Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîna jinan: Bi hevpeymana civakî a jin misogeriya pêşerojê – 2
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo misogerkirina pergala xwe li tevahî Sûriyê, amedekariyên hevpeymana civakî ya jinan dikin da ku bi riya wê garantiya şoreş, model û destkeftiyên xwe bikin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Ger mirov hevrûkirinekê di navbera rewşa jinên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bike, dê rû bi rûyî gelek nakokî û mijaran were. Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê rewşa jinan wekhev bû, ev yek ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Jin di navenda hegemondarî û desthilatdariya modernîteya kapîtalîst de ye, ji ber vê jî mekan ne girîng e, ji ber ku jin di bin kontrola heman pergalê de dijî. Ew jî jiyaneke çawa ye, dibe mijareke din a nirxandinê. Di vir de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikaribûn Şoreşa 19’ê Tîrmehê veguherînin şoreşa jinê. Di heman demê de pergalek ji bo xwe veqetînin û di avakirina modeleke nû ya civakî de pêşengiyê jî bikin. Ev destkeftî hemû di axa Sûriyeyê de pêk anîn ku mixabin li rex wan, jinên ji pêkhateyên din ku di bin desthilatdariya rêjîma Baasê de rewşeke cuda dijiyan.
Bi têkçûna pergala rêjîma Baasê re, tu guhertinên şênber ku mirov wek jin bendewarî û hêviyan jê bike, tunene. Bi taybetî jî ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwe dispêre pergaleke cîhadîst û navendî û dewlemendiya netewî û çandî ya Sûriyeyê nas nake ku heta hebûna jinan qebûl bike. Lewra jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di vî warî de xwedî ezmûn in, di guhertina pêşeroja jin û civaka Sûriyê de bi biryar in da ku hemû jinên Sûriyeyê entegereyî pergala xwe bikin.
Di çarçoveya dosyaya ku me amede kiriye de, Cîgira Encûmena Pêkanînê ya kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl rewşa Sûriyeyê nirxand û bal kişand ser projeyên wan yên ji bo jinên Sûriyeyê.
Rûxandina rêjîma Baasê
Mizgîn Xelîl di despêka nirxandinên xwe de, behsa têkçûna rêjîma Baasê û bendewariyên jinan kir. Mizgîn wiha got: “Pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe ji her kesî re xuya dike. Bi taybetî piştî Kanûna 2024’an ku di asta rêveberiya Sûriyê de guhertinên mezin hatin çêkirin. Piştî 63 salên ji kiryarên bişaftin, qirkirin û tunekirinê li hember pêkhateyên Sûriyeyê, desthilatdariya rêjîma Baasê bi temamî hat rûxandin. Ji lewra jî em dibêjin ku piştî 8’ê Kanûnê, Sûriye derbasî qonaxeke nû bû. Bi vê gavê re, pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn xeyalên pêkhatina pergaleke ku dewlemendiya netewî û çandî ya Sûriyeyê nûjen bibe, kirin. Bi guhertina desthilatdariya Sûriyê re, ji her kesî zêdetir hêviyên jinan li pêş bûn. Wek tê zanîn şoreş li ser bingeha hîn pîvan û armancanên guhertina pergalên despotîk û serdest, di heman demê de ji bo qezenckirina mafên xwe yên rewa tên destpêkirin. Jixwe jin di dirêjahiya 5 hezar salî de her tim ji mafê xwe yê hebûn û jiyanê bê par hatine hiştin, lewra jin di ku derê de çirûskeke azadiyê dibînin, serî hildidin.”
Çarenûs û pêşeroja jinên Sûriyeyê di xeteriyê de ye
Mizgîn Xelîl da zanîn ku hişmendiya niha li Sûriyeyê serwer gelek pirsên li ser çarenûs û pêşeroja jinan derdixe holê û wiha pê de çû: “Mixabin guhertinên di pergala Sûriyeyê de tenê di asta kesayetan de pêk tê, bi wateyeke din pergal weke xwe dimîne lê kesên di desthilatdariya navendî de hatin guhertin. Heta niha jî em dibînin sîstema yek al, ziman û netew tê bikaranîn, her wiha careke din di seroktiya giştî ya Sûriyeyê de zilam e û gelek xalên din jî. Li gor geşedan û guhertinên niha li Sûriyê tên jiyîn, pêwîst dike ku pêşeroj, maf û hebûna jinan di nava destûr û giştiyê Sûriyeyê de were zelalkirin û nirxandin. Pergala despot bi navê Baas hikumdar bû, niha jî Sûriye derbasî pergaleke cîhadîst a radîkal bûye. Em bala xwe bidin vesazkirina hikûmeta nû, emê bibînin ku hemû kesên hatine erkdarkirin azadî, têkoşîn û vîna jinan qebûl nakin. Heta ji vê zêdetir jî hîn kesên ku di erkên payebilind e hatin erkdarkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer pêk anîne û destên wan di xwîna jin û gelê Sûriyeyê de heye. Bendewarî ew bûn ku guhertin û veguhertinên di çarçoveya şoreşa ku gihîşt armanca xwe de, bihatana çêkirin. Piştre yekser li peravên Sûriyeyê, li hember jin, zarok û gelê Elewî û Durziyan jî komkujî destpê kirin. Ji bo vê jî dê çarenûsa jinên Sûriyeyê ber bi kîjan rewşê ve biçe ne diyar e, gelo ji bo wan pêşerojeke çawa tê amedekirin, ne zelal e.”
‘Emê bi têkoşîna xwe şoreş û destkeftiyên xwe mîsoger bikin’
Mizgîn Xelîl bal kişand ser destkeftiyên jinan yên li Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê û teqez kir ku tu hêz nikarin vê têkoşînê ji nedîtî ve bigirin dest. Mizgîn Xelîl wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn, hebûn û vîna jinan gihîştiye lûtkeyê. Ji bo vê jî divê destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî fermî di nava Sûriyeya pêşerojê û destûra wê ya bingehîn de were pejirandin û mîsogerkirin. Bi taybetî jî modela hevseroktiyê ku yek ji girîngtirîn destkeftiyên jinan e, em dibînin jin bi riya vê pergalê di hemû astên biryarê de xwedî îrade û mîsyon e. Jinan dikaribûn bi riya van destkeftiyan roleke stratejîk di nava şoreşê de bilîzin û heta bi saya têkoşîn û pergala jinan projeya ku em banga wê dikin, biser dikeve. Li ser vê bingehê tu kes nikare bandor û rola jinan a şênber a di vê şoreşê de înkar bike. A niha jî em gihîştine qonaxa ku pergal û destkeftiyên jinan di warê zagonî û destûrî de werin mîsogerkirin û garantiya wê were dayîn.”
Mizgîn Xelîl nirxandinên xwe yên li ser pergala jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha domand: “Kirinên ku niha li Sûriyeyê xûya dikin, kesên di asta rêveberiya Sûriyeyê û wekî din diyar dikin ku armanc ew e careke din rewşa jinan vegere wek beriya şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Em ji bîr nekin ku jinan bi saya vê şoreşê dikaribûn gavan bavêjin, rola xwe ya dîrokî û stratejîk bilîzin. Ji xwe cudabûna şoreş û pergala me jî di vê xalê de ye, heta niha çi şoreşên di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de pêk hatine, cih ji bo pirsgirêka azadiya jinê nehatiye veqetandin. Her tim pirsgirêkên aborî, gendeliya siyasî û hwd hatine destgirtin, lê li Rojavayê Kurdistanê û li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê me di destpêkê de got ku divê beriya her tiştî mijara jinê were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de jî têkoşîna me ya avakirina pergaleke ku jinan ji aliyê hişmendî, ruhî û fîzîkî ve azad bike, destpê kir ku pê re jî mijarên weke koletiya jin û civakê, bindestî û azadî, desthilatdarî û demokrastiyê hatin pêşkêşkirin û li gor wê jî çareserî û alternatîf hatin dîtin.
Hevpeyamana civakî ya jinan: hêz û çavkaniya mîsogeriya hebûn û mafê jinê
Mizgîn Xelîl bi rengekî zelal daxwaz û armancên xwe wiha rêz kirin: “Mijarên ku me anîn ziman, di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine pêkanîn, niha jî pêwîst e ku di asta Sûriyê de jî werin teysandin û li gel hikûmeta nû werin çareserkirin. Em dibînin komîsyonên ku ji bo nivîsandin û amedekirina destûra nû ya Sûriyeyê de jin nînin, yên hene jî xizmetê ji bo heman pergala mêr-dewlet dikin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hikûmeta veguhêz û komîteyên avakirina destûra nû dibêjin, divê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê hebe û di asta yekê de jî hebûna jinan were mîsogerkirin. Weke pergala hevserokatiyê, hebûneke ku dest jê nayê birin û divê ku di hemû Sûriyê de jî were pêkanîn. Bi piratîkkirina vê modelê di hemû Sûriyeyê de, emê gaveke din ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk û wekhev de bavêjin û dawî li hişmendiya ku tek nêrîn, zayend û hişmendî serwer be. Ji bo ku em van xalan bicîh bînin, weke jin em bê navber dixebitin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ya jinê tê amedekirin ku di warê hebûn, bîrdozî, têkoşîn, pîvan û prensîbên jinê de, wê bi roleke dîrokî rabe. Ev hevpeyman ji bo me tê wateya garantiya têkoşîn, pergal û destkeftiyên jinan.”
Mizgîn Xelîl herî dawî bi van gotinan peyam, xebat û armanca jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilêv kir: “Niha em li ser pêşeroja Sûriyeyê wiha difikirin, di destpêkê de jin bi hevpeymana xwe ya civakî rola xwe bilîzin û têkoşîna xwe gerdûnî bikin. Her wiha pergala hevseroktiyê di asta destûrî de rewa kirin ku şoreşa me ya jinê bandora xwe li ser hemû jinên Sûriyeyê ava bike û ew jî sûd jê wergirin. Xebat, piroje û têkoşîna me ya di vê pêvajoyê de wiha ye û em di vê yekê de bi biryar û îsrar in.”