Li ser sînorê Snghuyê pirotestoyên cotkaran
Bi boneya rometdarkirina piştevaniya jinan a ji bo cotkarên Hindistanê ya li hemberî zagonên nû yên cotkariyê 18‘ê çile weke Mahila Kisan Diwas ango roja jinên cotkar îlan kirin. Jinan ji rayedaran re gotin: “Em jin çawan mala xwe bi rêve dibin, emê bikarin şoreşê jî bi rêve bibin.”
Bi boneya rometdarkirina piştevaniya jinan a ji bo cotkarên Hindistanê ya li hemberî zagonên nû yên cotkariyê 18‘ê çile weke Mahila Kisan Diwas ango roja jinên cotkar îlan kirin. Jinan ji rayedaran re gotin: “Em jin çawan mala xwe bi rêve dibin, emê bikarin şoreşê jî bi rêve bibin.”
Navenda Nuçeyan- Sibehek bi mij a Duşemê, li ser sinorê Singhu ya rêbej a neteweyî ya ku Punjab û Delhi bi hev ve giredide cûda xuya dikir. Di navbera dik û temeşevanan de li qada prostestoya li ser sînor nêzî hezar jinên alên kesk yê Sendîka hejandin û posterên ku “Cihê jinêk şoreşe“ nivîsandî hebûn.
Cotkarên ku dû mehen qanûnên navendî yên nû yên ji bo cotkarên jin ên ku kerta (sektora) çandini ya hêza karkirinê nedîtbar dihat ditin, ji bo were xelatkirin 18’ê çile wekî Mahila Kisan Diwas îlan kirin.
Zagon zoriyan zêde dike
Beşdarbûna û rola jinan di sektora çandiniyê de, mijarek ku ji hêla dîrokî ve tê paşguh kirine. Bi taybetî di pirsgirikên sektora çandiniyê de mafê erd kirîn bêpar hiştin, bû sedema têkoşîna jinan ya dehan salan. Jin dibêjin: “Em ji 5’ê hezîranê ve li dijî qanûnên nû şer dikin.” Di pîşesaziya çandiniyê de dîroka têkoşîna jinan heye ji ber ku pir hindik ji me birastî destûr tê dayîn ku bibin xwediyê axê.
Endama komiteya eyaleta Bhartiya Kisan Union Krantikayê Sukhwinder Kaur dibeje: “Dê zagon şert û mercên me yên xebatê zortir bike. Di çend mehên dawî de jin pir zanabûne. Li Delhi ye, prosteyek bir mezin heye, lê li Punjabê piranî prostesto ji aliyê jinan ve tên rêvebirin. Jin di çend mehên dawî de pir hişyar bûne. Xwepêşandanek mezin li Delhi heye, lê li Punjab bi sedan xwepêşandn hene, piranî ji hêla jinan ve têne rêvebirin."
Xwendekara aktîvîst Dr. Navkiran Natta jî dibêje:” Hejmara jinên ku prostestoyên cûrbecûr li sînorên Delhiye lidardixin zêde dibin. Heya îro jin wekî cotkar yan jî bi cotkarî ve eleqedar nedihat ditin. Pîrozbahiyên di şêwaza Mahila Kisan Diwas de gavek pir girîng e.”
Tevlîbûna jinan di sektora çandiniyê de
Li gorî rapora Oxfam a sala 2018’an, ji sedî 80 jinên ji aliyê aborî de çalak di sektora çandiniyê de dixebitin. Ji van ji sedî 33 hêza kar ya çandiniyê ne, ji sedî 48 jî di çiftligên xwe dixebitin. Jinên di karên weke çandinî, barkirin, palehî, zad çêkirin û hîn zêdetir cihan de dixebitin û di navenda sektora çandiniyê de jî cih digrin” dibejin: “Jinên ku bi çandiniyê ve mijul dibin ji sedî 85 li herêmên bejayî dijîn, ji sedî 13 jî xwadî ax in.”
Sukhwinder Kaur wiha berdeam dike: “Ji ber ku axa me tune ye, jin di vê sektorê de asê mane. Ger jin malên xwe rêvenebin, ewê neçarî fuhûşê bibin. Kengî qeyranek çandiniyê hebe, ên herî zêde ,bandor dibin jin in.”
“Em dikarîn pêşengtiya şoreşê bikin”
Di 12’ê çile de, Dadgeha bilind fermana sê qanûnên çandiniyê, ku ji hêla pir kesan ve ji bo cotkaran ‘qezence’ hatî pîrozkirin qebûl kir, lêbelê, di heman rojê de, Serokomarê Hîndistanê S.A. Bobde, destnîşan kir ku divê jin vegerin malê û diyar kir ku çima ew di prosteyon da “hatine girtin”. Kaur ji ji bo ew gotinan ewiha bersiv dide: “Em jin çawan mala xwe bi rêve dibin, emê bikarin şoreşê jî bi rêve bibin.”