civak/jiyan

  • Însiyatîf û jêhatiyên jinan li hemberî nexweşiya Coronayê 

    Tevî ku vîrûsa coronayê zû belev bû û bandorek derûnî û tenduristî li ser mirovan kir jî jinan karibûn bi însiyatîfên xwe yên cihêreng li hemberî belavbûna wê gavên girîng bavêjin.

  • Bandora şer li ser jinên Yemenê 

    Salên bi şer, bûyer û dîmenên komkûjiyê ku li ser ruh û rûyên zarok û jinên Yemenî êş û birîn xêz kirî, jiyana wan xistiya tarîtiyek bê hempa. Bi taybet li bajar û parêzgehên weke Aden, Xidir Mut û Lehjê janan jiyanek nû ji xwe re xêz kirin e.

  • Piştî mirina keça xwe bû dayika hemî zarokên bi nexweşiya çerm ketine 

    Henei El-Sadat piştî mirina keça xwe Yesemîn a ku bi nexweşiya helandina çerm ketibû û di temenê 15 salî de jiyana xwe ji dest dayî, hemî êş û xemginiya xwe veguhest enerjiyek ji heskirinê û ji bo zarokên bi heman nexweşiyê ketine bû hemşîreya ji dayika wan zêdetir nêzî wan.

  • Serpêhatiyên jinên penaber (2) 

    Di riya koçberiyê de yên li paş man... Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê qewimî gelek çîrokên jinên ku xwedî xewin û xeyalên xweşbûn hemû jiyana wan cemidî ne. Wela ji bo xewin û xeyalên xweş carek din destbixe hêviya xwe winda nekir û kenê li ser rûyê xwe jî kêm nekir.

  • Di jiyana mirovan de giringiya xwendinê 

    Xwendin, fêrbûn têgihîştina rastî û heqîqetê ye. Xweperwerdekirin e. Avabûna kesayetiyê ye. Rêbazek dahûrandina mêjiyê mirov e.

  • Li Rojhilata Navîn jina despêkê klînîka veterîner a gerok vekirî: Mariya El-Mualim 

    Ji bo lawir bi hêsanî bên dermankirin bijîjka veterîner Mariya El-Mualim pêdivî bi klînîkek gerok dît. Bi vekirina kilînika gerok dibe jina yekem di Lubnan û Rojhilata Navîn de gavek bi wêrek avêtiye.

  • Navenda çareseriya pirsgirêkên jinan Navenda Weşim 

    Di sala 2019'an de Navenda Weşim ji bo Lêkolînên Jinan li bajarê Bengazî hate vekirin û di vê salê de hate ragihandin ku hewiceye bibe yekemîn navenda bi jin û pirsgirêkên zayendî re eleqedar dibe. Ew tenê devera pispor e di warê lêkolînên têkildarî jinan de.

  • Serpêhatiyên jinên penaber (1) 

    Jiyana di sêgoşeya Lûbnan, Sûriyê û Tirkiyê de: Sultan Hûseyîn Serpêhatiya Sultan Hûseyîn a ku ji Sûriyê koçî Îzmîrê kiriye wek romanekê ye. Sulatan a ku neçar maye hê 13 salî bizewice, jiyana xwe li Lûbnan û Suriyê domandiye. Bi despêkirina şerê Suriyê re Sultan ê koçî Îzmîrê kir. Niha jî zarokên wê her yek li cihekê ne.

  • Li Yemenê sinetkirina zarokên keç 

    Her çendî Yemen yek ji welatên ku sineta zarokên keç qedexe kiriye û biryara têkoşîna bi wê re ragihandiye jî ev diyarde li gelek welatên wê belav e, vê jî bi parastina namûsa keçikê ve girê didin. Lê ji ber aloziyên siyasî, têkoşîna bi vê yekê re pêk nehat û bi paşketinên ramanî, pêkanîna sinetê ket dewra xwe û mezintir bû.

  • 'Di roja Cejna Dayikê de min êşa windakirina keça xwe bihîst' 

    Koçbera Serêkaniyê Meryem Bigêr tevî mlbata xwe di dibistanên bajarê Hesekê de dimîne diyar kir ku ewê li hemberî hemû zehmetiyan qayîm bisekine.

  • Pênc sal derbas bûn lê kujer nehatin dadgehkirin 

    Di sala 2015’an de li Silopiyê, sê siyasetmedarên jin Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr ên ku di dema qedexeya derketina derve de, hatibûn qetilkirin hîn di dosyayê wan de tu pêşveçûn çênebûye. Di ser qetilkirina jinên siyasetmedar pênc sal derbas bû û ji bo dosyayê biryara "nepenîtiyê" hat dayîn. Behiye Nayır a ku ji ber qala keça xwe kiriye cezayê hepsa malê hatiyê birîn, daxwaza wê ew e ku çi dibe bila bibe berpirsyar derkevin pêşiya dadgehê.

  • “Bi dibetiya ku rojekê vegere bi salan li ber derî sekinîm” 

    Aqubeta Omer Onen ê ku di sala 1994’an de, bi cîranê xwe Nurî Dayan ve ji bo xwedîkirina sewalan ji malên xwe derketin û careke din nevegeriyan hê jî nayê zanîn. Nezîre Baran ku piştî windabûna hevjinê xwe bi salan çavên wê her tim li derî bûn, tiştên ku jiyane vegot û anî ziman ku 27 sal in bi hêviya hebûna kêla gorekê dijî.

  • Tevî zagonan jî li Misirê sinet hê jî zêde ye 

    Tevî zextên zagonî û şîdeta li ser sinetkirinê jî zarokên keç li Misirê hê jî rastî zexta sinetê tên.

  • Zelîxa Mistefa ji nava çalekiyê bi lez xwe gihand zarokên xwe 

    Koçbera kampa Til Semin ê Zelîxa Mistefa Îsmayîl a di dema despêkirina êrîşên dewleta tirk ser Girê Spî û Serêkaniyê de li konê çalakiya mertalên zindiyê yê li Girê Spî hatî vedan di çalakiyê de bû diyar kir ku bi despêkirina êrîşan re wê bi lez xwe gihandiye zarokên xwe û got: “Dema giham wan li ber derî digiriyan û gelek tirsiyabûn.”

  • Nivîskarên Xezeyê ên karantîna vegerandine berhemdariyê 

    Nivîskar û wêjevanên Xezayê pêvajoya karantina û coronayê vegerandine dema xebatên nivîsê û berhemên giring derxistine.

  • Di nava Rêveberiya Xweser de giringiya xebatên jinê 

    Firyal Remedan a di despêka avabûna şoreşê de ji Mala Jin ê despêkiriye, di nava xebatên Rêveberiya Xweser de giringiya xebatên jinê wiha anî ziman: “Her devera ji destê çeteyên DAÎŞ’ê tê rizgarkirin pêdivî bi avakirina Mala Jin ê heye.”

  • Ji ragihandinê ber bi afrêneriyê ve 

    Xewle Lihîlalî ya ku ji gotina ‘Karê tu jê hez dikî bike’ ilham girtî ye û ji bo xwe kiriye weke pirensiba jiyanê. Keça ciwan a xwedî bawernameya ragihandin û nuçegihaniyê, gotinê pêşiyên xwe napejirîne û ber bi pêkanînên hêviyên xwe ve di keve rê.

  • Dayika aştiyê 5 caran hatiye girtin û 106 dozên lêpirsinê lê hatine vekirin 

    Endama meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran bi temenê xwe yê mezin jî bi hêviya ku aştî were welat bi salane têkoşînê dike û gelek caran hatiye binaçav kirin. Di derbarê wê de ji sedan zêdetir dozên lêpirsinê hatine vekirin. Dayika aştiyê diyar kir ku di destê wê de ne kevir ne jî çek heye, her cara ku banga aştiyê kiriye di derbarê wê de lêpirsinek vekirin e.

  • Li Idlibê jin û mîras 

    Civakên ku hemû zagon û şerîeta îslamî veguherandine kevneşopiyên zilamên serdest, ne zagon û ne jî biryarên ku di pirtûka pîroz de hatine nivîsandin dipejirînin, ya ku dikin tenê binpêkirina mafên jinan e.

  • Roniya dilê wê dibe hêviya jiyan ê 

    Newroz Hemdî Sofî nabîne li ber dengê radyo yên Kurdî mezin bûye û daxwaza wê ya ku di dilê wê de mayî û nikare bi cîh bîne bûyîna şoreşgera welatê xwe.