya piştî şoreşa Tûnisê hatiye bidestxistî, gefek mezin e.
Rojnamevanên jin li hemberî van zehmetiyan, ne tenê di bin sînorkirinên qanûnî û şertên aborî yên zehmet de ne, di heman demê de bi zextên pir zêde yên mîna tacîza dîjîtal, gef û cudakariya nav saziyên medyayê re rû bi rû ne. Li gorî raporên Komeya Neteweyî ya Rojnamegerên Tûnisê, jinên rojnameger di koma ku herî zêde bi şopandina darizandinê û zextên pîşeyî re rû bi rû dimînin de cih digrin. Bi taybetî piştî bandora qeyrana aborî ya di medyaya taybet de, gelek rojnamevanên jinên karê xwe winda dikin an jî neçar dimînin ku pîşeya xwe di şert û mercên ne aram de bidomînin.
Rojnamevan Yûsra Belalî ya bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe, diyar dike ku tevgera femînîst a Tûnisê piştî serxwebûnê di gelek destkeftiyên bi Zagona Rewşa Kesane ya 1956'an dest pê kiriye de roleke mezin lîstiye û da zanîn ev qanûn li gorî welatên din ên herêmê hewldana rizgarkirina jinan e. Yûsra Belalî, destnîşan kir ku jinên Tûnisê ji bo mafê xwe ya mîras kiriye têkoşîna xwe domandiye, ji bo ku qanûnê li gorî rastiya rojane bîne xebat meşandiye û pejirandina qanûna têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan a di 2017'an de mîna yek ji fêkiyanê vê têkoşîna domdar ditiye.
Yûsra Belalî, difikire ku ev yek netêrkêr e û wiha dibêje: “Ji ber ku qanûn li gorî berjewendiyên diyarkirî tên çêkirin, maf tên hespkirin û destleftî yên tûne kirin. Jin dibin mexdûrên her cureyê tundiyê yên derûnî, fîzîkî, aborî an jî siyasî û tundî êdî digihîje cînayetê. Dema li dijî jinan êrîşek pêktê, xwegihandina dadweriyê pir zehmet dibe.”
Yûsra Belalî, balê dikişîne li ser zêdebûna mezin a tundiya dîjîtal/sîberî ya li dijî jin û aktîvîstên jinan û got: “Di platformên medyaya civakî de ji ber helwestên siyasî an jî li ser bingeha maf, rastî lînç, reşkirin û tacîzê tên. Rûxmê ku qanûn hilberînerên naverokê (mêr û jin) bi wekhevî digire nav xwe jî, piraniya darizandînan ji jinan pêktê.”
Yûsra Belalî, bibîrxist ku tevgera femînîst a Tûnisê di rabirdû de mafên jinan ên welatên din jî parastiye û got ku îro di paşveçûna qezencan û zêdebûna tundiyê de şîbandiyek herêmî dibîne: “Xespkirina mafan tê asayî kirin û tundî tê bikaranîn. Kiryar an jî kujer cidî nayên girtin û êrîşên li dijî jinan tê paşguhkirin. Ya hêrî xeternak jî, asayîkirina civakê ya van binpêkirin û tundiyan e.”
Yûsra Belalî, bivê pirsê dawî li axaftina xwe tîne: “Ger cebilxaneya qanûnan nikaribe tundî û cînayetên jinan rawestîne, ji bo çî heye?”
Deskeftî û zehmetiyên heyî
Di sala 2025'an de Tûnis, şahidîya kampanyayên femînîst ên bihêz ku hewil dide parastina qada sivîl û zindîkirina bîranîna têkoşîna femînîst pêkbîne, bû. Hewildanên nifşên nû, gotinekî nû ya mafên jinan bi mafên kêmnetew û komên marjînal re dike yek, pêşxistin. Ev tevgerên ciwan û jin, mijarên kedxwarî, cihêkarî û edaletê ya civakî bi hev ve girê dan û bi taybetî ji bo mafên jinan ên penaber girîngiyek taybet dan. Bi vî awayî hewldana ji nû ve şêwekirina tevgera femînîstê nîşan da.
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî (ATFD), têkoşînên femînîst ên serbixwe belge kir û arşîva tevgerê parast. Lêbelê ev dînamîkan bi astengiyên cidî re rû bi rû man. Rayedaran di meha Cotmeha borî de, xebatên ATFD, Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê û saziyên din ji bo meh rawestand.
Ev biryar, di nava aktîvîstan de dikarek mezin avakir. Ev biryar, mîna parçeyek a polîtîkaya zextê ya li dijî civaka sivîl hate dîtin û mîna hewldana qelskirina saziyên amûra muxalîf hate nirxandin. Aktîvîstan, vê yekê bi protestoyên dawî yên li Gabesê ve têkildar nirxandin: “Ev yek ji bo belavkirina balê ya ji pirsgirêkên rast ên mîna qeyrana jîngehê ya kronîk û hilweşîna hêza kirînê, tên kirin.”
Ev geşedanan, him qelsbûna destkeftiyên femînîst ên li Tûnisê û him jî zexta bipergalî ya li dijî civaka sivîl radixe berçavan.
Fikarên domdar
Li Tûnisê, paşguhkirina tundiya li dijî jinan û qebûlkirina saziyên fermî ya zêdebûna tundiyê ya piştî qeyrana COVID-19’an, fikara giştî ya li welat kûrtir kir. Ji ber sînorkirinên civakî astengkirina xwegihandina jinan a derfetên wekhevî, ne tenê di saziyan û rêxistinan de, di qada siyasî de jî bû sedema kêmbûnek cidî ya nûnertiyê. Ev yek jî dewleta Tûnisê, di hevsengiyek serdestiya mêr de heps dike.
Jinan, ev pêşniyaran pêşkêş dikin:
“Di hişmendiya civakî û siyasî de, pêşxistina mihjarên wekhevîya zayendî û zayendî ya civakî,
Mîsogerkirina edaleta civakî û aborî,
Piştgirîkirina serbixwebûna aborî ya jinan,
Pêşxistina bernameyên ku hebûna jinan a di îradeya siyasî de xurt dike.”
Her wiha jinan, tekez dikin ku divê li dijî tundiya siyasî ku xebatên rêxistinên civaka sivîl û aktîvîstan asteng dike, têkoşînek mezin bê dayîn. Ev tundî, bi rêya gef, îftîra û gotin an weşanên ku tundiyê teşwîq dikin, xwe nîşan dide. Jinan, banga rawestandina provokasyonên bivî awayî, ji bo cezakirina sûcdaran bi awayekî bibandor bicîhkirina qanûnan û mekanîzmayên parastinê û bidawîanîna bêcezatiyê dikin.