Ji Şengalê heya Suweydayê li Rojhilata Navîn komkujiyên cîhadîstan
Di salên dawî de, Rojhilata Navîn şahidi ji şer û pevçûnên ku bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin re dike. Di vê pêvajoyê de sivîl bûne hedefa komên cîhadîst û civaka navneteweyî çavên xwe ji van sûcan re girtiye.

SENAA EL-ELÎ
Navenda Nûçeyan – Dema ku terorîzm li dijî cihêrengiyê şer dike, komkujiyên mezhebî û etnîkî tên kirin. Ev rewş ji bo gelek sûcên ku di dîrokê de hatine kirin e. Ji nîvê sedsala 20'an ve heta îro, tevî cudahiyên xwe, gel bûne hedefa komên cîhadîst. Ji dema ku terorîzm cara yekem li Rojhilata Navîn xwe bi cih kir, piştgiriyek girîng ji hêzên herêmî û navneteweyî û medyaya Erebî girt. Cîhadîstan tiştên ku dewletên neteweyî jê re dibêjin "kêmnetew", ango gelên xwecihî yên herêmê weke Suryan, Kurd, Durzî û yên din hedef girtin.
Yek ji komkujiyên mezin ên ku di deh salên dawî de hatin kirin, komkujiya Şengalê ye. DAIŞ'ê Êzidiyan hedef girt û fermana 74'an li dijî sivîlan pêk anî. Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam bi destûra hêzên navneteweyî, êrîşek li ser Elewiyên li peravên Sûriyeyê û Durziyên Suweydayê li başûrê welat jî dan destpêkirin.
Pîşesaziya Rojavayî û xwedîderketina li terorîzmê
Terorîzm ji aliyê ajansên îstîxbaratê yên Rojavayî û Ereb ve hat afirandin û xwedîderketin jê re çêbû. Bi riya fetwayên Îbn Teymiye, Mihemed ibn Ebd el-Wehab û yên din ên her kesê kafir dibînin û jinan hedef digrin. Ji ber vê dema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, her kesê kuşt, jinan şermezar kir û bazar vekirin da ku wan bifroşin. Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ku piraniya wan di refên DAIŞ'ê de şer dikirin êrîşî peravên Sûriyeyê kirin. Dîsa bi revandina jinên Elewî ev yek kirin ku çarenûsa gelek ji wan hê jî nayê zanîn. Tevî berxwedana ku gelê Suweydayê di rûbirûbûna êrîşê de nîşan da jî cîhadîstên ku ji bo xenîmet û jinan şer dikirin, jinên Durzî revandin û destdiriyê li wan kirin.
Çima di şeran de tecawiz weke çek tê bikaranîn?
Tecawiza di şer de nikare tenê wek instinkteke mirovî were şîrovekirin. Dîroknas û çalakvana Amerîkî Sozan Brown Miller ku sala 1935’an ji dayîk bûye, nivîskara pirtûka navdar "Against Our Will: Men, Women, and Rape" ku di sala 1975'an derxistiye, yekem dîroknas bû ku lêkolînek giştî li ser tecawiza di dema şer de kir û diyar kir ku ev pratîk nefretê ji bo jinan nîşan dide, mêr şer weke dema herî guncav dibînin ku vê nefretê îfade bikin. Xaleke din a girîng a vê bûyerê jî ew e ku nekarîna darizandina sûcdaran di dema şeran de zêdebûna bûyerên tecawizê teşwîq dike.
Ji bo dadweriyê tecawiz ne tenê bi komên îslamî ve girêdayî ye di şerên Bosna û Herzegovînayê de, leşkeran tecawiz kirin da ku yên din şermezar bikin. Di sala 2017'an de, artêşa Myanmarê di êrîşa xwe ya li ser Eyaleta Rakhînê ku misilmanên Rohingya lê dijîn, destdirêjî jinan kir. Human Rights Watch, Rêxistine Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Myanmarê di çarçoveya kampanyayeke paqijkirina etnîkî ya li dijî misilmanên Rohingya li Eyaleta Rakhînê de tecawizek berfireh li dijî jin û jinên ciwan kirine.
Revandin, tecawiz û ‘dîlgirtinê’
Dîlgirtin ji aliyê artêşên cîhana kevnar ve dihat kirin, dema ku eşîran êrîşî hev dikirin û jin û zarokan weke kole digirtin. Ev rêbaz beriya bi hezaran salan hatiye kirin, wek ku di dema Dîlgirtina Babîlî de, serdemek di dîroka Cihûyan de ku tê de hejmareke zêde ji Cihûyan ji Padîşahiya kevnar a Cihûdayê hatin dîlgirtin lê jin nehatin hedefgirtin, wekî ku komên cîhadîst îro dikin.
Kiryara revandin û tecawizê ji aliyê cîhadîstan ve ku jê re "dîsîn" tê gotin encamek neçar a propagandaya ku ji hêla komên cîhadîst ve tê kirin e ku armanca wan kişandina hejmareke mezin a mêran e. Ji ber vê ev kom bi gotarek ku bang li hestên wan dike, ne li hişê wan, hewl didin wan bikşînin. Dîlgirtin û talan van xortan ber bi vê sûcê ve dibe, bi karanîna nezanî, xizanî û tepeserkirina zayendî li civakên Rojhilat û bi gelemperî civakên misilman dikşîne.
Reşkirina jinan di ramanên Wehabî de
Di ramana Wehabî de ku bavê rewa yê hemû tevgerên cîhadîst e, jin weke "tiştekî-amûr" tên hesibandin. Di doktrîna wan a "wefadarî û înkarkirinê" de yên din weke kafir tên îlankirin û înkarkirin. Bi vî awayî dewlemendî, xwîn û rûmeta wan destûr tê dayîn. Ramana Wehabî hedîsên ji Pêxember Muhamed re ku kêmasiya jinan destnîşan dikin, red dike. Mînak "Jin bi şiklê şeytanekî tên û bi şiklê şeytanekî tevdigerin. Ew di aqil û olê de kêmas in. Nimêj ji hêla jin, kûçik û ker ve dişkê - ango ew wek lawiran têne danîn. Her wiha li ser Pêxember Muhammed hate gotin ku wî got, 'Miletek ku karûbarên xwe dispêre jinekê dê qet serfiraz nebe.'" Li gor vê îdeolojiyê, hedîs berî Quranê di rêza yekem de ne. Divê ku zanista hedîsê wek delîl neyê bikar anîn, ji ber ku ew 200 sal piştî mirina Pêxember Muhammed hatiye nivîsandin û nivîskarên wê ji Farisê bûn. Bi qasî 2 hezar km dûrî Nîvgirava Erebî ye.
DAIŞ serdema dîlgirtinê vedigerîne
Rêxistina tekfîrî ya herî bihêz a ku di nîvê duyemîn ê sedsala 20'an de di dîrokê de tê zanîn El Qaîdê bû, ku gelek komên cîhadîst li gelek welatan ava kir bi taybet DAIŞ. Ew ji sala 2014'an heta têkçûna xwe di sala 2019'an de ji keleha xwe ya dawî li bajarokê Baxoz, li kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deverên mezin ên Sûriye û Iraqê kontrol kir. DAIŞ li dijî jinan tundî pêk anî û ew kirin koleyên zayendî. Êzîdî mexdûrên wê yên herî berbiçav bûn dema ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir û 3 hezar û 504 jin û 2 hezar û 869 mêr revandin. Di wê serdema tarî ya dîroka Êzîdiyan de, bi hezaran jinên ciwan bi binpêkirinên herî tirsnak re man. Di nav de koletiya zayendî û îşkence. Gelek ji wan heta niha revandî ne û li gor bilançoyên fermî jî zêdeyî 5 hezar Êzidî hatine kuştin.
Cîhadîzm destê Rojava ye ku Rojhilat dişopîne û îşkence dike
Dema ku hêzên navneteweyî û herêmî li hev kirin ku desthilatdariya Baasê li Sûriyeyê bi dawî bikin, plan ew bû ku desthilatdarî radestî cîhadîstan were kirin. Yên ku piştre li dijî Sûriyeyiyan komkujiyan bikin û wan teşwîq bikin ku daxwaza parçekirinê bikin. Ev yek dê daxwaza Îsraîlê ya ji bo hilweşandin û parçekirina Sûriyeyê pêk bîne da ku ew êdî ji bo hebûna wê gefê nexwe. Ev plan li hemû welatên herêmê tê bicîhanîn. Ji dagirkirina Iraqê di sala 2003'an de dest pê kir, bilindkirina gotinên mezhebî di navbera Sunî û Şîiyan de, gefên berdewam ên ji bo bidawîkirina serxwebûna herêma Kurdistanê û di dawiyê de parçekirina Sûdanê di sala 2011'an de.
Dibe ku tiştên ji hêla dibistanên Hanbelî û Wehabî yên paşê ve hatine formulekirin, hejmareke mezin ji nivîs û fetwayan eşkere dike ku hema her kesê ku bi wan re nakok be, weke kafir îlan dikin. Heta Misilman bi xwe jî. Ev e tiştê ku Împeratoriya Osmanî li ser ava bû, dema ku wê hewl da di dema dagirkirina herêmê ya çar sedsalan de her cûdahiyê ji holê rake. Ne tenê Împeratoriya Osmanî ji vê mîrateya olî ya kirêt sûd girt. Rojava dizanibû çawa li ser têlên nakokiyên li herêmê bilîze. Ji Tirkiye û Îranê bigre heya Behrêyn û Urdunê, Lubnanê û Erebistana Siûdî bi xwe, li Rojhilata Navîn hema welatek tune ye ku li ber şerekî mezhebî yan navxweyî nebe ku Şiî li wir bêaram in û li benda çiraya kesk a Amerîka yan Îsraîlî ne ku Melîkeya Siûd a desthilatdar hilweşînin.
Li Sûriyeyê neteweperestî bi ser neket
Li Sûriyeyê piştî 8'ê Kanûna 2024'an, gotara ku ji te li ser ol û mezheba te dipirse serdest bû. Sûriye, piştî Afganistanê bû duyemîn welatê ku ji aliyê El Qaîdeyê ve tê birêvebirin û yek ji rêberên cîhadîst Ebû Muhemed El-Culanî, bi navê Ehmed El-Şaraa bû serokê wê. Ji rojên pêşîn ên tiştê ku jê re digotin "rizgarî" li gundewarên bajarê Humsê çewisandina Şîiyan dest pê kir. Piştî çend mehan rûyê terorê di êrîşa hovane ya li ser Elewiyan de eşkere bû.
Komkujî bi hinceta li dijî bermahiyên rejîmê, di 6'ê Adara 2025'an de dest pê kir. Tevî ku dezgehên medyayê yên Erebî ji ber têkiliyên wan bi welatên ku piştgiriyê didin vê rejîmê re, şahidî ji peravê bi riya çavkaniyên bêalî û medyaya dîjîtal derketin holê. Sûc bi dîmenan belge kirin. Raporek Reutersê ya ku di Hezîrana 2025'an de hat weşandin eşkere kir ku di êrîşê de herî kêm 33 jinên Elewî ji Hama, Hums, Laziqiyê û Tartûsê, yên ku temenê wan di navbera 16 û 39 salî de bû, hatine revandin. Hinek ji wan birine Îdlibê, hinekan jî birine derveyî Sûriyeyê. 14 ji jinên revandî berdan lê çarenûsa yên mayî hê ne diyar e.
Mêr, jin, zarok, kal û pîr di nav de bi qasî hezar û 500 sivîlên Elewî hatin kuştin. Vê yekê jî senaryoya Êzidî careke din dubare kir. Jinên revandî bûn dîl û cihê wan nayê zanîn. Ew rastî du awayên şîdetê hatin. Hinek ji wan neçar man bi kesên wan revandin re bizewicin, tevî ku jixwe zewicandî bûn. Di heman rapora Reutersê de şahidiya malbatên du jinên ciwan ên ku neçar man ji malbatên xwe re bibêjin bila hevjînên wan, wan berdin da ku bikaribin li dijî îradeya xwe bi kesên wan revandine re bizewicin, cih girt. Malbat her wiha ji bo dayîna fîdyeyan hatin şantajkirin û tewra piştî dayînê jî yek ji jinan nehat berdan.
Çete yan cîhadîst prensîbên wan tune ne lê îdeolojiyek heye ku bingeha hemû pratîkên wan e û fetwa hene ku weke hincet ji bo daxwazên wan xizmet dikin. Ev fetwa li dijî prensîba hemwelatîbûnê ne û ol û mezhebên mirovan lêkolîn dikin. Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ku kurên dilsoz ên DAIŞ’ê û neviyên El-Qaîdeyê ne rêbaza Îbn Teymiye dişopînin ku li ser mezheba Elewî gotiye "Îsmaîlî û Nuseyrî mezheb in ku ji derve Şîitiyê îlan dikin. Li gorî lihevkirina misilmanan, ew ji Cihû û Xiristiyanan kafirtir in."
Kî dê li Durziyan şefaet bike?
Elewî weke beşek ji Îslamê tê hesibandin û Îbn Teymiye wan weke kafir îlan kir. Fetwaya wî rê li ber komkujiyên ku li wir pêk hatin vekir. Gelo meseleya Durziyên ku li derveyî baweriya Îslamê ne, mîna Êzidiyan ku tu şefaetkarek wan tune ye çawa ye?
Yekem aloziya di navbera rêveberiya demkî û Durzî de li Ceramana dest pê kir, dema ku cîhadîstên HTŞ'ê êrîşî herêmên ku Durzî herî zêde lê dijîn, kirin. Piştî şer û aloziyê malbatên Durzî ber bi başûr ve çûn, mal û her tiştê xwe hiştin. Rejîma nû ya Ehmed El-Şaraa (El-Cûlanî) ji tiştê ku kiribû razî nebû, ji ber vê ber bi peravê ve çû. Cîhadîstan sûcên paqijkirina etnîkî kirin û dûre vegeriyan da ku tola xwe ji Durziyên ku red kirin tevlî desthilatdariya cîhadîst bibin, bistînin. Ehmed El-Şaraa bedewiyên li bajarê Suweydayê neçar kir ku êrîşî cîranên xwe yên Durzî bikin. Ji bo ku şer bi berjewendiya xwe çareser bibe, El-Cûlanî bi hinceta şandina hêzan ji bo dûrketina ji pevçûnê, beriya ku eşkere bibe ev hêz ji bo şerê li dijî Durziyan hatibûn, bikaranîn.
Di êrîşa li ser bajêr de di meha Tîrmehê de, hezar û 709 kes hatin kuştin ku piraniya wan Durzî bûn. Bûyerên tecawiza li dijî jin û zarokan ji aliyê cîhadîstên HTŞ'ê ve hatine belgekirin. Li gorî pisporên NY herî kêm 105 jinên Durzî ji aliyê cîhadîstan ve hatine revandin ku 80 ji wan hê jî winda ne. Hejmarek ji wan kesên ku hatine berdan ji ber tirsa ewlehiya xwe nikarin vegerin malên xwe. Herî kêm 3 jinên Durzî berî ku werin îdamkirin bi tecawizê re rûbirû man. 763 kesên din ku jin jî di nav de ne hê jî winda ne.
Îmze tenê têrê nake pêdiviya Sûriyeyê bi çareseriyek radîkal heye
Her ku welat ji aliyê El Qaîdeyê ve tê dizîn, tacîza mezheba Elewiyan li peravê û li taxên Şamê berdewam dike. Rê li ber hêzên ku dixwazin li Sûriyeyê cihekî ava bikin vedike weke Rûsyayê, rejîma berê û dagirkeriya Tirkiyeyê. Komkujiyên li dijî wan gelê Suweydayê ber bi daxwaza serxwebûnê ve biriye û Îsraîl jî hewl dide rewşê gurtir bike. Gotinên nefretê li ser medyaya hikûmeta demkî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, agirê nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de gur dikin. Wêne li Sûriyeyê nezelal e lê belê pir xirab e. Gelê Sûriyeyê hêvî dike ku piştî vê xebata dijwar, Sûriye bigihîje sîstemek demokratîk, ne navendî û piralî ku tê de ji jinan û mafên wan re rêz were girtin, ji ber ku Sûriye tenê dikare bibe welatek cihêrengî û vekirîbûnê, welatek ku jin bi mêran re wekhev in.