Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Efganistan
Li Efganistanê jin di nav salê de li dijî kiryarên Talîbanê ku hebûn û nasnameya jinan hedef digire di nav berxwedanê de bûn.
Navenda Nûçeyan – 25’ê Mijdarê li Efganistanê ne merasîmek sembolîk e, nîşanek ji rastiya rojane ye. Rojek bi navê "Têkoşîna li dijî Tundûtûjiyê" di salnameya cîhanî de ye, lê ji bo jinên Efganî ev tê wateya nirxandina salekê ku tê de tundûtîjî ne bûyerek, pergalek rêveberiyê bûye. Di vê salê de, polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jinan formek hevgirtîtir, rêkûpêktir û rêxistinkirî girtin. Ji dûrxistina gav bi gav a jinan a ji perwerde, kar û qada giştî, zewacên bi zorê, vegera bi zorê ya penaberên Efganî -bi taybetî jî jinan- a ji welatên cîran a nemaze jinan û windabûna jinan bigire heya kontrola beden, tevger, deng û heta hebûna wan a di malê de.
Destpêka êşa jinên Efganî piştî darbeya 27’ê Nîsana 1978’an bû
Her çiqas deriyên zanîngehan ji keçan re girtî bûn, bi sedan jin ji karên xwe hatin avêtin û bi hezaran jin li pişt dîwarên malên xwe hatin girtin jî, berxwedan nemir. Kombûnên li kolanan ên biçûk, dersên xwendin û nivîsandinê yên veşartî, torên hevgirtinê yên serhêl û vegotinên ku di nav dîwaran re derbas bûn, nîşan dan ku jinên Efganî teslîmî windabûna civakî nebûne; wan formên nû yên hebûnê afirandine. Ev rapor çîroka salekê ye ku tê de tundûtûjî di siyasetê de dest pê kir û gihîşt jiyana rojane. Lê li kêleka wê, têkoşînê jî rêya xwe ji kolanan ber bi jiyana rojane ve dît. Çîroka jinên ku li dijî tasfiyekirina sîstematîk derketin ne ji ber ku wan destûr da ye, ji ber ku ew mafê jiyanê wekî teslîmbûnê nabînin e. Di çar salên desthilatdariya Talîbanê de, jin di tengasiyên rojane de hatin hiştin û hejmarek şervanên jin neçar man ku ji welêt derkevin da ku jiyana xwe û ya hezkiriyên xwe rizgar bikin. Rapor her wiha destnîşan dikin ku destpêka êşa jinên Efganî piştî darbeya 27’ê Nîsana 1978’an bû. Berî wê, jinan tenê li dijî civaka baviksalar şer kirin, lê bi hatina desthilatdariya hikûmeta kukla ya Rûsyayê re, jiyana wan tarîtir bû û ew ji hêla hikûmetan ve ji hemû mafên mirovan bêpar man. Jinên Efganî her gav gotine: "Jinbûn di civaka Efganî de sûcek mezin e."
Aliyê yasayî
Di 20 salên borî de, tevî qedexe û ramanên dijminê jinan û hikûmetên ku li ser rêziknameyên Xanedaniya 8’emîn hatine avakirin, şîdeta navmalî, îstismara zarokan, zewaca bi zorê, kevirbarankirin, birîna guh û pozên jinan û bi sedan sûcên din, jin û parêzvanên mafên jinan hê jî karîn qanûnên girîng derxin ku mafên jinan mîsoger bikin. Destûra Bingehîn a Efganistanê, ku "dayîka qanûnan" a her civakê ye, tekezî li ser mafên wekhev ên jin û mêran kir. "Qanûna Jiholêrakirina Şîdeta li dijî Jinan" jî tevî dijberiya tund a oldarên hişk jî hat derxistin. Wekî din, peymanên navneteweyî yên li ser mafên jinan hatin îmzekirin, dadgehên taybet ji bo çareserkirina şîdeta li dijî jinan hatin damezrandin, Wezareta Karûbarên Jinan hate damezrandin, ji bo jinên ku ji şîdetê direvin malên ewle hatin afirandin û gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo parastina mafên jinan hatin damezrandin.
Wezareta Fazîletê bûye saziyek ji bo zext û heqaret li jinan dike
Divê were destnîşankirin ku ev hemû destkeftî encama hewldan û têkoşîna domdar a jin û mêrên hişmend ên civaka Efganistanê bûn, ne xêra hikûmetan. Ji ber ku di gelek rewşan de, hikûmetan bi xwe rê li ber jinan girtin û nehiştin ku dengê xwe bilind bikin. Lê belê, piştî 15’ê Tebaxa 2021’an, bi vegera Talîbanê û guhertina rolan, hemû ev destkeftî hatin wêrankirin. Bi yek fermanê, hemû qanûn û pêşketinên qanûnî yên ji bo jinan hatin betalkirin û cihên têkildarî jinan veguherî ofîsên Wezareta Teşwîqkirina Rastî û Pêşîlêgirtina Xerabiyê. Dijminatiya eşkere ya Talîbanê ya li hember jinan, bû sedema derxistina zêdetirî 30 fermanan a ji aliyê serokê Talîbanê, Mela Haibatullah Akhundzada ve. Fermanên ku armanc dikirin jinan sînordar bikin û heta dengê jinan wekî nefret binav bikin. Wezareta Fazîletê bi pratîkî bûye saziyek ji bo pêkanîna zext û heqaretên li dijî jinan.
Aliyê nasnameyê
Di zêdetirî 14 salan de, nasnameya jinên Efganî kêm bûye ji bo têgehên wekî ‘rûmet’, ‘qanûnê.’ Têgehên ku bi hev re çûne û tundûtûjî û sûcên li dijî jinan zêde kirine. Di çar salên dawî de, Talîbanê ji her demê bêtir hewl da ku nasnameya jinan bi bêparkirina jinan a ji mafê perwerde, kar û hebûna civakî, tune bikin. Di rewşa heyî de, malbat keçên xwe bi xizmên xwe re dizewicînin da ku wan ji zewaca bi zorê ya bi Talîbanê re rizgar bikin. Bav û dê neçar in ku keçên xwe bifroşin da ku jiyana xwe û ya zarokên xwe yên din xilas bikin. Jin ji bo debara zarokên xwe serî li parsekî û bazirganiya firoşyariyê didin. Ger ku tevgera wan li gorî daxwazên Talîbanê nebe, ew dikevin zindanê. Nasnameya jinên Efganî îro bi çarşeveke mecbûrî ya ji hêla Talîbanê ve, sînordar e.
Jinên Efganî teslîmî vê nasnameya ferzkirî nebûne
Di vê rewşê de, diyarkerên nasnameya jinan mela ne ku bi piştgiriya welatên wekî Dewletên Yekbûyî, Pakistan, Rûsya, Çîn, Hindistan, Îran, Tirkiye, Qeter û hin welatên Ewropî tên xurtkirin. Jinên ku li Efganistanê rastî gefan hatine gelek caran gotine ku “welatên ku di vê krîzê de ne, ji aliyekî ve me di destên Talîbanê de qurban dikin, ji aliyê din ve ew bi dirûşmeyên mafên mirovan li welatên xwe, mîna ku me xilas dikin nîşan didin.” Li gel van şert û mercan, jinên Efganî teslîmî vê nasnameya ferzkirî nebûne. Wan bi wêrekî bi avakirina pirtûkxaneyên veşartî, dibistanên malê, salonên bedewiyê yên nefermî, çalakiyên sivîl ên veşartî, meş û xwepêşandanên veşartî, berxwedanê domandine. Bi eşkerekirina sûcên Talîbanê, wan nasnameya xwe ya mirovî ji nû ve pênase kiriye û nehiştine ku ew bi cezayê hepsa hetahetayê werin mehkûmkirin.
Agahiyên li ser tawanên Talîbanê yên li dijî jinan
Li gorî raporek ji aliyê dezgeheke medyayî ya herêmî ya Efganî ve hatiya amadekirin, di 3 salên borî de 715 kes bi eşkereyî hatine qamçîkirin ku 136 ji wan jin bûne. Hikûmeta Talîbanê ti agahiyek fermî û berfireh li ser kuştin, xwekuştin an tawanên din peyda nake. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêjeya xwekuştinê li Efganistanê ji navînîya cîhanî kêmtir dibîne. Lê raporên herêmî û daxuyaniyên bijîşkên Efganî nîşan didin ku piştî sala Mijdara 1979’an di xwekuştinên jinan de zêdebûnek girîng heye. Ev kuştin, kuştinên ji bo namûsê, şîdeta navmalî û kuştinên siyasî dihewîne.
Malbatên qurbaniyan ditirsin
Ji dema ku Talîban hat ser desthilatê, rêxistinên wekî Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA), Amnesty International û Human Rights Watch bi berdewamî hişyarî dane ku polîtîkayên Talîbanê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan ên jinan e. Gelek bûyerên kuştinên armanckirî yên jinan li parêzgehên Kabil, Belx, Herat û Badaxşan hatine ragihandin. Raportên NY dibêjin: "Di hin rewşan de, Talîban û komên girêdayî wan piştî girtina jinan bi tohmetên nezelal ên wekî bêehlaqî an jî guhnedana qanûna Îslamî, îşkence kirine û piştre jî winda kirine. Malbatên qurbaniyan di bêdengî û tirsê de dijîn, bêyî ku îmkana gilîkirin an jî lêgerîna tedbîrên qanûnî hebe."
Perwerdehiya bilind ji bo jinan qedexe kirin
Human Rights Watch di rapora xwe ya 2013’an de wiha nivîsand: "Gelek kuştinên jinan di serdema Talîbanê de an nayên tomarkirin an jî bi zanebûn têne veşartin û ev veşartin amarên rastîn ên tundûtûjiyê zêde dike." Ji bilî kuştin û windakirinan, cezayê bedenî, bi taybetî jî qamçiyan ê li ber çavan, rûyê rastîn ê sûcên Talîbanê yên li dijî jinan nîşan dide. Li gorî rapora Amnesty International ku ji hêla UNAMA ve hatî piştrastkirin, ji Kanûna 2012’an heta Tîrmeha 2014’an, zêdetirî hezar dozên qamçiyan li ber çavan li parêzgehên cûda hatine tomarkirin, di nav de bi sedan jin jî hebûne. Piraniya van cezayan bi tohmetên wekî "reva ji malê", "têkiliya neqanûnî", an "cilên ne guncaw" hatine pêkanîn û darizandinek adil tunebûye. Wezareta Ragihandinê ya Talîbanê di serî de berpirsiyarê bicîhanîna van cezayan e û ew mirovan kom dikin da ku temaşe bikin da ku ew "dersekê bidin". Di sektora perwerdehiyê de, Talîbanê di Tebaxa 1979’an de deriyên dibistanên keçan ên piştî pola 6’an girtin. Di Kanûna 1980’yan de, wan perwerdehiya bilind ji bo jinan qedexe kir. Li gorî raporek UNESCO’yê di Tebaxa 1983’an de, zêdetirî 2 milyon û 200 hezar keç ji mafê xwe yê perwerdehiya navîn û zanîngehê bêpar mane.
Ji sedî 90’ê jinên dixebitin, karên xwe winda kirine
Di encama girtina derfetên perwerde û kar de, zewacên bi zorê û zewacên zarokan bi awayekî berbiçav zêde bûne. Li gorî daneyên UNICEF û rêxistinên nehikûmî, li hin parêzgehan rêjeya zewaca keçên di bin temenê 18 salî de, gihîştiye ji sedî 40 heta 50’yî. Gelek malbat keçên xwe di berdêla pere an xwarinê de dizewicînin da ku ji xizaniyê birevin. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya 2014’an de tekez kiriye ku polîtîkayên Talîbanê ne tenê mafên mirovan ên jinan hilweşandine, di heman demê de çerxek xizaniyê, tundûtûjiyê û bêhêvîtiyê li ser civakê ferz kiriye. Di heman demê de bi sînordarkirinên perwerdehiyê re, Talîbanê di Kanûna 2014’an de fermanek derxist ku jinan ji xebata di rêxistinên nehikûmî de qedexe kir. Paşê ev sînordarkirin berfireh kir û ji bo saziyên hikûmet û taybet jî derbasdar bû.
Rapora Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya 2014’an nîşan dide ku nêzîkî ji sedî 90’ê jinên dixebitin, karên xwe winda kirine û bi milyonan serkarên malbatan ên jin, di rewşek krîtîk de ne. Tenê hejmareke sînorkirî ya jinan destûr tê dayîn ku di sektorên tenduristî an perwerdehiyê de bixebitin. Ew jî bi şerta ku bi parêzvanek mêr re bin. Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî di heman salê de ragihand ku van polîtîkayan xizanî û girêdayîbûna jinan zêde kiriye û hejmara jinên ku nikarin xwarina xwe ya rojane bikirin gihîştiye astên bêhempa.
Karesatên Xwezayî (Erdhej)
Piştî erdheja li rojhilatê Efganistanê di 24’ê Îlona 2015’an de, jin û zarok herî zêde bandor bûn. Zêdetirî 11 hezar û 600 jinên ducanî hewcedariya wan bi lênêrîna lezgîn hebû û bi gihîştina wan a bi sînor a xizmetên bijîşkî re rû bi rû bûn. Nirxandinên zayendî yên bilez nîşan didin ku xetera şîdeta li ser bingeha zayendî li deverên bandordar zêde ye. Bi taybetî li parêzgeha Kunar ku berî erdhejê nêzîkî nîvê jin û keçan hewcedarê xizmetên destdirêjiyê bûn, erdhejê van lawaziyan girantir kiriye. Li kampên demkî, jin û keç bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû man. Tesîsên av û paqijiyê kêm bûn û nepenî ne bes bû, rêzên tevlihev ên jin û mêran û rêveberiya alîkariyê bi piranî ji hêla mêran ve dihat kirin, ku hemî van xetera tundûtûjî û îstismarê zêde dikir.
Tenê nêzîkî ji sedî 10’ê karmendên bijîşkî li parêzgehên ku ji erdhejê bandor bûne, jin bûn. Ji bo gelek jinan gihîştina rasterast a tenduristî û lênihêrîna tenduristiya derûnî tunebû. Ev sînorkirin di çarçoveyek de çêbûn ku tundûtûjiya li dijî jinan berî erdhejê berbelav bû; Raport destnîşan dikin ku bi sedan bûyerên kuştina jinan û zêdetirî 840 bûyerên tundûtûjiya li ser bingeha zayendî tenê di salên dawî de hatine tomar kirin. Bi vî rengî, jin û keçên Efganî ne tenê qurbaniyên rasterast ên karesatên xwezayî bûne, lê di heman demê de bi gefên sîstematîk ên tundûtûjiya li ser bingeha zayendî û sînorkirinên giran ên li ser xizmetên mirovî û bijîşkî re jî rû bi rû mane.
Krîza Mirovî: Rewşa Penaberan
Di mehên dawî de, pêlek mezin a derxistina penaberên Efganî ji welatên cîran, bi taybetî Pakistan û Îranê, krîzek mirovî ya nû derxistiye holê. Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) û Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji Cotmeha 2013’an heta Tîrmeha 2015’an, zêdetirî 1.5 milyon Efganî bi zorê ji Pakistanê û nêzîkî nîv milyon jî ji Îranê vegeriyane Efganistanê. Gelek ji van kesan bêyî stargeh, xwarin an jî xizmetên tenduristiyê vegeriyane Efganistanê. Kampên demkî li parêzgehên Nangarhar, Kandahar û Herat tijî malbatên ku piştî salan jiyana li derveyî welêt, niha ti rêyên jiyanê nînin in. Ajansên alîkariyê hişyarî dane ku ev vegerên bi zorê di demekê de pêk tên ku Efganistan bi xizaniyek giran, bêkariya berfireh û astengiyên siyasî re rû bi rû ye û nikare nifûsek ewqas mezin bigire.
Piştî vegera xwe rastî qanûnên tund ên Talîbanê hatin
Di nav kesên ku vedigerin de, jin û keç herî zêde bêparastin in. Gelek ji wan li welatên mêvandar gihîştina perwerde, kar û azadiya nisbî hebû, lê piştî vegera xwe ew bi qanûnên tund ên Talîbanê re rû bi rû mane ku rê li ber xwendin, xebat û beşdarbûna wan a li civakê digirin. Raporên UNICEF û UN Women nîşan didin ku hejmareke mezin ji jinên vegeriyayî rastî zewaca bi zorê, xizanî û şîdeta navmalî tên. Nebûna navendên piştgiriyê, sînorkirinên li ser seferên ne-mehram û nebûna xizmetên tenduristiyê bûne sedem ku jin di şert û mercên nebaş de li kampên sînor bijîn.
Jinan li seranserê welêt şêwazên nû yên berxwedanê afirandine
Rêxistinên alîkariyê tekez dikin ku ev vegerên bi zorê di demekê de pêk tên ku Efganistan bi krîzeke avahîsaziyê re rû bi rû ye, xizanî û bêkarî kûrtir dibin û hikûmetek bi nêzîkatiyek siyasî ya Îslamî ji bo siyaseta navxweyî û derve berdewam dike. Vê rewşê Efganistanê bêtir paşve kişandiye. Welat ne xwedî kapasîteya wergirtina nifûsek wisa ye. Di sala borî de, jinên Efganî ne tenê temaşevanên sînorkirinên ku li ser wan hatine ferzkirin bûn. Tevî ku ji perwerde, kar û qadên giştî hatine qedexekirin, jinan li seranserê welêt şêwazên nû yên berxwedanê afirandine.
Kabîl; Dersên malê û torên perwerdehiyê yên bingehîn
Piştî ku zanîngeh û dibistanên keçan hatin girtin, komek mamosteyên berê li navçeyên Deşt-e-Barchi, Qala-e-Fathullah û Kartase dest bi birêvebirina dersên binerdî ji bo keçên 12 heta 20 salî kirin. Ev ders bi gelemperî li malan, bi hejmareke sînorkirî ya 7 heta 12 xwendekaran dihatin lidarxistin, da ku bala hêzên Talîbanê nekşînin. Di nav mijaran de matematîk, îngilîzî, wêje û di hin rewşan de, zanista bingehîn hebûn. Mamosteyan mûçeyek sabît nedigirtin û lêçûn bi bexşên herêmî an jî bexşên biçûk ên malbatan dihatin dabînkirin.
Herat; Torên dirûtinê û serxwebûna darayî ya malbatê
Li deverên Pul-e-Rangineh, Şîdaî û Navçeya Şeş, jinan komên biçûk ava kirin da ku bi rêya dirûtin, karê derziyê û karên destan serxwebûnek darayî ya nisbî bi dest bixin. Armanca van koman ne tenê qezenckirina dahatê bû; di heman demê de parastina nasnameya civakî ya jinan wekî "aktorên zindî di civakê de" bû. Hin ji van berheman neşandin Efganistanê, lê bi serhêl û bi posteyê ji Îran û Tirkiyeyê re hatin firotin.
Mazar-î Şerîf; Çemberên xwendinê û tomarkirina çîrokên tundiyê
Di sala borî de, komên biçûk ên jinan li Mezar-î Şerîfê heftane civînên xwendin û nîqaşkirina pirtûkan li dar xistin û di heman demê de çîrokên girtin, gefên malbatî û êrîşên li ser kombûnan tomar kirin. Hin ji van çîrokan bi şêweyê şîfrekirî ji rêxistinên mafên mirovan û medyaya bi zimanê Farisî ya li derveyî welêt re hatin şandin. Armanca vê xebatê pêşîgirtina li jibîrkirinê û belgekirina berdewam a tundûtûjiya sîstematîk bû.
Celalabad û Nangarhar; Xwepêşandanên sembolîk û demkurt
Li van deverên ku kontrola Talîbanê dijwartir e, jinan li şûna kombûnên kolanan nîşanên sembolîk ên protestoyê bikar anîn. Nivîsandina hevokên kurt a li ser dîwaran, hiştina perçeyên biçûk ên kaxezê bi peyama azadiyê, an jî danîna potên spî li ser pencereyan. Ev şêweya berxwedanê peyamê bi riya herikîna jiyana rojane belav kir, ne bi hebûna girseyî.
Jinên li sirgûniyê; Têkiliya li welat û derveyî welat
Bi dehan rojnamevanên jin, çalakvanên civaka sivîl û zanyarên hiqûqê yên li Îran, Pakistan, Almanya, Fransa û Kanadayê wekî "pirên ragihandinê" tevdigerin. Wan agahdariya xav, çîrok, wêne û şahidiyan ji hundur wergirtin û bi awayekî anonîm weşandin. Torên taybetî WhatsApp û Signal di belavkirina bi ewle ya agahdariyê de rolek sereke lîstin. Bi haydarbûna ji xetereyên îşkence û girtina jinan a li hundur, van jinan pergalek parastî û pir-qatî ji bo veguheztina çîrokê sêwirand.
Serkeftina berxwedana li dijî hemû krîzan
Di dawiyê de, çar salên desthilatdariya Talîbanê bûne hevwateya zordariya sîstematîk a li ser jinan a li Efganistanê. Kuştin, îşkence, qamçîkirina li ber çavan, bêparkirina jinan a ji perwerde û kar, zewacên bi zorê… Li Efganistanê, jin ne tenê ji mafên wekhev bêpar mane, di heman demê de ew kirine pozîsyonek pola duyemîn û heta ji kategoriya mirovan jî hatine derxistin. Sîstema Efganistanê ku li ser bingeha îdeolojiya Îslama siyasî ye, di krîzek kûr re derbas dibe. Di pêvajoyek gendeliya civakî û avahîsaziyê de derbas dibe. Tekane rêya derketina ji vê krîza mirovî û ontolojîk, çareseriyên ku ji hêla jinan ve tên rêvebirin e.
Jinên Efgan bêdeng neman
Efganistanek demokratîk tenê dikare di sîstemek ku nasnameya jinan tê de tê naskirin û xurtkirin de, pêk were. Lê hikûmeta Talîbanê ne vîzyonek wisa heye û ne jî lê digere. Wekî din, rêxistinên navneteweyî jî helwestek durû û hegemonîk li hember Efganistanê û jinên Efganî nîşan didin. Berpirsiyarên sereke yên krîza mirovî li Efganistanê ew avahî ne ku, ji bo berjewendiyên xwe, Rojhilata Navîn xistine nav zozanek nezanî, bêfîlozofî û bêhişmendiyê. Lê belê, jinên Efganî li hember vê fermana wêranker a ferzkirî bêdeng nemane û tevî hemû zehmetiyan jî, şêwazên nû yên berxwedanê afirandine. Her çiqas hebûna wan di perwerde, kar û qada giştî de qedexe be jî, jin li seranserê welêt ji bo jiyan û hebûnê têkoşîna xwe didomînin. Bi wêrekî û afirîneriya xwe, jinên Efganî dengê xwe gihandine cîhanê û îspat kirine ku çiqas tundî û cudakariya sîstematîk hebe jî, îrade û berxwedana mirovan nayê tepeserkirin û bi bêdengî an teslîmbûnê ve nikare bê sînordarkirin.