Jinên Êzidî sala 2023’an bi rihê Jin, Jiyan, Azadî têkoşiyan - PANORAMA

Jinên Êzidî di sala 2023’yan de li hemberî her cûre êrîşên şerê taybet û derûnî, li dijî siyaseta destwerdana çandî, bawerî û îradeya azad a Êzidxanê bûn xwedî sekin û bi helwesta radikal têkoşiyan.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Tekoşîna jinan di sala 2023’an de mohra xwe li tevahî pêşketinên, siyasî, leşkerî, dîplomatîk, civakî û çandî xist. Li hemberî pergala mêr-dewlet, li hemberî zihniyeta mêr a serdest ya paşverû, talanker, şerxwaz û dijminê jin û civakê jin li seranserî cîhanê li ser piyan bûn. Pêşengên çavkaniya vê tekoşîna bi heybet a jinan gerîlayên jin bûn. Jinên Êzidî di ronahiya van pêşketinan û tekoşîna hate dayîn de sala 2023’an temam kirin. Li hemberî her cûre êrîşên şerê taybet û derûnî, li dijî siyaseta destwerdana çandî, bawerî û îradeya azad a Êzidxanê bûn xwedî sekin û bi helwesta radikal tekoşiyan. Jinên Êzidî li ser bingehê tekoşîna xwe mezin bikin, rêxistinbûna xwe fereh bikin, tola fermanan hilînin, azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin, li aqûbeta jinên dîl girtî bipirsin, çand, bawerî û nasnameya xwe biparêzin, pêşî li penaberiyê bigrin û vegera li ser xaka pîroz pêk bînin di sala 2023’an de bûne xwedî ked û hewldan.

Sala 2023’an bû sala têkoşîn û berxwedaniya jinan

Sala 2023’an ji bo tekoşîna azadiyê ya gelan û jinan saleke berxwedanê bû, saleke li hemberî zilmê serî rakirin bû. Di oxira vê biryardariya tekoşînê de di serî de li Şengalê û tevahiya Kurdistanê bi sedan pêşengên gel canê xwe feda kirin. Li ser xaka pîroz ya Êzidxanê bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re pêşengên civaka Êzidî hatin hedef girtin û jiyana xwe ji dest dan. PDK’ê bi vê dijminahiya xwe, bi hevkarî û planên xweyî qirêj dev ji siyaseta xwe bernedaye û bûye sebeba şehîd xistina şervanên ku Êzidxanê diparêzin. Di serî de jinên Êzidî û tevahî Êzidxanê li hemberî vê hevkarî û bêbextiya PDK’ê serî netewand, helwest nîşan dan û di cih û dema wê de bersiva pêwîst dane. Li hemberî şerê qirkirinê, li dijî siyaseta tinehesibandin, îrade teslîm girtinê, xeta hevkarî û xiyanetê jinên têkoşer ên dilwêrek, keç û xortên Êzidxanê di nava salê de bi çalakiyên cûr becûr li ser piyan bûn. Jinên Êzidî, li ser tecrûbeya tekoşîna 9 salên ku piştî fermanê jiyan kirî di sala 2023’an de sala 10’emîn ya tekoşînê pêşwazî kiriye.   

Tevgera Jinên Êzidî li ser bingehê parastina destkeftiyan, avakirina Şengalekî xweser û demokratîk bi bîr û baweriya azadî bi tekoşîn û berxwedanê tê bi dest xistin, li Şengalê ji tevahî xebat, çalakî, daxûyanî, meş û perwerdeyan re pêşengtî kir. Di qada siyasî û dîplomasî de rolekî aktîv lîst. Komxebat û konferansên di hindir Şengalê de, Başûrê Kurdistanê, Bexdayê û Lubnanê hatin li darxistin beşdarî hemûyan bûye. Hin ji xebatên sereke yên di nava salê de çêbûn em karin wiha rêz bikin;

Jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşiyan  

Sala 2023’an bû sala tekoşîna gerdûnî ya li dijî pergala Îmraliyê û daxweza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî pergala Îmralî û di çarçoveya pêngava“Dem Dema azadiyê ye”, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo danasîna fikrê Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de’’ komxebatek hate li darxistin. Jin bi awayekî aktîf beşdar bûn.

Jinên Êzidî û Ereb li dijî Tecrîda girankirî û pergala îşkencê ya Îmralî di nava salê de bi çalakiyên cûr becûr şermezkirin. Ji destpêka salê heta dawiya wê bi meş, daxûyanî, semîner, civîn, perwerde û hwd hatin li dar xistin. Di hemû çalakiyan de daxwaza hevbeş ya jinên Şengalê, miletê Êzidî û Ereb azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

İsal li ser axa pîroz ya Êzidxanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de biryardariya bihêz kirina pêngava ‘Dem Dema Azadiya fîzikî ya Rêber Abdullah Ocalan’ hate dayîn. Tevgera jinên Êzidî, bi boneya roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran dar li gund, navçe û navenda Şengalê çandin.

Jinên ji pêkhateya Ereb yên li Şengalê ji bo şermezar kirina komploya navneteweyî pêşengehek ji wêne û Pirtûkên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Jinên Êzidî û Ereb bi hevre vekirina pêşengehê kirin. Jinan bi hevre pirtukên Abdulah Ocalan xwedin û bi hevre li ser girîngiya fikir û ramanê wî nîqaş dane meşandin. 

Di 10 Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 75 welatan pêngava ji ‘Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ hate ragihandin. Li Şengal di 23’ê Cotmehê de bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb bi beşdariya hemû rêxistin, sazî û dezgehên rêveberiya xweser pêngava ji ‘Rêber Apo Re Azadî, Ji Şengalê Re Xweserî Hate Ragihandin’ û Şengal bi awayekî aktîf beşdarî pêngavê bû. Pêngava hate ragihandin heta niha berdewam dike.

Di 25'ê Cotmehê de bi pêşengiya meclisên gel ên herêma Ereba ji bo piştgrtiya bi pêngava ' Ji Rêber Apo  re azadî, ji Şengalê Re Xweserî, ji bo sê rojan çalakiya konvedanê li darxistin.. Jinên Ereb û çalakvanên amade bûn dan diyar kirin ku ew jî weke tevahî pêkhateyên Şengalê wê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di nava kar û xebatê debin.

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28 Cotmehê de jinên Ereb meşekî li darxistin. Di meşê de jinên Ereb girêdana xwe ya bi Abdullah Ocalan re anîn ziman û ji bo azadiya wî ya fîzîkî biryardariya xwe dan nîşandan. 

Jin bi dilsozî û têkoşînê xwedî li pêşengên xwe derketin

Dewleta Tirk a dagirker, qirker û hevkarê wê PDK’ê di sala 2023’an de gelek caran li dijî pêşengên Êzidxanê êrîş pêk anî. Bi bêbextiyekî mezin pêşengên civaka Êzidî hedef girtin. Di serî de jin û tevahî civaka Êzidî bi seknekî tekoşer û bi biryardariyekî mezin ya berxwedanê bersiv da êrîşên qirker. Bi rihê tolhildanê, bi hêrsa hesap pirsînê xwedî li cangoriyên xwe derket.

Salvegera 10’emîn ya komkujiya Parisê ku tê de sê jinên şoreşger û pêşengên tevgera azadiya jinê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin bi semîner, meş û daxûyaniyan hatin bibîranîn. Jinên Êzidî yên ku li ser xeta Sarayan xwe bi rêxistin kirine di çalakiyên bîranînê de carekî din girêdan û dilsoziya xwe a bi xeta wê re anîn ziman û soz dan ew ê heta hesap ji kujeran werê xwestin û tola wan û hemû pêşengên jin neyê hilanîn wê tekoşîna xwe bidomînin.    

Bi boneya salvegera yekemîn a Nagîhan Akarsal bi tevlîbûna dehan jinan daxûyaniya biranînê hate dayîn. Di daxûyaniyê de hate ziman ku weke jinên Êzidî ew ê bi zanekirina her jinekê xwedî li pêşengên tekoşîna azadiya jinê derkevin û soza bilindkirina tekoşînê hate dayîn.

Di salvegera duyemîn ya qetilkirina Jîna Emîn de jinên Êzidî û Ereb bi daxûyaniyekê ew bi bîranîn. Siyaste û kiryarên dewleta Îranê ya li dijî jinan dike bi awayekî tûnd şermazer kirin. Di daxûyaniyê de bang li tevahî jinan hate kirin ku bi rihê Jin, Jiyan, Azadî piştgiriya xwe bi tekoşîna jinên Îranê xurt bikin û li kêleka wan bisekinin hate dayîn.

Jinên Êzidî bi îdaya mezinkirina têkoşînê xebat kirin

Roja jinên kedkar a cîhanê 8’ê Adarê li hemû gund, navçe û bajarê Şengalê bi coşekî mezin hate pîroz kirin. Jinan bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, azadî re B er bi şoreşa jinê ve’roja 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Bi coşa 8’ê Adarê jinan cejna Newrozê û 4’ê Nîsanê pîroz kirin.  

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 23’ê Nîsanê de Konferansa Jin, Jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê ve li Şengalê li dar xist. Konferans bi tevlîbûna jinên Êzidî, Ereb û gelek mêvanên ji Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Îraqê hate li darxistin. Di konferansê de tekoşîna  azadiyê ya jinan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê hate nirxandin. Ezmûna tekoşîna jinên Êzidî hate dest girtin. Konferans bi biryardariya bilindkirina tekoşînê û parastina destkeftiyên şoreşa jinê hate bi dawî kirin.

Di 12’ê Tebaxê de bi pêşengiya tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ konferansek a jinên ji pêkhate û baweriyên cuda yên li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hate li darxistin. Jinan di konferansê de peyam dan û destnîşankirin ku ji bo xwedî derketina li destkeftiyên jinan û têkbirina hişmendiya mêr yê xwe li ser jin ferz dike yekîtiya jinan nebe nabe.

Di 18-19’ê Tebaxê de li paytexta Lubnan Beyrûdê konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê bi pêşengiya Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Ji welatên Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de banga rizgarkirina jinên Êzidî yê dîl girtî hate kirin.

Li gundê Xelef yê Şengalê Çalakiya konvedanê bi armanca piştgirî dayîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrişên qirkirinê ya bi dirûşmeya, ‘Her der Rojava, her der berxwedan’ hate danîn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa jinên Ereb û tevgera ciwanan ji vê çalakiyê re pêşengî kirin û peyam dan ew ê heta dawî li gel Şoreşga gelan ya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê bin.

Bi boneya salvegera 9’emîn ya rizgarkirina Şengalê di 13 Mijdarê de li hemû gund, navçe û bajarê Şengalê bi coşekî mezin şahiyên pîrozbahiyê pêk hatin. Pîrozbahî bi pêşengiya tevgera jinên Êzidî, jinên ciwan û Sitiya Nexşan hatin li darxistin. Di pîrobahiyan de Cangoriyên canê xwe di ber rizgarkirina Şengalê de feda kirî hatin bi bîranîn û soza parastina destkeftiyên li Şengalê hatine bi destxistin hate dayîn.

Bi rasthatina salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê di 10 mijdarê de Tevgera jinên Êzidî û yekîneyên Parastina Jinê YJŞ’ê cara yekemîn komxebata ‘Jin û parastin’ bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî me li berxwe da Şengalê rizgar kir, bi têkoşîna xwe diparêzin’ li darxistin. Komxebat bi tevlîbûna jinên Ereb, Êzidî hate li darxistin. Tevgera jin komxebat diyarî tevahî cangoriyên di rizgiarkirina Şengalê de canê xwe ji dest dane kir û ji bo bîranîna tevahî cangoriyên fermanê hate li darxistin.

Tevgera Jinên Êzidî di nava salê de li akademiya Cangorî Binefş Agal ji bo jinên Êzidî bi dehan dewreyên perwerdeyê girtî vekirine. Di heman demê de li hemû meclîs, gund û navçeyên Şengalê perwerde ji bo jinan û mêran hatine dayîn.  

Komîteya diplomasiyê ya Tevgera Jinên Êzidî, di nava salê de ji bo welatên ku jenosîd qebûl kirine nameyek şand. Di heman demê de ji bo piştgiriya bi jinên Efganîstanê re nameyek ji jinên Efgan re hatiye şandin. 

Tevgera Jinên Êzidî, tevgera jinên ciwan, Sitiya Nexşan û komîteya Dîplomasiyê di nava salê de bi awayekî aktîf ji tevahî xebatên hatine meşandin re pêşengî kirin. Li ser esasê mezinkirina kar, xebat û tekoşîna jinên Êzidî xebat bi awayekî hevbeş hatine meşandin.

Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Serbixwe Azadî’ de di nava salê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo berxwedana gerîla, xebatên perwerdehî, semîner, meş, daxûyanî li darxistine. Li hemberî şerê taybet yê li dijî jinên ciwan tê meşandin bûne xwedî helwest û biryardariya xwe ya mezinkirina tekoşînê dest nîşan kirin. 

Rê û resmên cejnên Êzidxanê

Di nava rê û resmê civaka Êzidî de bi dehan cejnên têne pîroz kirin hene. Kevneşopiya cejnên Êzidî xwe dispêrin dîrokekî bi hezaran salî. Di her werzekî salê de cejnên Êzidî li gorî çand, bawerî û ola Êzdayetiyê têne pîroz kirin. Di serî de cejna Badizmê, Çarşema serê Nîsanê, Cimayî û Cejna Êzî di nava salê de bi dehan cejn hatin pîroz kirin. Ev cejn her yek ji wan di nava xwe de taybetmendiyên cihreng dihewîne. Lê taybetmendiya wan ya hevpar ew e civak li hev dicive, hemû xweşiyên xwe yê jiyanê, bi hev re li ser heman sifreya xwarinê, bi hestên dilpak, qencî, heskirin û ji xwedayê xwe jiyanekî aram û wekhev xwestinê ev cejn têne pêşwazî kirin.

Di cejna Cimayî de îsal yekem car piştî kevneşopiyekî hezarî salan jinan Hîlala Qubeya Xatûna Fexran danîn ser milê xwe û bi ritûel û li gorî çanda resen ya Êzidxanê danîn serê Qubeya Xaxtûna Fexra. Ev destpêk di nava jinan de bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî hate pêşwazîkirin û rê li ber kêfxweşiyekî mezin vekir.  

Salvegera fermanê bi hêrsekî mezin hate bi bîr anîn

Li Şengalê salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi gelek çalakiyan hate bibîranîn. Di serî de serdana gorên komî, meş, daxûyanî, civînên bîranînê di pêşengiya tevgera jinên Êzidî de hatin li darxistin. Di hemû çalakiyan de peyamekî hevbeş derket pêş. Jinên Êzidî dane diyarkirin ku wan di nava 9 salên derbas bûyî de bi xwe rêxistinkirin û bilindirina tekoşînê li ser piya girtiye û heta DAIŞ neyê darizandin wê tekoşîna hiqûqî di asta navnetewî de bidomînin.

Bi boneya salvegera 10’emîn ya fermanê û di 15’ê Tebaxê de 2’emîn a salvegera destwerdana desthilatdariya Talîbanê ji Efganîstanê re Tevgera azadiya jinê KJK’ê di navbera 3-15’ê Tebaxê de kampanyayek ji bo jinên Êzidî û Efganîstanê da destpêkirin. Jinên Êzidî ev kampanya silav kirin, bi çalakî, meş, daxûyanî û bi piştgiriya xwe ya bi Jinên Efganîstanê re tevlîbûna xwe ya ji Kampanyayê re ragihandin.

Di salvegera 10’emîn ya fermanê de belgefîlma ku çîroka fermandara Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza li tevahî Şengalê hate nîşandan. Filma ku di kesayeta Hêza de tevahî êş, birîn û qêrîna jinên Êzidî ya di fermanê de dest nîşan dike di serî de li ser jinên Şengalê û tevahî Êzidxanê bandorekî mezin da çêkirin. Jinan da zanîn ew ê li hemberî ew êşa bi wan dane jiyan kirin tekoşîna xwe mezin bikin û tola fermanên hilînin.

Di nava salê de du xuşkên bi navê Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo ku di dema fermanê de dîl hatibûn girtin ji aliyê hêzên QSD-YPJ’ê ve hatin rizgarkirin û vegeriyan Şengalê. Cardin keçeke Êzidî ya bi navê Firyal Xidir û Ciwanê bi navê Rojîn Hedad di mehên Cotmeh û Mijdarê de piştî hatin rizgarkirin vegeriyan Şengalê.

Di vê salê de û bi taybet di salvegera 9’emîn ya fermanê de Şengaliyên di kampê Başûrê Kurdistanê de di bin desthilata PDK’ê de dîl hatibûn girtin jî bi hezaran vegeriyane ser cih û warê xwe. Vegera xelkê li hemberî feramanê bûye bersivekî manîdar.    

Li Şengalê hêj bi dehan gorên komî nehatine vekirin

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de, civaka Êzidî qirkirina herî giran jiyan kir. Çeteyên DAIŞ’ê di fermanê de bi hezaran Êzidî qetil kirin û di gorên komî de binax kirin. Heta niha ne vekirina gorên komî encama siyasetek taybet ya li dijî Êzidayan tê meşandin e. Li dijî siyaseta ku birînên fermanê zindî dihêle îsal jî tekoşîna jinan û ya Êzidxanê berdewam kir. Di encama vê tekoşînê de hin gorên komî yên li Siba Şêx Xidir û Tilêzêr hatin vekirin lê hîna bi dehan gor li benda vekirinê ne.  Di serî de jinên Şengalê û tevahî miletê Êzidî bi hemû sazî, rêxistin û dezgehên xwe ji bo ev gorên komî bêne vekirin tekoşînê dimeşînin.

Di hilbijartinan de îradeya gelan bi ser ket

Di 18’ê Kanûnê de li Îraqê hilbijartinên parêzgehan hatin li darxistin. Ev hilbijartin ji bo Şengalê xwedî girîngiyekî mezin bû. Di pêşengiya Tevgera Jinên Êzidî de jin bi awayekî sefeberî di xebatê hilbijartinan de cih girtin. Cara yekem li Şengalê namzetê ku rêveberiya Xweser ya Şengalê diyar kiribû bi serket. Ev serkeftina di hilbijartinan de derket ji aliyê jinan û tevahî Êzidxanê ve bi coşekî mezin hate pêşwazîkirin.

Di sala 2023’an de têkoşîna jinan mohra xwe li tevahî pêşketinan xist. Li Şengalê jin li hemû qadên jiyanê bi rengê xwe, bi îrade, bawerî û çanda xwe ya resen beşdarî kar û xebatan bûn. Jinên Êzidî û Ereb bi hevre Tekoşîna sala 2023’an hembêz kirin û bi hevre bi dehan çalakî li darxistin.