Namzedên jin ji bo dema 6’emîn a Parlamentoya Kurdistanê amade ne
Di vê dosyayê de em ê hejmara jinan di beşdariya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de raxin ber çavan. Hemû amadekarî temam bûn, wê di 20’ê vê mehê de 2 milyon û 893 hezar kesên ku mafê wan ên dengdanê heye biçin ser sindoqan.
TEWAR PÊNCAWÎNÎ
Silêmanî- Piştî dema pêncemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê (2008-2021) du salan hat dirêjkirin, bi biryara serokatiya herêma Kurdistanê 5 caran dîroka hilbijartinê hat paşxistin. Herî dawî biryar hat girtin ku di 18’ê meha Cotmehê de dengdana taybet û piştî du rojan ango di 20’ê Cotmehê de hilbijartina giştî ya dema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê were kirin.
Di dema 5’emîn a parlamentoyê de 29 lîste beşdarî hilbijartinê bûn û 16 lîsteyan dikaribûn serkeftinê bi dest bixin. Di dema 6’emîn de 136 lîste û hezar û 191 namzedan pêşbaziya bidestxistina 100 kursiyên parlamentoyê dikin.
Di dema 5’emîn a parlamentoyê de li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartin û lapirsa li herêma Kurdistanê, 3 milyon, 88 hezar û 461 hemwelatî mafên wan ê dengdanê heye. Ji vê hejmarê milyonek û 845 hezar û 979 hemwelatî beşdarî pêvajoya dengdayînê bûne. Ev jî rêjeya beşdariya hemwelatiyan dike ji sedî 95. Di dema 6’emîn de du milyon û 893 hezar kes xwedî mafê dengdayînê ne.
Di hilbijartina sala 2005’an a herêma Kurdistanê de sîstema kotaya jinan li gorî zagona hejmara 1 a sala 1992’an hat derxistin, rêjeya ku ji bo jinan hatiye diyarkirin divê ji sedî 30 kêmtir nebe, hat diyarkirin. Beşdariya jinan di pênc demên parlamentoya herêma Kurdistanê de wiha ye:
Di dema 1’emîn a parlamentoyê de 6 jin û 99 mêr, di dema 2’yemîn de 27 jin û 84 mêr, di dema 3’emîn de 39 jin û 72 mêr, di dema 4’emîn de 34 jin û 77 mêr, di dema 5’emîn de 34 jin û 77 mêr parlamenter bûn.
Beşdariya jinan di hilbaijartinê de
Ger em li beşdariya jinan di parlamentoyê de binêrin em ê bibînin ku di her serdemeke parlamentoyê de rêjeya jinan zêdetir bûye. Ev jî mirov dikare bibêje xwe dispêre têkoşîn û hewldana jinan di aliyê beşdariya karên siyaset û partiyên siyasî û xizmeta ji bo civakê ye da ku bikaribin baweriya dengdêran bi dest bixin. Her dem partî cih û hêza jinan ji bo komkirina dengan, sîstema kotayê û berjewendiyên xwe û derbaskirina jinan di nava parlamentoyê de bi kar tîne.
Ji bo hilbijartina dema 6’emîn, ji hezar û 191 nazmedan, ji 823 namzedên mêr, tenê 368 nazmedên jin in. Ev jî li gorî bazneyan bi vî awayî ye.
Hewlêr 118 jin (ji sedî 29,9)
Silêmanî, 162 jin (ji sedî 31,4)
Dihok, 66 jin (ji sedî 29,2)
Helebce, 22 jin (ji sedî 40,7)
Her wiha beşdariya jinan li gorî beşek ji lîsteyan wiha ye:
Lîsteya jimare (129) ya Yekitiya Nîtimaniya Kurdistan (YNK) 172 nazmed hene
Li bazneya Hewlêrê ji 64 nazmedan- 21 jê jin in.
Li bazneya Silêmanî ji 72 namzedan 24 jê jin in.
Li bazneya Dihok ji 30 namzedan 20 jê jin in.
Li bazneya Helebce ji 6 nazmetan 2 jê jin in.
Lîsta (114) ya Tevgera Goran- 64 namzedên wê hene
Li Silêmanî ji 45 namzedan 15 jê jin in.
Li Hewlêrê ji 13 namzedan 3 jê jin in
Li Dihokê ji 3 namzedan tu ji nîn e
Li Helebceyê ji 3 namzedan tu jin nîn e
Lîsteya (162) ya Hevpeymana Nîştîmanî 59 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 20 namzedan 3 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 27 namzedan 16 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 10 namzedan 5 jê jin in
Li bazneya Helebceyê ji 2 namzedan 1 jê jin e.
Lîsteya (161) ya Halwest 62 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêr ji 17 namzedan 5 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 43 namzedan 13 jê jin in
Li bazneya Dihok ji 10 namzedan 3 jê jin in
Li bazneya Helebce ji 3 nazmetan 1 jê jin e
Lîsteya jimare (133) ya Hevpeymana Herêma Kurdistan 84 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 19 namzedan 3 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 45 namzedan 16 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 14 namzedan 3 jê jin in
Li bazneya Helebce ji 6 namzedan 1 jê jin e
Lîsteya (164) a Serdemê 41 namzedê wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 22 namzedan 8 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 10 namzedan 3 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 6 nazmedan 2 jê jin in
Li bazneya Helebce ji 3 namzedan 2 jê jin in
Lîsteya (148) ya Yekgirtuya Îslama Kurdistanê 63 namzedên wê hene
Li Bazneya Hewlêrê ji 13 namzedan 4 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 22 namzedan 8 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 22 namzedan 7 jê jin in
Li bazneya Helebce ji 6 namzedan 1 jê jin e
Lîsteya (147) ya Komeleya Dadgerî Kurdistan 59 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 16 namzedan tu namzedek jin nîn e
Li bazneya Silêmanî ji 32 namzedan 10 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 6 namzedan 2 jê jin in
Li bazneya Helebce ji 5 namzedan 3 jê jin in
Lîsteya (190) ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 190 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 64 namzedan 19 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 72 namzedan 22 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 48 namzedan 15 jê jin in
Li bazneya Helebceyê ji 6 namzedan 2 jê jin in
Lîsteya (169) a Berey Gel (Eniya Gel) 123 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 40 namzedan tu namzedek jin nîn e
Li bazneya Silêmanî ji 44 namzedan 14 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 32 namzedan tu jin nîn e
Li bazneya Helebce ji 3 namzedan 2 jê jin in
Lîsteya (157) ya Newey Nû 92 namzedên wê hene
Li bazneya Hewlêrê ji 27 namzedan 9 jê jin in
Li bazneya Silêmanî ji 48 namzedan 17 jê jin in
Li bazneya Dihokê ji 13 namzedan 4 jê jin in
Li bazneya Helebceyê ji 4 namzedan 2 jê jin in
Dema propagandeya hilbijartinê bi dawî bûye
Pêşbaziya bangên hilbijartinê ji bo bidestxistina dengan dema xwe tamam kiriye û roja 18 û 20’ê vê mehê wê hilbijartin were kirin. Lê belê beşek ji namzedên lîsteyan xwe ji namzediya lîsteyan kişandine û dibe ku guherîn di hejmara lîste û namzedan de çêbibe.
Berdevkê lijneya navenda hilbijartinê ya parlamentoya herêmê di komîsyona bilind a serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de Eyser Yasîn, der barê hejmar, deng û çavdêriya navxweyî û navnetewî ya şopandina hilbjartina herêm de wiha got: “Hejmara çavdêriyên siyasî ku hatin tomarkirin, gihîştiye 13 hezar û 478 çavdêran. Ji derveyî du hezar û 100 çavdêrên navxweyî ku bi vî awayî li ser bajaran hatine cudakirin wiha ye:
Hewlêr: 134 çavdêrên siyasî û 257 çavdêrên navxweyî.
Silêmanî: 5 hezar û 138 çavdêrên siyasî û 744 çavdêrên navxweyî
Dihok: 6 hezar û 735 çavdêrên siyasî û 1723 çavdêrên navxweyî
Helebce: 265 çavdêrên siyasî û tu çavdêrek navxweyî li rêxistinê nehatine tomarkirin.