Ji Îranê heta Misrê, ji Tûnisê heta Lubnanê saleke jinên Rojhilata Navîn (2) - PANORAMA

Tevî pêşkeftinên jinan di çend waran de û bangên berdewam ku tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirin û piştevanîkirina jinan ji bo pêşketina civakê dikin, lê hîn jî astengî hene ku nahêlin jin bighêjin serkeftinên ku dixwazin.

XEDÎR EL-EBAS

Navenda Nûçeyan - Her sal guherînên radîkal hene ku bandorê li hemî astan dike. Welatên Rojhilata Navîn bûn şahidê gelek bûyerên ku bala raya giştî ya herêmî û navneteweyî kişandibûn.

Tevî ku di sala 2022’an de jinan çalakiyên girîn pêk anîn, lê gelek astengî derketin hole û tevlîbûna jinan a di qada siyasî û jiyana giştî de jî kêm bû. Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de em ê balê bikşînin li ser astengî û kêşeyên ku nehiştin jin hebûna xwe di nava civakê de xurt bike.

Di qada siyasî de hebûna jinan kêm e

Di asta siyasî de statûya jinan li Mixribê di van salên dawî de li gorî çend welatên cîran şahidê pêşkeftinek girîng e, ji ber ku komek destkeftiyên destûrî, qanûnî, siyasî û mafên mirovan bi dest xistine. Komek ji pêşengên tevgera jinan a Mexribê, çalakvanên mafên mirovan û siyasetmedaran ji bo bidestxistina mafan şer kirin.

Piştî hilbijartinên ku di 8’ê Îlona 2021’an de hatin kirin, hebûna jinan di parlementoya Mexribê de zêdetir bû. Qanûna Rêxistinê ya têkildarî Meclîsa Nûneran a bi hejmara 27.11'an a ku di çarçoveya reformên destûrî û qanûnî de derket, hejmara kursiyên ji bo jinan hatine veqetandin ji 30 derxist 60. Piştre qanûndarên parlemanê hejmara kursiyên jinan ên “kota” zêde kirin û ev jî bû sedem ku 95 jin derbasî parlamentoyê bibin.

Tûnis di derxistina arsenalek qanûnên ji bo jinan de pêşeng bû. Têkoşîna femînîst bi çalakiya tevgerên çepgir ên di destpêka salên heftêyî yên sedsala borî de bi rêzek daxwazên ku banga temamkirina pêvajoya azadiya jinê dikirin, mezin bû. daxwazên femînîst di kovara statûya kesane ya ku zagona malbatê birêkûpêk dike hate wergerandin û bû lûtkeya tevgera reformê û garantiyek qanûnî ji bo mafên bingehîn ên jinan û birêkûpêkkirina têkiliyên nav malbatê di 213 beşan de. Destûra bingehîn a 1959’an ji bo wekheviya zayendî hate veqetandin û piştre qanûnek ji bo danîna mafên medenî û siyasî yên jinan, wek mafê dengdanê, perwerdehî û xebatê, ji bo beşdarbûna di zivirîna çerxa aborî de, derket pêş. Ev maf bi erêkirina peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan ji aliyê Tûnisê ve hatin destekkirin.

Destûra bingehîn a 2014’an bêtir mafan destnîşan kir. Madeya 21 tekezî li ser girîngiya bidestxistina wekheviyê di navbera welatiyan de bêyî cudahî kir. Madeya 34 temsîliyeta jinan di meclîsên hilbijartî de erê dike. Madeya 40 mafê karkirina di şert û mercên minasib û bi berdêlên adil de piştrast dike. Zagona jimare 37 a sala 2021’an ji bo pêşdebirina rewşa karkerên jin hat û beriya wê jî qanûna jimare 58’an a sala 2017’an a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bû û femînîstan ev yek weke sernavê şoreşeke rast dinirxand.

Biryarnameya nû ya bi hejmara 55’an a di 15’ê îlonê de hat dayîn ku balê dikşîne ser sepandina sîstema dengdayînê ya li ser kesan, aktîvîstên civaka sivîl û parêzvanên mafên jinan hêrs kir.

Komeleyên jinan nerazîbûna xwe ya li hemberî destûna nû ya ku Tûnisiyan di 25'ê Tîrmehê de dengê xwe dabûn nîşan dan û ev yek weke binpêkirina mafên ku jinan beriya niha bi dest xistine, dîtin û berdewamiya siyaseta dûrxistin û biçûkxistinê ya ku ji aliyê hikûmetên li pey hev û her wiha ji aliyê Serokatiya Komarê ve hatiye meşandin şermezar kir.

Bi derbasbûna zêdetir ji heft salan ji dorpêçkirin û girtina rêyên sereke yên bajarê Taizê li başûrê Yemenê, îsal jinên navbeynkar ên herêmî bo cara yekê beşdarî danûstandinên vê dawiyê yên meha Gulanê bûn û însiyatîfa “Jinên Taizê ji bo Jiyanê” jî di nav de  gelek însiyatîf dan destpêkirin.

 Di 28’ê Tîrmehê de di hikûmeta Yemenê de guhertina kabîneyê pêk hat û di nav xwe de tenê 4 wezaret bêyî namzedkirina jinan vehewand.

Bi taloqkirina hilbijartinên parlemanî yên Lîbyayê re, amadekarî û hewldanên jinan ên ji bo pêşwazîkirina hilbijartinên Lîbyayê ku diviyabû di 24’ê Kanûnê de bihatana kirin, bê encam man.

Li Lubnanê ji sala 1963’an vir ve ji bo cara yekê û di asteke dîrokî de, 118 jin di hilbijartinên parlemanî yên sala 2022’an de, li welatekî ku rêjeya jinan ji ji sedî 5 kêmtir e, bûn namzed.

Her çend gelek kes li ser guhertina wêneya hilbijartinên 2022’an behîs dikirin jî, di van hilbijartinan de beşdarbûnek mezin li ser sindoqan pêk nehat. Rêjeya beşdariyê li hemû navend û herêmên Lubnanê ji ji sedî 41.04 derbas nebû. Di parlamentoya 2022’an de niha 8 jin hene, li gorî sala 2018’an ku 6 jin bûn.

Nûner Înaya Ez El-Dîn, Yola Yaqûbiyan û Sitîrda Cece dîsa vegeriyan sempozyuma parlamentoyê. Lê jinên wek Behiya El-Herîrî ji bo hilbijartinên niha nebû namzed, ev cara yekê ye ku ji sala 1992’an ve derbasî meclisa parlemanê bûye. Di nav rûyên nû yên herî diyar de Helîma El-Qaqûr, Neda El-Bistanî (wezîra berê), Sîntiya Zirazîr, Necat On û Xada Eyûb.

Qedexeyên li dijî jinan

Ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de desthilatdarî girt, welat şahidê binpêkirinên mafên mirovan  ên ku ji hêla Talîbanê ve tê kirin ye.

Di 7’ê Gulanê de Talîbanê li ser jinan feriz kir ku nîqabê li xwe bikin û di Adarê de ferman da ku hemî dibistanên navîn ji bo keçan werin girtin.

Di meha Adarê de Talîbanê ji firokexaneyên li Afganîstanê re got ku jin nekarin hem bi seferên navxweyî û hem jî bi seferên navneteweyî weliyekî mêr sefer bikin.

Di meha Gulanê de Talîbanê ji mamosteyên dibistana ajotinê re got ku çênaba ku ew lîsansê bidin jinan.

Di 25’ê Îlonê de Talîbanê ji bijîjkên mê yên nexweşxaneya Ebû Elî Sinayî li parêzgeha Belxê re got ku çênabe ku ew nexweşên jin derman bikin û ji bijîjkên jin jî re got ku çênabe ku ew nexweşên mêr derman bikin. Talîbanê ferman da bijîjkên jin ên li heman nexweşxaneyê ku hîcabê li xwe bikin û li avahiyên nexweşxaneyê û ofîsên mêran nemeşin.

Di 18’ê Tîrmehê de Talîbanê li ser xwendekarên jin ên zanîngehên giştî yên Kabulê feriz kir ku rûyê xwe bi tevahî veşêrin.

Di 19’ê Gulanê de li ser hemû pêşkêşvanên jin ên di hemû qenalên televîzyonê de dixebitin feriz kir ku dema ku bernameyan pêşkêş dikin, rûyê xwe veşêrin.

Di 12’ê Gulanê de Talîbanê biryarek derxist ku jin û mêr li xwaringehan ji hev bên cudakirin, tevî ku ew zewicî bin û her wiha biryarek ji bo cudakirina jin û mêran li parkên giştî derxist û ji bo jin û mêran rojên ziyaretê yên cuda destnîşan kir.

Di meha Adarê de Talîbanê li parêzgeha Belx a Afganistanê qedexe kir ku profesorên jin beşdarî civînên bibin. Li zanîngehê destûr nayê dayîn ku xwendekarên jin têlefonên desta bikar bînin.

Di 13’ê Mijdarê de jî hate ragihandin ku ketina park û baxçeyên giştî yên li Kabulê, salonên werzîşê û serşokên giştî li jinan hatin qedexekirin.

Çalakvan û parêzvanên mafên jinan ji bo şermezarkirina van biryaran çalakiyan li dar dixin û di vê navberê de bi dehan çalakvan hatin girtin, ji wan Zerîfe Yeqûbî, Ferhat Bubalzî û Hemîra Yûsif.

Di 30’ê Îlonê de li navenda Perwerdeya Kajê ya li taxa Deşt El-Berşî ya li rojavayê paytext Kabulê, teqîneke xwekujî pêk hat û di encamê de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku piraniya wan xwendekarên jin bûn, her wiha nêzîkî 100 kes jî birîndar bûn. Piştî wê jî keçan xwepêşandan li dar xistin, lê Talîbanê ew keç li zanîngeha Belx rehîn girtin, ji ber

jî pêleke mezin ji xwepêşandanan ji aliyê wan keçan ve derket, lê Talîbanê ew keç li zanîngeha Belx rehîn girtin, ji bo tepeserkirina xwepêşandanan û rastî lêdanê hatin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Girtin û berdana çalakvan û siyasetmedarên jin

Di vê salê de gelek jinên çalakvan û siyasetmedar hatin berdan, lê gelek din jî hatin girtin. Di 23’ê Çile de dadgeheke Îranê 8 sal cezayê girtîgehê û 70 qamçî li çalakvana mafên mirovan a Îranî Nerges Mihemedî birî.

Di 27’ê Cotmehê de rayedarên Tirk Seroka Lijneya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Koror Fîncanî, ji ber daxuyaniyên wê yên derbarê êrîşên çekên kîmyewî yên li ser Herêma Kurdistanê dabûn girtin, 7 sal ceza û şeş meh zîndan lê birî.

Di 30’ê Kanûnê de hêzeke ewlekarî ya ser bi Îstixbarata Leşkerî li Yemenê, ji ber nivîsek wê ya li ser rûpela wê ya Facebookê, rojnamevan Hala Fûad Badawî girt û dest danî ser telefonên wê yên destan.

Di destpêka Mijdarê de Talîbanê sê jinên çalakvanên mafên mirovan, Zerîfa Yaqûbî, Ferhat Bubalzî û Hemîra Yûsif girtin.

Di çarçoveya qirkirina siyasî ya ji aliyê rayedarên Tirk ve hat kirin de, di 8’ê Hezîranê de di serdegirtina malan de rêvebera Rojnameya JINNEWS’ê Sefiya El-Kaş û edîtora rojnameyê rojnameger Colçîn Kuçuk, Suad Doguhan, Bêrîvan Kara Turak û Îlîf Ongor, Remziya Temel û gelek rojnameger hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îdiaya “rêveberî û propagandaya rêxistinê kiriye” di 29’ê Mijdarê de rayedarên Tirk li 14 bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrîşî 57 malan kirin û 16 jin ku yek ji wan çalakvana Tevgera Jinên Azad Zeyneb Boga bû, girtin.

Di 29’ê Nîsanê de Dadgeha Asliye ya Mexribê du sal cezayê girtîgehê li çalakvan Seîda El-Ilmî birî, ji ber ku wê nivîsek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir.

Di 2'ê Adarê de rayedarên Tirk bi hinceta "heqaret li serokomar kiriye" 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Sedef Kabaş birî.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê roja 21’ê Mijdarê bi tohmeta “xerakirina ewlehiya welat” 3 sal û 6 meh û rojek zindan li xwepêşandera dijî hîcabê Nerges Husênî, birîbû.

Ji ber şîroveyên ku wê li ser medyaya dijîtal ku tê de bang ji bo reforman kiribû, dadgeha Dijî Terorê ya Erebistana Siûdî 34 sal cezayê girtîgehê li çalakvana mafên jinan Selma El-Şehab birî.

Desthilatdarên Îranê di destpêka meha Çile de, çalakvan Leyla Husênzade piştî 26 rojan ji girtina wê bi tometa “civîn û lihevkirina li dijî ewlekariya niştimanî û propaganda li dijî rêjîmê” bi kefaleta “milyarek û 500 milyon Tûmenî” serbest berdan.

Siyasetmedara Kurd Aysel Toglûk ku ji sala 2016’an ve li girtîgeha Kandirayê girtî bû, piştî ku beşa tiba edlî raporek da û piştrast kir ku ji ber nexweşiya zheimer "nikare di girtîgehê de bimîne" di 27’ê Cotmehê de ji aliyê rayedarên Tirk ve hate berdan.

Rayedarên Îranê di 16’ê Adarê de Nazanîn Zaxarî Ratkilîf serbest berdan, piştî rêkeftina di navbera Brîtanya û Îranê de ji bo dayîna deynên 520 milyon dolarî ku Îranê di serdema Mihemed Riza Şah Pehlewî de dabûn, ji bo kirîna tankan di berdêla berdana wê de.

Piştî 30 salan di girtîgehê de rayedarên Tirk di 10’ê Tebaxê de nivîskara bi navê Mizgîn Ronak ji girtîgeha jinan a Cibzî ya girtî serbest berdan.

Di nav salê de li dijî jinan polîtîkayên qetilkirinê

Di 4’ê Cotmehê de akademîsyen û edîtora Kovara Jenolojiyê û endama Navenda Jenolojiyê Nakîhan Akarsal li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin. Nakîhan Akarsal rojnamevanek e ku di gelek rojname û kovarên jinan de kar kiriye û li ser jinên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê gelek xebat û lêkolînên wê hene. Nakîhan Akarsal çend salan li Silêmaniyê ji bo avakirina Akademiya Jinolojiyê li Herêma Kurdistanê kar kir û awayê kuştina wê bû sedema gelek bertekên herêmî û navdewletî. Gelek çalakî ji bo şermezarkirina kuştina wê hatin lidarxistin. Li paytexta Elmanya Berlînê Konferansa Jinê ya Navneteweyî ji bo rêzgirtina destkeftiyên wê, bal hat kişandin li ser jiyan û têkoşîna wê.

Nûçegihana El-Cezîre Şêrîn Ebû Aqle di 11’ê Gulanê de li Şerîeya Rojava bi guleyên artêşa Îsraîlê hat kuştin. Di destpêka meha Hezîranê de jî rojnamevanê Filistînî Xufran Werasna hat kuştin.

Şîler Resûlî ya ji herêma Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye, da ku xwe ji tecawizê biparêze xwe ji qata duyemîn avêtibû û di 8’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Civaka Misirê di van demên dawî de bûye şahidê zincîreke tawanan li dijî jinan li kolanan ji ber çend sedeman, bi taybetî jî redkirina keçan ji zewaca bi hevkarek an hevalek xwe re. Li Mesirê jî 4 jin ji ber ku zewac red kirin hatin qetil kirin ew jî Xilûd El-Seyîd, Nîra Eşref, Selma Mihemed û Emanî Ebd El-Kerîm bûn.

Kuştina Hena Xidir a Lubnanî bû sedema nerazîbûnê li Libnanê piştî ku hevjînê wê di destpêka Tebaxê de agir berda bedena wê.

Aktîvîsta femînîst Cewhera Xinêfis a 28 salî di 7'ê Hezîranê de li nêzî deriyê bajarê Şefa Emro yê herêma El-Celîl ya li Filistînê, dema otomobîla wê hat teqandin, hat qetilkirin.

Kuştina Wefa El-Sibî ya çil salî ku di 29’ê Cotmehê de ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin, raya giştî ya Tûnisê hêrs kir.

Kesayetên jin ên navdar

Di 12’ê Gulanê de siyasetmedar Aysel Dogan a ji bo aştiyê li herêma Mezopotamyayê xebat dikir jiyana xwe ji dest da.

Piştî têkoşîneke demdirêj di 25’ê Îlonê de li bajarê El-Dar El-Beyda ê Mexribê îkona parastina mafên jinan  ,aktîvîsta femînîst û parêzvana mafên jinan Aîşe El-Şena di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Qesra Buckingham mirina Qralîçe Elizabeth II di 8’ê Îlonê de ragihand, ku ji 70 salan zêdetir Brîtanya hukum kir û padîşahê herî dirêj û kevnar a cîhanê ye.

Hunermenda Cezayîrî Ferîde Sabûncî ku yek ji stûnên hunera Cezayîrê ye, di 92 saliya xwe de di 17’ê Îlonê de ji ber krîzeke giran a tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Di 17’ê Tebaxê de şaxê Sendîkaya Hunermendên Sûriyê mirina hunermenda bi navê Antûwanît Necîb di 92 saliya wê de ragihand, piştî çendîn nexweşiyên tenduristiyê.

Wênexêza navdar a Fransî Mîs.Tîk ku bi hunera nîgarkêşana li ser dîwarên kolanên paytext Parîsê dihat naskirin, di 23’ê Gulanê de di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Zagonên dewletan nayên cîbicîkirin

Tevî hin guhertinên qanûnî yên di metnên têkildarî mafên jinan de, lê hîn jî rê li ber jinan dirêj xuya dike ku bigihêje hemû daxwazên xwe.

Yek ji daxwazên herî girîng ên ku di vê salê de ji hêla çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ve hatî kirin, derxistina qanûnek ku destûrê dide jinan kurtajê bikin. Li Mexribê keça 14 salî Meryem di nîvê meha Îlonê de di encama kurtajeke veşartî de jiyana xwe ji dest da.

Piştî 18 salan ji derxistina yasaya Malbatê li Mexribê, komeleyan îsal ji bo daxwaza guhertineke berfireh û radîkal di yasaya malbatê de ji bo misogerkirina wekheviya di navbera zayendan de û li gorî guhertinên ku di civakê de çêdibin, kampanya duyemîn dest pê kirin.

Di serê meha Adarê de komeleyên Tûnisî banga guherandina beşên 3 û 19’an ên Qanûna Bingehîn a hejmar 58’an a sala 2017’an kirin ku têkildarî rakirina tundiya li ser jinê ye.

Guhertinên avhewayê bandor li cîhanê kir

Tevahiya cîhan bû şahidê guherînên avhewayê ku bûne sedema rûdana hin karesat û diyardeyên xwezayî, di nav de agir, erdhej û lehiyê. Mexrib her sal şahidê şewatê ye, şewatek di nîvê Tîrmehê de derket, dora 33 hektar ji deverên daristanî şewitî û bû sedema mirina hejmarek kesan, di nav wan de du jin.

Li Cezayîrê herî kêm 43 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn di şewata daristanan de ku di nîvê Tebaxê de li 14 eyaletên bakurê Cezayîrê  çêbû û herî kêm 200 kesên din jî birîndar bûn û pirsgirêkên nefesê derketin.

Di 22’ê Hezîranê de erdhejek bi pileya 5.9 li hin herêmên Afganîstan û Pakîstanê pêk hat û herî kêm 1543 kes mirin û zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûn.

Di 17’ê Çile de erdhejek bi pileya 5.3 li rojavayê Afganîstanê rû da û herî kêm 28 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Di erdheja ku di 5’ê Îlonê de bi pileya 5.3 li bakurê rojhilatê Afganîstanê pêk hat 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn û gelek mal hilweşiyan.

Di 2’ê Tîrmehê de sê erdhejên bi mezinahiya 6 pile zêdetir li başûrê Îranê qewimîn û di encamp de herî kêm 5 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 44 kesên din jî birîndar bûn.

Di 5’ê Îlonê de erdhejek bi kûrahiya deh kîlometran li parêzgeha Sîtişwan, li başûrê rojavayê Çînê rû da û zêdetirî 93 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 400 kesên din jî birîndar bûn û gelek xanî hilweşiyan.

Di 21’ê Mijdarê de li girava Jawa ya Endonezyayê bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat û di wê erdhejê de zêdeyî 310 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn û gelek avahî jî xera bûn.

Di encama barîna zêde ya baranê de li çend welatan lehî rabûn û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Yemenê gelek parêzgeh ketin bin lehiyê û zêdeyî 35 hezar malbat zirar dîtine û 77 kesan  jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber lehiya ku di 5’ê Tîrmehê de li Afganistanê derketibû de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û li 5 parêzgehên Afganîstanê nêzî 2 hezar û 900 xanî hilweşiyan an jî zirar dîtin.

Di dawiya meha Tîrmehê de ji ber baran û lehiyê berdewam li navçeyên curbicur ên Îranê zêdeyî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakistanê ji ber barana mûsonê ya ku di nîvê Hezîranê de zêde bû lehî rabû, hezar û 481 kesan jiyana xwer ji dest dan, 12 hezar û 748 kes birîndar bûn û 1,75 milyon mal zirar dîtin, ji vana 569 hezar û 800 bi temamî hilweşiyan, 908 hezar û 13 heywan jî mirin.

Sûdanê di 17’ê Tebaxê de bû şahidê barîna zêde ya baranê ku bû sedema lehiyan û ev lehî bûn sedema wêrankirina nêzîkî 50 hezar mal û mirina zêdetir ji 75 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Çalakiyên ji bo hişyarkirina girîngiya guherîna avhewa

Piştî ku Yemenê ji nav 182 welatên ku herî zêde di bin metirsiya guherîna avhewayê de ne di rêza 172 de cih girt, rêxistinên jinên Yemenî di nîvê meha Sibatê de kampanyayek elektronîkî ya hişyariyê li bajarên cûrbicûr ên Yemenê ji bo hişyarkirina metirsiyên qirêjiya jîngehê û guherîna avhewayê dest pê kirin.

Foruma Mafên Aborî û Civakî di nîvê Tîrmehê de piştrast kir ku Tûnisî ji ber xirabûna rastiyek hawîrdorê êşê dikişînin û qebareya qirêjiyê sal bi sal zêde dibe, ku ev yek nîşaneya karesatan dike.

Îsal navê jina ciwan a Sûdanî Nisrîn El-Saim di lîsteya kurt a Xelata Nobelê ya Zanistê de derket, ku deh salan li ser mijarên guherîna avhewayê xebitî.

Jinên Xezayê Roja Cîhanê ya Erdê ku dikeve 30'ê Adarê, bi organîzekirina çalakiyek ji bo balkişandina li ser êş û azarên jinan ên ji ber xirabûna sektora jîngehê û peydakirina alternatîf û çareseriyan bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna çalakiyên Roja Hawirdora Ereban, jinan di 16'ê Cotmehê de Pêşangeha Kulîlkên Filistînê organîze kirin.

 Nûnerên jin ên welatên erebî yên ku beşdarî konferansa "Edaleta avhewayê û beşdarbûna jinên ereb" bûn, ku ji aliyê Tora Erebî ya Civaka Sivîl a Jinan û Weqfa "Teqatuat" ve, bi hevkariya Oxfam, di 12 û 13’ê Cotmehê de li paytexta Urdun Emmanê hat lidarxistin, destnîşan kirin ku divê ji bo guherîna avhewayê çareseriyên adilane bin û dan zanîn ku eger nebe wê cudahiya zayendî mezintir bibe.