Zawtar El-Xerbiya: Bajarek di navbera kavil û bîranînan de
Li Zawtar El-Xerbiya kavil ne tenê çîrokeke wêrankirinê vedibêje, her wiha hûrguliyên jiyaneke ku şer ji mal û zeviyan rakiriye jî, belge dike. Di nav bîranînên belavbûyî de jin bi axa xwe ve hê jî girêdayî ne.
RANA CONÎ
Lubnan – Di şerê dawî yê li ser Lubnanê de hêzên Îsraîlê ji bajaroka cîran a bi navê Zawtar El-Şerqiya, ketin bajarokê Zawtar El-Xerbiya û dest bi teqandina xaniyan, destwerdana wan, dizî û şewitandina hin ji wan kirin. Wêrankirinek berfireh li pey xwe hiştin. Talanek ku taybetmendiyên bajarekî ku berî şer bi jiyanê xemilî bû, guherand.
Zawtar El-Xerbiya ku li kêleka Çemê Lîtanî ye, carekê li başûrê Lubnanê cihekî geştiyariyê yê gelêrî bû. Ji her derê mêvanan dikşand ji bo ku li ser qeraxên wê bêhna xwe vedin an jî berhemên herêmî yên ku jinên wê pê navdar bûn, bikirin. Îro, taxên wê di nav kavilan de ne û hûrguliyên jiyana ku bi dehsalan wê diyar dikir, winda bûne. Li gel mezinahiya wêrankirinê, niştecih vegeriyane. Lê ne ji ber ku jiyan hatiye sererastkirin, ji bo rizgarkirina tiştê ku ji ruh û bîranînên wan di nav kavilan de maye û ji bo ji nûve girêdana xwe bi axa xwe ve girêdin.
Di nav wan de Muxtar Îhsan Yaxî û cotkar Duniya Zuhûr hene, ku di bîranînên xwe de beşek ji dîroka Zawtar El-Xerbiya digirin û çîroka bajarekî vedibêjin. Bajarek ku li ber xwe da, xwe li axa xwe girt û tevî her tiştê ku bi serê wê hat. Bajarek ku mîrateyek berxwedan û serhildanê hilgirtiye.
Di nav kavilên mala xwe de ew bi erdê xwe ve girêdayaî ye
Muxtar Îhsan Yaxî ku di nav kavilên mala xwe de xwe dispêre erdê, dibêje ku 5 meh berê ew di odeya xwe ya bi tevahî mobîlyakirî de rûniştibû, berî ku şer were û ew kêfxweşî ji destê wê bibe, di nav mala xwe de rihetî û aramiyê dijiya. Îhsan destnîşan dike ku xanî û odeya wê bi tevahî wêran bûne. Her tiştê ku bîranînên wê yên herî hêja dihewîne, wêneyên zarokên wê û tiştên din ên malbatê, di şevekê de winda bûne.
Îhsan Yaxî bawer dike ku tenê sûcê wan ew e ku xwe dispêrin erdê xwe û li hember kesên ku hewl didin wê dagir bikin, li ber xwe didin. Îhsan destnîşan dike ku îro ew li ser kavilên mala xwe rûniştiye, jiyana wê bûye kavil, tiştê ku qewimî wek sûcek ku mezinahiya wê bi gotinan nayê vegotin bi nav dike.
'Erd kevir û daran jî para xwe ji dagirkeriyê girtin'
Îhsan Yaxî ragihand ku wêranî ne tenê bi malan ve sînordar bûye, her wiha bandorê li mirovan, kevir û daran jî kiriye. Îhsan Yaxî xuya dike ku zeviyek 3 û nîv donim ku tê de nêzî 125 darên zeytûnê hebûn, piraniya wan ji 40 salî mezintir bûn, veguherî erdê şewitî.
Îhsan Yaxî bawer dike ku şewitandina malan û hilweşandina erdê bi dozeran li dijî her axaftina li ser aştiyê ye. Îhsan tekez dike ku aştiya rastîn bi zorê nayê ferzkirin û mafê xelkê Başûr heye ku pêşeroja axa xwe diyar bikin.
Hêviya vegera li bajêr a mîna berê
Îhsan Yaxî anî ziman ku xelkê Başûr bi xurtî xwe dispêre axa xwe û ew ê wê nehêlin û hemû bangên ku ji wan re dibêjin ku welatê xwe biterikînin, red dike. Îhsan Yaxî bang li hemû welatiyên Lubnanî û mezhebên wê dike ku serdana Zawtar El-Xarbiya bikin, bibînin ka çiqas wêran bûye û li ser êşa xelkê wê fêr bibin. Îhsan hêviya xwe diyar dike ku bajarok dê baş bibe û ji nû ve bê avakirin.
Malên wêrankirî û bîranîn li cihê jiyanê digerin
Cotkar Duniya Zuhûr piştî 5 mehan vegeriya mala xwe, lê her quncikek şahidiya wêranbûnê kir. Duniya dibêje ku xanî berê tijî jiyan û ken bû, kêfa xwe winda kiriye, lê dîsa jî Duniya bawer dike ku xanî dê ji nû ve bên avakirin û erd dê ji nû ve geş bibe.
Duniya Zuhûr got tiştê ku herî zêde wê êşandiye ew bû ku çi bi depoyê hat, ku tê de erzaqên salê amade kiribû. Duniya destnîşan dike ku bi dehan kavanoz hatine şikandin û li erdê belav bûne. Her tiştê ku di malê de hatiye dagirkirin. Duniya destnîşan kir ku kêfxweşiya wê ya vegerê temam nebû ji ber ku cîranên wê, yên ku wê hûrguliyên jiyana rojane bi wan re parve dikir jî, malên xwe winda kiribûn.
Gel li benda bi dawîbûna şer e
Di nav kavilên Zawtar El-Xerbiya de, niştecih li hev civiyan, çîrok û bîranînên xwe parve kirin, hûrguliyên jiyanên di bin kavilan de ji nû ve jiyan kirin. Ew li ser kavilên malên xwe rûniştin, bi hêviya ku şer biqede, rê bide wan ku kavilan paqij bikin û jiyanê vegerînin bajêr.