Li Yemenê psîkiyatrîstek ji bo 700 hezar kesan xizmet dide
Ji ber ku hejmara psîkiyatrîstan li welêt ji 46 kesan derbas nabe, yanê ji bo nêzî 700 hezar kesan psîkiyatrîstek heye, herî zêde jinên ku ji ber şer, koçberî û xirabûna şert û mercên jiyanê şerpeze ne, dibin hedefa vê yekê.
RAHMA ŞANZOUR
Yemen – Ji deh salan zêdetir e, Yemen di şerekî dirêj de ye ku siya xwe daye ser hemû aliyên jiyanê. Bandorên wê ne tenê bi binesaziyê û aboriyê ve sînordar bûne, her wiha li ser tenduristiya derûnî ya bi milyonan Yemeniyan, bi taybetî jî jin û keçan, dirêj bûne.
Di navbera koçberiya bi darê zorê û barên zêde yên jiyana rojane de, jinên Yemenî xwe bi tenê dibînin. Bi nexweşiyên derûnî yên wek depresyon, fikar û nexweşiya stresê ya piştî travmayê re rû bi rû dimînin, di nav nebûna hema bêje tevahiya xizmetên piştgiriyê de. Hejmar wêneyek tirsnak nîşan didin. Tê payîn ku zêdetirî 7 milyon kes li Yemenê hewceyê piştgirî an jî dermankirinê ya derûnî ne. Di heman demê de tenê 120 hezar kes van xizmetan distînin. Hejmara psîkiyatrîstan li welêt ji 46 kesan derbas nabe, ango ji bo nêzîkî 700 hezar kesan psîkiyatrîstek heye, ev nîşanek eşkere ya valahiya kûr a di xizmetên tenduristiya derûnî de ye.
Komên ku herî zêde di bin bandorê de dimînin
Pispora civakî û psîkolojîk Marwa Ehmed Qassem dibêje ku jinên Yemenî ji ber şert û mercên aborî, şer û pevçûnên ku welat dîtiye, di nav komên herî zêde di bin bandor de mayî ne. Marwa ragihand ku jinan çavkaniyên dahata xwe winda kirine, vê yekê rasterast bandor li şert û mercên jiyana wan, tenduristiya wan a derûnî û jiyana zarokên wan kiriye. Marwa wiha got: “Şer ne tenê bandor li aliyê aborî kiriye, di heman demê de bandorên kûr ên psîkolojîk jî hiştiye. Gelek jin niha ji nexweşî, pirsgirêk û nexweşiyên psîkolojîk ên bi stres û travmayê ve girêdayî dikişînin. Ev yek nîşan dide ku gelek jinên ku serdana sendîkayê dikin, ji nexweşiyên psîkolojîk ên giran dikşînin û hin rewş neçar in ku ji bo demên dirêj dermankirina psîkolojîk bistînin. Ev bandorê li şiyana jinê dike ku lênêrîna xwe û zarokên xwe bike an jî jiyana xwe bi awayekî normal bidomîne.”
‘Desteka derûnî stûnek bingehîn e’
Marwa eşkere kir ku hin jinan ji ber zextên derûnî û aborî dev ji xwendin an xebatê berdane û wiha domand: “Hinên din jî ketine depresiyoneke giran ku jiyana wan bi tevahî têk daye. Piştgiriya derûnî li kêleka perwerdehiyê û baştirkirina şert û mercên aborî û debara jiyanê, stûnek bingehîn e ji bo pêşkeftina civakan û bidestxistina aramiya derûnî û civakî. Ez bawer dikim ku piştgiriya derûnî stûnek bingehîn e ji bo pêşkeftina civakan û bidestxistina aramiya derûnî û civakî. Divê bi perwerdehiyê û baştirkirina şert û mercên aborî û debara jiyanê re biçe. Pêdivî bi planên ku beşdariya jinan di warên cûrbecûr de garantî dikin heye. Nebûna piştgiriya derûnî, pirsgirêkên derûnî yên jinan girantir kiriye. Tenduristiya derûnî, pêdivîyek bingehîn e ku jin bikaribin jiyana xwe bidomînin û rola xwe di civakê de bilîzin.”
Yekîtiya Jinên Yemenê desteka derûnî dide jinan
Koordînatora Projeyan a li Yekîtiya Jinên Yemenê Atlal Abdul Hakîm, piştrast dike ku şer bandorek girîng li tenduristiya derûnî ya welatiyan kiriye, lê jin koma herî bandordar bûne. Atlal destnîşan dike ku Yekîtî bi berdewamî bi hejmareke zêde ya jin û keçên ku ji bandorên psîkolojîk ên pevçûnê dikşînin re rû bi rû ye. Atlal wiha got: “Yekîtî niha gelek xizmet, di serî de piştgiriya psîkolojîk û pispor a psîkolojîk, ji bo jin û keçên ku ji şer bandor bûne, nemaze yên ku barên zêde hildigirin û her wiha jinên ku rastî cûrbecûr tundiyê hatine, peyda dike.”
Kêmasiyeke giran a personelên pispor
Atlal Abdul Hekîm destnîşan dike ku Yemen ji kêmbûna giran a personelên bijîşkî yên pispor a di desteka psîkolojîk de dikişîne. Ew rave dike ku pirsgirêk ne tenê bi kêmbûna psîkologan ve girêdayî ye, di heman demê de bi kêmbûna bijîşkên pispor a di peydakirina lênêrîna psîkolojîk a pêşkeftî de jî têkildar e. Ew tekez dike ku li bajarê Taîzê hejmareke pir kêm a pisporan heye, li gorî hewcedariya mezin a ji bo vê celeb xizmetê ku rastiya li piraniya bajarên Yemenê nîşan dide.
Nêzîkatiyek yekgirtî pêwîst e
Bi vî rengî, bi milyonan jinên Yemenî, bi krîzek psîkolojîk a bêdeng re dijîn. Ji ber koçberî, windakirin û tundiyê girantir dibe. Tevî hewldanên ku ji hêla Yekîtiya Jinên Yemenî û hin rêxistinên herêmî û navneteweyî ve têne kirin, valahiya di navbera hewcedariya zêde û xizmetên berdest de pir mezin dimîne. Bi taybetî jî, ji ber kêmbûna giran a personelên bijîşkî yên pispor û kêmbûna navendên piştgiriya psîkolojîk li piraniya bajaran. Ji ber vê yekê, kesên têkildar tekez dikin ku çareserkirina vê pirsgirêkê, nêzîkatiyek yekgirtî hewce dike. Nêzîkatiyek ku bi entegrekirina tenduristiya derûnî ya di navendên lênêrîna seretayî de dest pê bike. Perwerdekirina kadroyên civakê yên jin, peydakirina xetên piştgiriyê yên ji dûr ve ku dighîjin jinên li deverên dûr, ji bilî xurtkirina bernameyên bihêzkirina aborî yên ku derfetê didin jinan ku rûmet û serxwebûna xwe ji nû ve bi dest bixin.