‘Zimanê Suryanî hewceyî mîsogerkirina destûrî ye’
Mamosteya Zimanê Suryanî Hilda Bahî destnîşan kir ku zimanê wan li Rojava bi qonaxeke hesas re rû bi rû ye ku pêwîstiya wê bi naskirina destûrî û desteka saziyî heye.
ESMA MUHAMAD
Qamişlo – Derdorên perwerdehî û çandî yên li Rojava piştrast kirine ku zimanê Suryanî bi qonaxek krîtîk re rû bi rû ye ku gavên yasayî û saziyî ji bo parastin û xurtkirina hebûna wê hewce dike.
Bi taybetî piştî daxuyaniyên Enstîtuya Ulf Tau ya ji bo Zimanê Suryanî li Qamişlo ev mijar derket pêş. Ev yek di demeke ku ji bo naskirina wê ya destûrî ya wek zimanek fermî daxwaz zêde dibin de diyar bû. Ji ber ku rola wê ya yekpare di dîrok û cihêrengiya çandî ya welêt de xuya dike. Her wiha çalakiyên zimannasî û çandî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku pêwîst e zimanê Suryanî wek zimanekî fermî were naskirin. Ji ber ku bandora wê ya rasterast li ser jiyana perwerdehî, civakî û çandî heye. Ew di parastina nasnameya civakê û veguhestina wê bo nifşên pêşerojê de kevirê bingehîn e.
‘Her nivîs an peyvek ku em îro winda dikin, beşek ji mîrateya civakê ye’
Mamosteya zimanê Suryanî Hilda Bahî, li ser paymengeha Ulf Tau, rastiya ziman a li herêmê, zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimîne û çareseriyên gengaz ên ji bo mîsogerkirina berdewamiya wî, axivî. Hilda Bahî diyar kir ku naskirina destûrî ji bo zêdekirina hebûna ziman di dibistan û saziyên çandî de gavek girîng e û wiha got: “Zimanê Suryan beşek ji jiyana me ya rojane û nasnameya me ya dîrokî ye. Her nivîs an peyvek ku em îro winda dikin, beşek ji mîrateya civakê ye ku her û her çûye. Ji ber vê yekê naskirina fermî ne vebijarkek e, pêdiviyek ji bo garantîkirina pêşeroja zimanê me ye.”
‘Em hewceyî piştgiriyek fermî ne ku entegrasyonê mîsoger bike’
Hilda Bahî destnîşan kir ku dijwarî gelek in û wiha pê de çû: “Çavkaniyên perwerdê û mamosteyên jêhatî kêm in. Bikaranîna rojane ya ziman ji ber zextên civakî hêdî hêdî kêm dibe û ev yek me dixe xetereya windakirina beşek ji mîrata çandî. Civaka Suryan a li herêmê ji girîngiya ziman haydar e, lê em hewceyî piştgiriyek fermî ne ku entegrekirina ziman di bernameyên dibistanê de mîsoger bike û hemû qonaxên perwerdehiyê ji baxçeyê zarokan bigre heya zanîngehan vedihewîne. Ev çarçoveya perwerdehiyê dê ziman di jiyana akademîk û çandî de amade bike û pozîsyona wî di nav nifşên ciwan de xurt bike.”
Naskirina destûrî parastineke rastîn a qanûnî tîne
Hilda Bahî da zanîn ku naskirina destûrî ya zimanê Suryanî parastineke rastîn a qanûnî pêk tîne û sedema vê nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku ew hebûneke xurt di perwerde, medya û çandê de dide wê û amûrên pratîkî dide civakê da ku wê biparêze û ji nifşên pêşerojê re veguhezîne. Naskirina fermî ne tenê sembolek e, her wiha ji bo avakirina civakek ku mîrat û nasnameya xwe diparêze, bingehek rastîn e.”
Hewcedariyên ji bo parastina zimanê Suryan
Hilda Bahî balkişand ser tiştên ku divê ji bo parastina zimanê Suryanîi bên kirin û wiha got: “Hewcedarî bi bernameyên perwerdehiya mamosteyan, dabînkirina pirtûk û bernameyên nûjen û lidarxistina atolyeyan ji bo xwendekaran heye. Ev hewldan piştrast dikin ku zimanê Suryanî bi tenê bi rêûresm an pîrozbahiyan ve sînordar namîne, dibe beşek ji jiyana rojane ya her kesekî di civakê de jî. Her wiha roleke girîng ji bo malbatan di veguhestina ziman de heye. Hişyariya malbatê û piştgiriya dêûbavan di hînkirina zimanê Suryanî a ji zarokên xwe re de, beşek yekgirtî ya parastina wê ye û hewldanên perwerdehiyê yên fermî temam dike."
‘Naskirin û piştgiriya destûrî stûnên parastina zimanê Suryanî ne’
Hilda Bahî da zanîn ku pêşeroja zimanê Suryanî bi îradeya civakê û piştgiriya fermî ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Vîzyona wan li ser wê yekê ye ku Suryanî di warên cûda yên jiyanê, yên wek perwerde, çand, medyayê û çalakiyên civakî de hebin. Her gavek ber bi naskirina destûrî ve û her piştgiriya ku ji dibistan û navendên çandî re tê dayîn, stûnek bingehîn ji bo berdewamiya ziman û parastina wê ya ji windabûnê pêk tîne. Gelê Suryan jî bi zimanê xwe ve girêdayî ye.”