Jinên Afganî di dîroka huner û şer de xwedî roleke girîng in (4)

Dîroka Afganistanê tijî êş û şîdet e û her ku rejimên desthilatdar ên rasteqîn werin naskirin, em ê ewqas bi ramanên sitemkar û dijî jinan hîs bikin. Neheqiya hikûmetan çiqasî mezin bibe, jin û mêr wê ewqasî bi rêxistin bibin.

BAHARÎN LEHIB

Kabul - Di 19’ê Çileya 1929’an de artêşa Hebîb Elah Kelkanî ku bi navê Paşa Sako dihat naskirin bi piştgiriya Îngilîzan ji aliyê meleyên paşverû ve ji holê hat rakirin. Brîtanyayê yek ji dilsozên xwe Mihemed Nadir Şah tayîn kir û erka wî ya yekem kuştina Paşa Sako bû. Paşê piraniya rewşenbîran xistin zindanê, ew kuştin û sirgûn kirin. Vê yekê bi taybetî gel û rewşenbîr hêrs kirin. Piştî çar salan ji serweriya zalimane û roja ku xwendekar mezûn bûn, Mihemed Nadir Şah ji aliyê Ebd El-Xaliq ku temenê wî 17 salî bû, bi du guleyan li ber çavên her kesê hat kuştin.

Piştî kuştina Mihemed Nadir Şah, kurê wî Mihemed Zahir Şah hê 19 salî bû, çil sal li ser hikum ma. Di vê heyamê de gelek kuştin û îşkenceyên eşkere û veşartî li ser rewşenbîr û şervanan pêk hatin. Bi makezagona ku ji aliyê hikûmeta Mihemed Zahir Şah ve hatibû amadekirin, jin ji gelek mafên xwe hatin bêparkirin, ji ber vê yekê lixwekirina hicabê bû mecbûrî û nehiştin ku jin bê hicab ji malê derkevin. Mebest ji van hemû hovîtiyan ew bû ku meleyên welat dilşad bikin ji bo bikarin berdewamiya desthilatdariya Mihemed Zahir Şah bi pêş bixin û ji ber vê yekê ew çil salan li ser hikum ma.

Tevî zextên rejîmê jî nikaribûn pêşî li rewşenbîriya civakê bigrin

Digel van hemû zordarî û zextan rejîma Mihemed Zahir Şah nikaribû pêşî li pêşketina rewşenbîrî ya civakê bigre. Jinan têkoşîna xwe ya li dijî van hemû zagonan bi awayekî berfireh domandin. Zahir Şah di nîvê desthilatdariya xwe de pê hesiya ku ew nikare bi vî hovîtiyê serweriya xwe bidomîne, ji ber vê yekê di gelek waran de rol da keçên xwe, hevjîna xwe, xwişkên xwe û hin jinên din jî. Hevjîna Mihemed Zahir Hemîra Bîxum, alîkariya hevjînê xwe di hikum de kir lê ji bo xizmeta pirsgirêkên jinan tiştek nekir.

Muzîk li seranserê Afganistanê ji jinan re qedexe bû lê Mîrman Parvîn di sala 1929’an de li Radyoya Afganistanê stran digot û piştre derket ser televîzyonê. Piştî wê gelek jinên din jî weke Mîrman Cîla, Rexşane, Mahuş, Birasto, Letîfa Kebîr Sîrak biraziya Eman Elah û xwişka Mîrman Parvîn derbasî qada şano û dengbêjiyê bûn.

Tevî ku wê avêtin girtîgehî jî dengbêjiya xwe domand

Dîl Aram ku bi navê Ebî Mîrza yan jî diya Mîrza dihat naskirin, dengbêjeke din a Malistanê bû ku ji bilî stranbêjiyê, bi lêdana du amûrên muzîkê, kîjek û tenbûrê jî dihat naskirin. Dîl Aram ji Malistanê koçî Xeznî kir. Li wir keçeke bi navê Kalînaz nas kir. Kalînas alîkariya wê kir ku stranên xwe tomar bike. Stranbêja Dîl Aram bû sedem ku rejîma Îranê tohmetên derew li dijî wê derxe û paşê wê xistin zindanê. Lê wê dev ji hunerê berneda û li girtîgehê stranbêjiya xwe domand.

Kobra Norzî yekem jin bû ku wezîr. Piştî ku xwendina xwe li dibistana Melalî (yek ji dibistanên navîn ên navdar li Kabulê ku tê de zimanê Fransî dihate hînkirin) qedand, ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû Fransayê. Piştî ku ji Fransayê vegeriya di serdema Mihemed Zahir Şah de weke yekemîn wezîra jin ji bo Wezareta Tenduristiyê hat tayînkirin.

Di wê serdemê de van jinan li dijî desthilatdarî û ramanên baviksalarî şer kirin û jêhatîbûna xwe nîşan dan û her kesê fêm kir ku jin dikarin her tiştî bikin.