Li dijî civak û jinan Îslama Siyasî – 2

Ji bo ku Rojhilata Navîn bigihîje cewherê xwe, pêdivî bi şoreşa jinan a duyemîn heye. Şoreşeke duyemîn a jinan û ferasetê ya ku qonaxa xwe ya di zikê dayîkê de temam kiriye û hatiye dinê; dê Rojhilata Navîn ji pirsgirêkan rizgar bike.

GELAWÊJ BERXWEDAN

Kapîtalîzmê, bi Îslama radîkal Wehabîtiyê û bi vê yekê ve girêdayî El-Qaîde, El-Nusra û rêxistinên çeteyan ava kir. Bi heman rengî bi navê Îslama nerm, ‘Birayên Misliman’ ava kir. Xeta Îxwan, îro li Tirkiyê ji aliyê Erdogan ve tê meşandin û hewl didin vê xetê serdest bikin. Li Sûriyê jî li her herêma ku berê Îxwan xwe lê birêxistin kiribû, niha komên cîhadîst hene. Komên wek HTŞ (Heyet Tehrîr El-Şam) û SMO (Artêşa Milî ya Sûriyê) rêxistinên çete yên wek DAIŞ’ê ne û bi îxwan re di xeteke hevpar de tevdigerin.

Şiîtî û Hîzbullah

Ji destpêka Îslamiyetê ve heta niha, li dijî Şîiyan zext, komplo û vederkirin didome. Suniyan her dem zextê li Şîiyan kir. Tevgerên mîna Babekî, Karmatî, Cawîdanî, Zenciye, Îxwan-i Sefa, Mutezîle, li dijî Îslama Sunî derketine. Hinek ji wan ji aliyê koka xwe ve Aryenî ne. Van tevgeran di civakê de bandorên girîng çêkirine. Li gelek herêmên ku ev bizav lê derketine, di roja me de di destê mezheba Şiî de ne û bûne cîhê rêxistinkirina wan.

Hîzbullaha ku Îran li balê ye, bi kodên Îslama siyasî bipêş ketiye. Hîzbullah, piştî Şoreşa Îslamê ya sala 1979’an, bi desteka Îranê di sala 1982’yan de hat avakirin. Xwe mîna tevgerek cîhadîst pênase dike û li dijî bloka Sunî, wek bloka Şiî teşe girt. Hîzbullah her çendî wekî ku ji aliyê Îranê ve hatibe avakirin xuya bike jî; di rastiyê de ji aliyê hêzên derve ve hatiye avakirin. Di pratîkê de ji aliyê Îranê ve destekê dibîne, ji Îranê alîkariya madî û leşkerî digre. Hîzbullaha ku li Lubnanê hat bihêzkirin, wekî hêzeke ku li dijî Îsraîlê şer dike tê nîşandan. Armanca sereke ya hêzên emperyal bi avakirina vê rêxistinê ew e ku krîzên heyî kûrtir bikin, ji bo berjewendiyên xwe bingehên nû ava bikin.

Hîzbullah, di heman demê de li Tirkiyeyê Huda-Par, li Başûrê Kurdistanê jî bi navê Komele Îslam xwe birêxistin kiriye. Ev kom nûnertiya Îslama radîkal dikin û destekê ji Îslama Şiî digrin. Armanc bi van partiyên ku li parçeyên Kurdistanê hatine avakirin ew e ku; pirsgirêkên civakî kûr bikin, bingehên civakî zêdetir perçe bikin. Di salên 90’î de li Tirkiyê bi navê "Hîzbullah" bi hezaran kes bi cînayetên kiryar nediyar hatin qetilkirin, texrîbatên civakî çêbûn. Ji Başûrê Kurdistanê jî Partiya Komele Îslam xebatan didomîne. Ev kom bi giştî girêdayî Îranê ne û di nava hêzên ku tevli pevçûnên li Lubnanê bûne de cîh digrin. Sedema bingehîn a bihêzkirina van hêzan li Tirkiye, Lubnan û Başûrê Kurdistanê ew e ku; pêşî li tevgera şoreşger a Kurd bigirin û têkoşînê qels bikin.

Li dijî Şoreşa Filîstînê Hemas

Hamas, di sala 1987’an de wek tevgereke Îslama siyasî hat avakirin. Her çend mîna ku ji aliyê Îranê ve destek jê re tê dayîn xuya bike jî; di piştperdeyê de ji aliyê Îsraîlê ve hatiye avakirin. Bi Deklarasyona Alfour a di sala 1917’an de hat weşandin re, Îngilîzan avakirina dewletek Îsraîlê ya di nav axa Filistînê de erê kirin. Li ser vê yekê, di sala 1948’an de li ser axa Filistînê dewleta Îsraîlê hat avakirin. Armanca avakirina Îsraîlê ew bû ku Rojhilata Navîn her dem di nava krîz û kaosê de bigirin. Di heman demê de Îsraîl wek nobedarê berjewendiyên emperyalîzmê yê li Rojhilata Navîn hatiye avakirin.

Piştî salên 1948’an şerê Cihû-Filîstînê dest pê kir û di vê pêvajoyê de li Filîstînê gelek tevgerên şoreşger derketin holê. Ev tevgerên şoreşger, zêdetir tevgerên çepgir bûn. Li Filîstînê rêxistinên wek “Eniya Rizgariya Neteweyî ya Filîstînê” hatin avakirin. Gelek beşên civakê tevlî têkoşîna şoreger bûn. Jin jî di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstin. Jinên mîna Delal Saîd El Maxribî, Sîna Meheyderiye, Leyla Xalid ên şoreşger derketin. Sîna Meheyderiye, çalakiyeke fedayî li dar xist. Jinan di şer de roleke çalak lîstin. Ne tenê jinên Filistînî, ji Lubnan, Mexrib û gelek welatên din, jin tevlî şer bûn. Ev rewş heta salên 1980’yî berdewam kir.

Îsraîlê, ji bo tesfiyekirina tevgerên şoreşger serî li gelek riyan da. Di encamê de, di dawiya 1987’an de Hamas hat avakirin. Hamas di rastiyê de ji aliyê Îsraîlê ve bi armanca tesfiyekirina tevgerên şoreşger ên Filîstînê hatiye avakirin. Hamas li gorî cehwer û berjewendiyên civakê nîne, tevgereke çêkirî û cîhadîst e. Çekên vê rêxistinê jî ji aliyê hêzên ku berjewendiyên emperyalîzmê diparêzin ve tên peydakirin.

Mêtingeriya li ser enerjiyê

Yek ji hedefên bingehîn ên hêzên emperyalîst, kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê ye. Li gorî wan ji bo hemû çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn ber bi hêzên emperyalîst ve biherikin, divê tu astengî tunebe. Ji ber vê yekê, Rojhilata Navîn bi salan e bûye navenda şeran. Hêzên emperyalîst, di ser çavkaniyên enerjiyê yên Rojhilata Navîn re, senayiya Ewropayê bi pêş dixin. Ji bo ku Ewropa di warê endustriyel de li ser piyan bimîne divê rojê herî kêm milyonek varîl petrol biherike. Lê di rewşa heyî de, ji ber mudaxeleyên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn, ji bo Ewropayê rojê 7-8 milyon varîl petrol diherike. Ev petrol, bi taybetî di hilberandina nukleer a çekên kîmyewî de tê bikaranîn. Tiştê  trajîk jî ew e ku cîhê ceribandina van çekên hatine hilberandin Rojhilata Navîn e. Kapîtalîzm, ji bo ku çavkaniyên xwe yên mêtingeriyê bihêztir bigre, li Rojhilata Navîn bi berovajîkirina olê xwe gihandiye hemû çavkaniyên herêmê. Ola ku civakan tîne ba hev, bi demê re bûye amûra siyasetê û ketiye xizmeta kapîtalîstan. Bi vê yekê çavkaniyên Rojhilata Navîn, civak û mirov hatine mêtin û ketine destên mêtingeran.

Qada Tehrîrê cîhadîzm û berxwedan

Bihara Ereb, bû pêvajoyek ku daxwazên azadî û edaletê yên gelan hatin ziman. Lê ev pêvajo, paşê veguherî qadên di bin bandora hêzên cîhadîst de. Ji bo ku Rojhilata Navîn li paş bihêlin û gelan bi tevahî biçewisînin, komên cîhadîst xistin nava serhildanên gelan. Li Tûnis, Libya û Misirê amadekariya Îxwanul Muslimîn (Birayên Misilman) hat kirin. Di navbera salên 2001-2011’an de li Tûnisê pirzewacî di zagonê de tunebû. Tevî ku di ayeteke Quranê de tê gotin "Ger hûn edaletê pêk bînin, hûn dikarin çend car bizewicin” heye jî ev rewş di zagonên Tûnisê de tunebû. Lê piştî ku Îxwan bû desthilatdar, dest bi teşwîqkirina pirzewaciyê kir. Hewl dan zagonên li Tûnisê, li gorî xeta Îxwan biguherînin.

Li Misirê jî pêşengên serhildanên gel ên li Qada Tehrîrê jin bûn û di civakê de roleke diyarker a jinan hebû lê pitşî ku hikûmet guherî, ên bûn desthilatdar, dest bi pêkanîna zagonên şerîetê yên ku mafên jinan bi sînor dikin kirin. Rêveberiya nû, piştî hikûmeta beriya xwe, zêdetir bû dîktator û otorîter, azadiya jinan bi sînor kir.

Li Libyayê di serdema Muammer Qedafî de, mirovan kiriya malan nedidan û tu kes bê xanî nebû lê îro, li Libyayê gelek kes li kolanan dijîn, li ser jinan sergirtin tê ferzkirin. Desthilatdariya nû, li ser navê Îslamê li gel, bi taybetî li jinan zilmê dike.

Zagonên şerîetê

Li welatên Rojhilata Navîn zagonên heyî bi giştî yên şerîetê ne. Li van welatan, jin mîna mirovên çîna duyem tên dîtin. Ev nêzîkatî xwe dispêrin zagonên şerîetê. Zagonên şerîetê li gorî îslamê hatine nivîsandin. Di navbera Quran û şerîeta îslamê de cudahî hene. Piştî wefata Hz. Muhemmed, şerê desthilatdariyê li cîhana îslamî dest pê kir û ji ber nakokiyên ku çêbûn û pevçûnên derketin, Muawiye bû serdest. Bi desthilatdariya Muawiye re, bingehên Îslama siyasî hatin avêtin. Di wê serdemê de zagonên şerîetê bi taybetî dijberî civakê û jinan ketin meriyetê. Bi bandora kapîtalîzmê re, Îslama siyasî kûrtir dibe û zorê dide civakîbûnê. Bi bi yekê texrîbatên mezin li Rojhilata Navîn çêdike.

Afganîstan mînakeke vêya ye. Afganîstanê, civaka xwe di nava destên Telîbanê de hişt. A ku Telîbanê ava kir DYA ye. Ji bo li ser civak û jinan mêtingeriyê bike hat bikaranîn. Em werin ser HTŞ’ê. Gelo HTŞ kî ye? Envantera HTŞ’ê aydê DYA û Îngîltereyê ye. Baş tê zanîn  HTŞ,  El Qaîde, El Nusra û DAIŞ bi xwe ye.

 Xirabiya bêsînor a Îslama siyasî

Ji ber zagonên şerîetê li gelek welatên Rojhilata Navîn pirzewacî meşrû ye, beramberî mêrek şahidiya du jinan tê pejirandin, di parvekirina mîrasê de para jinan ji 3 yek e, a mêran ji 3 du ye. Hevberdan zêdetir bi biryara mêr çêdibe û zagonên medenî li gorî hiqûqa Îslamê tên amadekirin. Li Îranê ev zagon bi awayê hişktir tên pêkanîn û muta (zewaca demkî) rewa tê dîtin. Ligel vê jî zagona polîsên exlaq û sergirtina bi zorê heye. Pêkanînên misilmanên Şiî li Îranê bi awayê hişktir dikevin meriyetê.

Li Iraqê jî Zagona Medenî ya di serdema Ebdulkerîm Qasim de hatiye nivîsandin, wek yek ji zagonên herî demokratîk ên li Rojhilata Navîn tê dîtin. Li gorî zagonên Iraqê temenê zewacê 18 hatiye diyarkirin û li dijî zewacên di bin temenê 18 salî de pêkanînên zagonî hene, ceza tê ferzkirin. Ev zagon heta îro jî derbasdar e. Her wiha karûbarên hevberdanê jî li gorî daxwaza herdu aliyan çêdibe. Ger jin daxwaza hevberdanê bike, tê pejirandin û nîvê wekaletê didin jinan. Zarok heta dibin 18 salî bi dayika xwe re dimînin û nefeqe didin jinan. Ev zagon, nîşan dide ku Iraq li gorî welatên din ên li Rojhilata Navîn dikare ber bi pergalek demokratîk ve biçe.

Zagonên Tirkiyê jî xwe dispêrin bingehek laîk. Di 22 salên dawî de ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ji bo çûyîna ber bi zagonên şerîetê ve hinek guherîn hatin rojevê. Li Tirkiyê polîtîkayek ku dixwaze zagonên şerîetê werin pêkanîn heye.
 

Rûyê din ê şerîetê bir zagona “Xesle ar”

Zagona paqijkirina namûsê, "xesle ar" li gelek welatên Rojhilata Navîn hatiye pejirandin û zagoneke şerîetê ye. Li gorî vê zagonê, mêrek jina ku pê re zewicandiye, xwişka xwe, dayîka xwe yan jî xizmek xwe ya nêz, di rewşek ne guncaw de bi mêrek re bibîne dikare jinê bikuje. Mêrê ku jinê qetil dike, bi giştî piştî ku 3 meh an jî 3 sal di girtîgehê de dimîne ji zagona xesle ar sûdê digre, tê berdan û dibêjin ku namûsa xwe paqij kiriye. Ev zagon li gelek welatên Rojhilata Navîn derbasdar e.

Li Başûrê Kurdistanê jî ev zagon serdemek dihat pêkanîn lê ji ber berteka mezin a gel û li dijî derketinê hat rakirin. Li Başûrê Kurdistanê cezayê qetilkirina jinan an darvekirin an jî muebet e.

Li Iraqê jî zagona "xesle ar" hê derbasdar e û tê pêkanîn. Li Tirkiyê zagonek wiha bi awayê vekirî tuneye lê gelek mêrên ku jinan qetil dikin, bêyî ku ceza bigrin tên berdan. Ev jî nîşan dide ku zagon bi awayê fiîlî di meriyetê de ye.

 Jin-mêr zewac û ajo

Divê mirov mijara jin û malbatê di ser xirîstiyaniyê de lêkolîn bike. Rêber Apo dibêje: “Xirîstiyaniyê li Rojhilata Navîn pêşketina xwe çêkir û dûre li Ewropayê belav bû. Di pêşketina şaristaniya Ewropayê de rola bingehîn, rahîb û rahîbeyan, ezîz û ezîzeyan lîstine. Ango şaristaniya Ewropayê pir deyndarê wan e. Bi derketina rahîb û rahîbeyan re, bi hezaran mirov, ji jiyana xwe ya şexsî wêdetir, bi pêşketina fikrî re mijûl bûne. Li cihê ku bi pey jiyana xwe ya şexî bikevin, girîngî dane pêşketina civakî û entelektueliyê.”

Her çiqas metodolojiya rahîb û rahîbeyan dogmatîzmê bi pêş xistibe û pêşî li diyalektîka jiyanê girtibe jî; bi hezaran mirovan perwerde kirine û di encamê de gelek fîlozofên ku ji civakê re xizmetê bikin gihandine.

Bi vê yekê di civakên Ewropayê de gelek guherîn çêbûne û hişmendiya mirovan bipêş ketiye. Li Rojhilata Navîn pêşketineke fikrî çênebûye. Ramana ku xwe dispêre zayendî û pirzewaciyê pejirandiye. Pirzewacî di heman demê de tê wateya rewakirina fihûşê jî ku ev yek zêdetir li welatên Îslamê heye û bi zagonên şerîetê hatiye rewakirin. Di gelek pergalên Îslamê de li ser têrbûna ajoyên mêran hatiye sekinandin.

Îro yek ji faktorên ku Rojhilata Navîn xistiye nava krîzek kûr û pirsgirêkan ew e ku her tişt li gorî ajoyên mêr hatine diyarkirin. Zagon, hikûmet, hiqûq li gorî vêya teşe girtine. Faktora bingehîn a di bin zagonên şerîetê de heye ev yek e. Li Sûriyê niha tiştê ku tê xwestin ev e. Nêzîkatiyek li gor Îslama radîkal û zagonên şerîetê serdest e.

 Bi Îslamê re ronasans û felsefe pêwîst e

Hikûmetên ku bi Îslama siyasî teşe girtine, dewlet û komên cîhadîst, bi qasî ku li dijî civakan in, li dijî jinan in jî. Bi tevahî tabloyek ji derveyî cewherê Îslamê nîşan dane. Îslama siyasî ya bi Muawiye teşe girt û paşê bi pergala kapîtalîzmê re kûrtir bû, hebûna civakîbûnê û rola civakî ya jinan biçûk kirine. Îro di bin navê Îslamê de siyasetek tê meşandin û şerên li herêmê çêdibin hemû xizmeta Îslama siyasî dikin.

Tevlibûna ol û siyasetê, bi xwezayî bi xwe re siyasîbûyînê tîne, zirara ku dide civakê jî îro di mînaka Rojhilata Navîn de aşkera tê dîtin. Ol; divê weke felsefeya çand û jiyanê were parastin û ji bo parastina civakan xwedî roleke girîng be. Di serdema nû ya Îslamê de mizgeft, cîhê çareseriya pirsgirêkan û lihevhatinê bûn.

Rêber Apo dibêje ku dema Hezretî Muhemmed gotiye Îslamiyet ola dawî ye, xwestiye bêje ku piştî Îslamê dê ronesans û felsefe were. Belê pêdiviya civakan bi ol û baweriyan heye; lê ligel vê pêdiviya wan bi ronesans û felsefeyê jî heye. Mîtolojî, ol û felsefe, di avabûna civakan de xwedî roleke girîng in û îro li Rojhilata Navîn dikarin ji bo çareseriya pirsgirêkan rolên girîng bilîzin.

Peymana Medîneyê

Li Rojhilata Navîn di civakîbûn û mezinbûna manewiyatê de roleke girîng a olê heye. Ji ber vê yekê, kapîtalîzm bi temamî nikare li herêmê bi bandor be. Mînak di Îslamê de faîz heram e û mirov wisa zêde bi madiyatê ve girêdayî nînin. Ol ji aliyê wijdan û nirxên exlaqê yên civakan ve xwedî roleke girîng e û ev nirx di avabûna civakan de xwedî cihekî bingehîn in. Exlaq tenê bi hiqûqê şêwe nagire. Ji ber vê, di nirxên exlaqî yên civakan de rola olê biçûk nîne. Bîrdoziyên şoreşger dema olê înkar bikin, tê wateya ku dê têk biçin. Bîrdoziya Marksîst vê şaşiyê kir lê bîrdoziya Apoyî, rola olê ya di warê exlaq û manewiyata civakan de dît û vê şaşiyê nekir.

Di bîrdoziya Apoyî de, sekna li dijî ol û baweriyan tuneye lê ji ber ku Îslama siyasî wek êrîşeke li dijî hêzên civakî dibîne, li dijî wê serî radike û rûpoşên wê dixîne. Rêber Apo Peymana Medîneyê ya ku Hz. Muhemmed ji bo gelan û baweriyan îmze kiribû girîng dibîne û di wê baweriyê de ye ku gel dikarin bi baweriyên cuda jî bi hev re bijîn. Peymana Medîneyê ya ku Hz. Mihemed ji bo dîwarê di navbera gelan, olan û baweriyan de rake îmze kiribû, di roja me de jî hê girîngiya xwe didomîne. Îslama siyasî îro li dijî Peymana Medîneyê ya ku Hz. Mihemed wê demê ji bo gelên Rojhilata Navîn diyar kiribû ye. Ev nêzîkahî, helwesteke ku aliyên civakî nas nake û wan perçe diçe nîşan dide.

Gihîştina însanî-î kamil

Hz. Mihemed, bi pênasekirina 99 sifatên Xweda, riya dilpakî û têkoşîna ku divê mirov bigihîje nîşan daye. Ango têkoşîna ji bo gihîştina 99 sifatên Xweda, pêvajoya afirandina însan-î kâmil e. Kesê ku bighîje mertebeya însan-i kâmil, dê ji civakê re pêşengiyê bike.

Xizmetên ku Hz. Mihemed ji civakê re kirine, cewhera Îslamê ye lê îro Îslamiyet, bi Îslama siyasî ji cewherê xwe hatiye dûrxistin, civak li paş hatine hiştin, wan berî hev dane û her der ketiye rewşa ku mirov nikare lê bijî. Her ola ku ketiye nava desthilatdariyê, bi taybetî jî Îslamiyet, mehkûmê wendakirina cewherê xwe maye. Îro tiştên em dijîn û dibînin, rastiya vê tesbîtê nîşan didin.

Di neteweya demokratîk de feraseta olê

Neteweya demokratîk, di bingehê de xwe dispêre pergaleke rêveberiyên herêmî. Her herêm, bi çand, ziman û baweriya xwe dikare bijî. Rêveberiya xweser, di raçînkên civakî de astengiyan dernaxe, bi taybetî di warê baweriyê de, hesasiyetên civakan li ber çav digre. Ev nêrîneke paradîgmayî ye. Feraseta federasyonê ya di cewherê Îslamê de heye dipejirîne.

Rojhilata Navîn, bi mozaîka gelan û baweriyan, bingehên pergala neteweya demokratîk ava dike. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, mînaka herî şênber a vê yekê ye. Ev pergal, li Rojhilata Navîn bûye model. Tiştê ku divê li Sûriyê derbasdar be ev model bi xwe ye. Ne înkar û tunekirina hev divê jiyana bi hev re esas were girtin. Di jiyana hevpar de xweşbînî û hevgirtin divê rêgezên bingehîn bin. Serdestiya olek li ser ola din û çewisandina baweriyan, teqez xizmetê ji Îslama siyasî re dike û ev yek jî ber bi dîktatoriyê ve dibe. Em niha li Sûriyê vê xeterê dibînin. HTŞ’a ku cîhadîst û koma çete ye, vê atmosferê çêdike. Ferzkirina zagonên şerîetê yên li Idlibê tên pêkanîn li ser hemû Sûriyê vê yekê pir aşkera nîşan dide.

Sûriyeya ku xwe bispêre înkara Elewî, Xirîstiyan, Durzî, Kurd û Ereban, tu carî demokratîk nabe. Ji ber vê yekê ji bo demokratîkbûna Sûriyê, modela Rêveberiya Xweser, ji bo gel û baweriyên li Sûriyê, modela herî baş e. Lewre civaka Sûriyê rengîn e, ji bo vê ne pergalên navendî divê pergalên ku xwe dispêrin herêm û gelan werin avakirin.

Tecrubeya dîrokî ya ku Rojhilata Navîn li ser piyan digre: Federal û hevgirtinên konfederal

Pergala Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, di rastiyê de li gorî cewherê Rojhilata Navîn e, ji bo nûnertiya wê bike hatiye pêşxistin. Civaka Kurd, di serdema Împaratoriya Medan de, neşibiyaye tu hêzeke dîktator; dijberî wan, pergaleke konfederal esas girtiye. Hem di nava xwe de konfederasyona eşîretan ava kiriye, hem jî bi saziyên din ên li herêmê re, di ser pergala konfederal de hevgirtinan bipêş xistiye. Di serdemên berê de Rojhilata Navîn hêza xwe ji pergala konfederal digirt. Vê yekê di wan serdeman de pir tişt bi gelên Rojhilata Navîn da qezenckirin. Hêza Kraliyeta Zenûbiya jî xwe dispart vê pergalê. Serkeftina berxwedana Kraliyeta Zenûbiya ya li dijî Romayê ji vê yekê çêbûye. Bi hemû rengên di nava civakê de tifaq hatine çêkirin û riya ku ji bo rêveberiyê hilbijartiye, weke raza hêza Zenûbiyayê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. Bakur Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre kokên xwe û tecrubeyên di dîrokê de, bi Rêveberiya Xweser şênber bûye û gihîştiye fikrên xwe.

Rojhilata Navîn ji bo duyemîn şoreşa jinan û zihniyetê li benda mizgîniya zayînê ye

Divê li Rojhilata Navîn çareserî û ronesans, li gorî cewherê herêmê bipêş bikeve. Li Rojhilata Navîn dibe ku ronesansa bawerî û çandan pêk were. Ol aydê civakê ye û divê civakî bimîne, di destên desthilatdariyan de nebe çek. Divê ol, di karên dewletê de neyê bikaranîn. Pêdiviya Rojhilata Navîn bi duyemîn şoreşa jinan heye. Şoreşa yekem a jinan ji bo pêşketina mirovahiyê, merheleya çêbûna civakîbûn, bawerî û çandê bû. Ji bo ku Rojhilata Navîn bigihîje cewherê xwe yê ku beriya hezaran salan jê hatiye girtin, pêdivî bi şoreşa jinan a duyemîn heye. Bi şoreşa zihniyetê divê li axên xwe zayîna duyem pêk bîne. Şoreşeke jinan û zihniyetê ya ku merheleya xwe tamam kiriye; dê Rojhilata Navîn ji pirsgirêkan rizgar bike û demokratîk bike.

Dawî…