Başûrê Kurdistanê bûye cihê qetilkirina têkoşerên Kurd

Dewleta Tirk ku ji îradeya azadîxwazan ditirse, êrişî azadîxwazan dike û wan qetil dike. Dewleta Tirk îsal sê jinên pêşeng bi awayên cuda li Herêma Federal a Kurdistanê qetil kir.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk başûrê Kurdistanê kiriye navenda qetilkirina çalakvan û pêşengên civaka Kurd. Di van demên dawî de çend mirovên têkoşer ên jin û mêr di xaka herêma Kurdistanê de ji aliyê dagirker û sîxuran ve hatin qetilkirin.

Qetilkirina pêşeng, çalakvan û rojnamegeran ji aliyê dewleta Tirk ve berdewamiya êriş û operasyonên dagirkeriya xaka Kurdistanê ye. Berdewamiya van êrişên hovane yên dewleta Tirk di bin siya hikumeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê de pêk tên, bi peymanên ku li dijî gelê Kurd îmze kirine hewl didin êrişên dewleta Tirk rewa bikin.

Roja 15’ê Tebaxê di civîna navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk a li Enqereyê de, peymanên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd hatin îmzekirin. Bi hevkariya PDK’ê ‘Peymana ewlehiyê’ di navbera dewleta Tirk û Iraqê de hat îmzekirin. Roja 23’ê Tebaxê dewleta Tirk bi êrişek hovane ya balafirên bê mirov rojnamevanên azad ku her dem ji bo eşkerekirina rastiyê di nava hewldanan de ne kirin hedef û bi vê yekê peymanê xistin meriyetê. 

Gulistan Hêro û Feryal di 2024’an de bûn hedef

*Di 23’yê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê wesayîda rojnamegerên çapemeniya azad ji aliyê balafirê bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de du rojnamegerên jin, Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û rojnamegerek din Rêbîn Bekir birîndar bû.

* Îsal di 18’ê Çileya 2024’an de siyasetmedara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid ji aliye MÎT’ê ve li taxa Serçinar a bajarê Kerkukê bi êrişek çekdarî hat qetilkirin. Piştî bûyerê lêkolînan dest pê kir û du bersûcên bûyerê hatin girtin.

*Di 29’ê Sibata 2024’an de li bajarê Silêmaniyê, Abdulqadir Sebrî Toprak ê xelkê bakûrê Kurdistanê bû ji ber pirsgirêkên siyasî salek bû li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû, ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

‘Di nava salekê de dewleta Tirk çar pêşeng kirin hedef’

Di nava salekê de dewleta Tirk çar çalakvan û pêşengên siyasî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê qetil kir. Lê belê dezgehên ewlehiyê tenê du kesan ji ber van sûcan girtin û der barê nasname û encamên lêkolînê de tu agahî parve nekirin.

*Di 4’ê Cotmeha 2022’an de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel ku xelkê bajarê Konyayê bû li nêzî mala xwe ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrişek çekdarî hat qetilkirin.

* Welatparêz Mihemed Zekî Çelebî penaberê siyasî yê bakûrê Kurdistanê bû, li bajarê Silêmaniyê xwedî xwaringeha bi navê ‘Denîz’ bû. Derengiya şeva 17’ê Gulana 2022’an li taxa Bextiyar a bajarê Silêmaniyê li ber cihê xwe yê kar ji aliyê du çekdarên MÎT’ê ve hat qetilkirin.

* Di 28’ê tebaxa 2022’an de  nivîskar, mamoste, dîroknas û endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Mamoste Şemal, li Kifrî li ber mala xwe ji aliyê çend kesên nenas ve hate qetilkirin.

* Roja 9’ê Hezîrana 2023’an pişt saet 10’ê sibehê ji aliyê dewleta Tirk ve êrişek çekdarî li ber ofîsa Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê ya bajarê Silêmaniyê pêk hat. Di encamê de Hisên Arslan ê ku penaberê siyasî yê bakurê Kurdistan bû, bi giranî birîndar bû, piştî rojekê li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da.

*Yasîn Bulut ku weke Şukrî  Serhed dihat nasîn, endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bû, li başûrê Kurdistanê di roja 17’ê Îlona 2021’ê de li taxa Çarçira ya bajarê Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

* Di 1’ê Adara 2024’an de nûnertiya HDP’ê ya li herêma Kurdistan ragihand ku heta niha li Silêmaniyê 7 endamên wan hatine qetilkirin. Divê hikumet û aliyên herêmê ji bo pêşî li qetilkirina mirovan bigrin hewl bidin û daxwaz kir ku divê rê nedin xaka başûrê Kurdistan bibe navenda komên terorîstên dewleta Tirk.

Van bûyerên qetilkirina mirovan, tirsa dewleta Tirk a li hemberî îradeya pêşeng û azadîxwazên ku li her çar parçeyên Kurdistane ji bo azadî, şoreş û doza Kurdan têdikoşin nîşan dide. Dewleta Tirk a ku xwe li ber têkçûnê nagire êrişê ser xak, jîngeh, siyasetmedar û rojnamegerên Kurd dike û bi awayê herî hovane wan qetil dike.