Nangarhar: Ji ronakbîriyê ber bi zilma Talîbanê ve

Li Nangarhara Efganistanê beriya şer yek ji navendên girîng ên perwerde, ronakbîrî û hebûna berfireh a jinên xwende bû, îro digel xizanî û bêewlehiyê, jin herî zêde dibin hedefa tundî, qedexe û adetên ku jiyana wan dijwartir dike.

BAHRAN LEHÎB

Nangarhar – Nangarhar yek ji parêzgehên Rojhilatê Efganistanê ye. Parêzgeheke ku beriya derbeya 1978’an bi dibistanên çalak, hebûna çarçoveyeke berfireh a mirovên xwenda û beşdariya jinan di perwerdehiyê de dihat nasîn. Gelek malbatan keçên xwe şandin zanîngehan da ku perwerdeya xwe bidomînin. Her wiha atmosfera civakî ya vê parêzgehê ji roja me ya îro cuda bû, ji ber ku ji îdeolojiyên tundrew kêmtir bandor bû.


Jin jî hêdî hêdî ji gelek warên civakî hatin dûrxistin

Şoreşa rewşenbîrî û demokratîk rûyê Nangarharê guherand. Gelek profesor, çalakvanên civaka sivîl, nivîskar û kesên xwenda, an hatin kuştin an jî neçar man ku jiyana xwe biterikînin û bêdeng bin. Li gel van pêşketinan, jin jî hêdî hêdî ji gelek warên civakî hatin dûrxistin û derxistin. Îro ger hûn dakevin Celalabadê, hûn dikarin nîşaneyên vê guhertinê bi zelalî bibînin. Jinên ku berê li dibistan, zanîngeh û ofîsan hebûna wan diyar bû, niha bi piranî li pişt dîwarên malên xwe veşartî ne. Jinên ku ne tenê bi xizanî û bêkariyê re, di heman demê de bi tirsa domdar a tundî û darizandina civakî re jî dijîn.
Odeyên tarî ji aliyê çend malbatan ve tên parvekirin
Li yek ji navçeyên Nangarharê, em rastî Nesîma Walî hatin. Ev jina ku yek ji mexdûrên rejîma Talîbanê ye, dayîka 6 zarokan e. Di mala ku ew lê dijî  de tenê çend odeyên tarî û biçûk hene, odeyên ku çend malbat divê parve bikin. Piştî ku hevjînê wê hat kuştin, Nesîma bi zarokên xwe re xwe li mala tiyê xwe girt. Nesîma diyar kir ku hevjînê wê leşker bû û di destpêkê de wiha axivî: “Hevjînê min leşker bû. Dahata wî kêm bû, lê qet nebe me debara xwe dikir. Piştî ku Talîban dîsa hat, wan ew li nêzî mala me kuşt. Ji wê rojê û pê ve, her tişt ji bo min xelet çû.”


Carna tevahiya rojê dibêjim ka zarokên min dê îşev çi bixwin?’
3 ji zarokên Nesîma keç in, 3 jî kur in. Yek ji wan jî pitikek biçûk e. Nesîma destnîşan kir ku dijwariya jiyana wê ne tenê ji xizaniyê tê û wiha domand: “Beşa herî dijwar a jiyana min ne tenê xizanî ye, her wiha tirsa ku ez her roj li malê pê re dijîm e jî. Carinan ez tevahiya rojê difikirim ka ez ê ji bo zarokên xwe çi hazir bikim, ewê bişev çi bixwin. Lê tirsa min a herî mezin, keçên min in. Li vir, ger ku bavê keçek ciwan tunebe, herkes xwe mafdar dibîne ku destwerdanê li jiyana wê bike.”
Apê keça min hewl da lêxe’
Nesîma mînaka malbata hevjînê xwe da û wiha got: “Yek ji tiyên min, tevî ku tevkarî nade malbatê nabe jî, her tim keçên min sînordar dike. Ji cil û bergên wan bigre heya derketina derve û axaftinê, her tiştî sînordar dike. Çend roj berê, wî hewl da li keça min a mezin a bide. Kurê min ê 12 salî ji bo parastina wê derket pêş. Apê kurê min kêr li destê wî xist. Destê kurê min birîndar bû.”  Nesîma dema ku diaxivî û behsa van kêliyan dikir çend caran rawestiya. Keça Nesîma ya ciwan ku li kêleka me rûniştibû, tevahiya demê serê xwe tewandibû û peyvek jî negot. Wê tenê dema ku dengê zilamekî ji hewşê hat bihîstin, bi bêdengî axaftin qut kir.
 ‘Çarenûsa jiyana jinan di destê malbatê de ye’
Li gelek malbatên Efganî, dema ku hevjînê jinek bimre, tenê rastî xizaniyê nayê, di heman demê de bi zextên giran ên civakî re jî rû bi rû dimîne. Ji jinan tê hêvîkirin ku “bi sebir” bin. Jin ji nû ve nezewicin û tevahiya jiyana xwe ji bo zarokên xwe terxan bikin. Bizewice jî, ev bi gelemperî ne di destê wê de ye, berovajî vê, malbata hevjînê wê biryar dide ka pêşeroja wan dê çawa be. Berovajî vê, ji bo zilaman zewaca duyemîn normal tê hesibandin, her çend di navbera wan de cûdahiyek temenî ya girîng hebe jî. Lê jinek ku hewl dide jiyana xwe ji nû ve ava bike, pir caran bi darizandin, şerm û sûcdarkirinê re rû bi rû dimîne. Nesîma ragihand ku piştî mirina hevjînê wê, jin êdî kontrolê li jiyana xwe nake û wiha domand: “Herkes difikire ku ew dikarin ji bo wê biryaran bidin, ji cilên keçên wê bigire heya kengî radizin û diçin ku û tên.”

Tenê dixwazim keçên min sax bimînin’

Nesîma behsa şevên ku keçên wê ji tirsan newêrin derkevin hewşê kir û da zanîn ku wan ji ber xizaniyê, tenê nanê hişk û çayê dixwar. Her gav ditirse ku yek ji keçên wê bibe hedefa destdirêjiyê an zewaca bi darê zorê. Nesîma got ku “Xizanî mirov dişkîne, lê şerm bêtir dişewitîne” û bi daxwaza “Bila keçên min sax bimînin û mîna bi milyonan jinên din ên li Efganistanê, neyên tunekirin” kir.
Çîroka Nesîmayê ne tenê çîroka malbatek e. Li gelek deverên Nangarhar û parêzgehên din, piştî salên dirêj ên şer û desthilatdariya komên tundrew, jin niha di bin zexta hejariyê, tundiya navmalî û sînordarkirinên civakî de dijîn. Jinên ku ne derfeta wan a xebatê, ne jî azadiya xwendinê û ne jî ewlehiya têrker heye.


Tevî tundiyê jin hewl didin ku hêviyê zindî bihêlin

Lê belê di nav vê tariyê de, hê jî jinên ku dev ji jiyanê bernadin hene. Jinên ku tevî tirsê jî keçên xwe diparêzin, li hember tundiyê radiwestin û hewl didin ku hêviyê zindî bihêlin. Dibe ku ev berxwedanên biçûk û bêdeng nîşaneyên dawîn bin ku xwesteka azadî û edaletê li Efganistanê hê jî zindî dihêlin.