Li Tûnisê tundiya nava malê her diç zêdetir dibe

Di mehên dawî de li Tûnisê ji ber tundiya nava malê, di mehek de çar jin hatin kuştin. Ev yek nîşaneya zêdebûna tundiyê û kêmbûna pergalên parastinê ye. Van bûyeran nîşan didin ku ger pêşî neyê girtin dê bûyerên wiha zêdetir bibin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Duh komeleya "Aswat Nîsa" (Dengê Jinan) ji bo belgekirina bûyerên kuştina jinan platformeke dîjîtal da destpêkirin. Bi vê yekê armanc ew e ku dozên ji ber kuştinê hatine vekirin werin şopandin. Ev însiyatîf li ser wê prensîbê hatiye avakirin ku nebûna belgekirinê rê li ber guhertinê digre û ev tawan ji daneyên heyî wêdetir in; li pişt her dozê jinek bi jiyan û rewşeke taybet heye ku divê neyê jibîrkirin.

Kî dê pêşî li rijandina xwînê bigre?

Jin tenê ji ber ku jin in tên kuştin; ev yek piştî pêvajoyên dirêj ên tundî û gefan û di nava siyasetên parastinê de pêk tê, loma kes nikare bibe asteng an jî rê li van bûyeran bigre. Tenê di meha Tebaxê de çar bûyerên kuştinê hatin tomarkirin. Di nava wan de bûyereke li taxa El-Tehrîr a paytextê hebû ku tê de jineke bi zarokên cêwî ducanî ku dayîka zarokek bû, bi xeniqandinê hat kuştin. Li Burj El-Tawîlê, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê 40 caran hat birîndarkirin û Mariyem Amer dayîka du zarokan jî bi du derbên kêrê yên li dilê wê hatin xistin, hat kuştin.

Komeleya "Aswat Nîsa" (Dengê Jinan) têkildarî van bûyeran diyar kir ku ger mekanîzmayên parastinê hebûna û rayedaran nîşaneyên tundiyê cidî bigirtana dê pêşî li kuştina Mariyem Amer bihata girtin. Komele balê dikşîne ku tundî her diçe zêde dibe, welat bûye şahidê bûyereke hovane û da zanîn ku bavekî du keçên xwe ji qata sêyemîn avêtiye xwarê; di vê bûyerê de zaroka pitik jiyana xwe ji dest daye lê xwişka wê ya sêsalî rizgar bûye.

Ji destpêka salê ve 16 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin. Li vir nakokiyeke bingehîn derdikeve holê der barê siyaset û gotarên têkildarî parastina malbatê de. Her çendî divê malbat bibe qada ewlehî û parastinê jî carna bi gotinên ‘parastina yekîtiya malbatê’ ser van bûyeran tên girtin, jin û zarok nayên parastin.

Jinên Tûnisî diyar kirin ku zêdebûna kuştina jinan nîşaneya têkçûna pergala parastinê û kombûna zextên civakî û aborî ye û tekez kirin ku tundiya nava malê êdî ne tenê çend bûyerên cuda, veguheriye bûyerên pergalî û her diçe ev yek berfireh dibe. Her wiha dan zanîn ku ji bo pêşîgirtina vê rewşê pêdivî bi reformên radîkal û siyasetên bi bandor heye.

'Belgekirina rast a daneyan gaveke bingehîn e'

Endama komeleya Aswat Nîsa û berpirsê dosyaya kuştina jinan, Meriyem El-Maknî da zanîn ku ev platforma dîjîtal weke amûrek ji bo şopandina dozan li seranserê welêt bi riya nexşeyeke înteraktîf kar dike. Platform derfetê dide gihîştina daneyên piştrastkirî yên der barê kuştî, tawanbar û şert û mercên tawanan de. Meriyem got: "Belgekirina rast a daneyan gaveke bingehîn e ji bo têgihîştina mezinahî û pêşveçûna vê diyardeyê. Her wiha ji bo bidestxistina agahiyên pêbawer ku rojnamevan, lêkolîner û siyasetmedar dikarin sûdê jê bigrin gelek girîng e."

'Armanc ew e ku kuştina jinan wek tewaneke were dîtin'

Meriyem El-Maknî destnîşan kir ku komeleyê ev platform bi hevkariya komeleya (Women and Citizenship) yanî "Jin û Hemwelatîbûn" a li Kefê daye destpêkirin. Meriyem di berdewamiya gotinên xwe de ev tişt anîn ziman: "Amarên piştî kuştina Rofqa Al-Charnî hatine tomarkirin, zêdebûna hejmara kuştiyan nîşan didin. Hejmar ji şeş dozan di sala 2018'an de derketiye 25 dozan di sala 2024'an de. Armanca platformê ew e ku naskirina kuştina jinan weke tawaneke taybet ku pêdiviya wê bi nêzikatiyeke pispor heye, xurt bike. Her wiha piştgiriya siyasetên giştî bike ku bikaribin jinan ji hemû cureyên tundiya li ser bingeha zayendî biparêzin."

Zext û stres

Xwendekara beşa hiqûqê Meriyem Şorabî diyar kir ku krîzên havîna sala 2026'an di nav de qutbûna av û elektrîkê û kêmbûna ava vexwarinê, asta stresa di nava Tûnisiyan de zêdetir kiriye û bûye sedema zêdebûna tundiyê. Ev yek di tomarkirina çar bûyerên kuştinê de ku ji aliyê mêran ve li hemberî hevjînên wan di nava mehekê de hatibûn kirin, xwe da der.

'Tevî hebûna yasayan tundî didome'

Meriyem Şorabî bawer dike ku Yasaya Hejmar 58 tevî girînge jî bi temamî bandorker nebûye; ji ber ku rûbirûbûna tundiyê ne tenê mijareke yasayî ye, pêdivî bi sivikkirina zextên civakî û aborî yên ku welatî pê re rûbirû dimînin jî heye. Meriyem wiha got: "Ji bo kêmkirina rêjeya tawanan pêdivî bi reformkirina pergalê û dabînkirina şert û mercên jiyanê yên guncav heye. Ne ku mirovan di bin zextên wisa de bihêlin ku dikarin bibin sedema teqînên tundiyê."

'Bêdengiya jinan tundiyê zêde dike'

Meriyem Şorabî bal kişand ku bêdengiya jinan li hemberî tundiyê dibe sedema zêdebûna wê; rawestandina tundiyê di qonaxa destpêkê de gaveke girîng e ji bo pêşîlêgirtina xirabûna rewşê û da zanîn ku ji ber kesê tundkar rastî ceza nayê, bê tirs tundiyê didomîne. Mariyem wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku hinek jin dozên xwe paşve dikşînin û dest ji mafê xwe yê çalakiya yasayî berdidin, ev yek derî li ber dubarebûna tundiyê vedike û dibe ku bibe sedema encamên trajîk."

'Kuştina jinan ne bûyereke tesadufî ye'

Civaknas Rihmê Bin Silêman jî destnîşan dike ku kuştina jinan ne bûyereke tesadufî ye û ne jî encama hêrseke demkî ye. Diyar dike ku berevajî vê, xala herî tund a pêvajoyeke civakî ya dirêj e ku ji aliyê dînamîkên hêzê, têgihîştinên zayendî, perwerdeya malbatî, girêdana aborî û asayîbûna tundiya nava malbatê ve hatiye şekilkirin. Rihmê balê dikşîne ku bi gelemperî beriya van tawanan, qonaxên bindestkirina derûnî, kontrolkirin, biçûkxistin û cûrbecûr şêwazên tundiyê rû didin. Ev pêvajo di dawiyê de jinan vediguherîne tiştekî ku tê kontrolkirin û mafê wê yê diyarkirina çarenûsa xwe jê distîne.

'Kuştina jinan bi pergala civakî ve girêdayî ye'

Rihmê Bin Silêman tekez dike ku kuştina jinan bi pergala civakî ve girêdayî ye, rol û hestên malbatî organîze dike û dînamîkên hêzê ji nû ve hildiberîne û wiha didomîne: "Ev dînamîk barekî hestiyarî yê girantir datîne ser milên jinan. Di heman demê de azadiya bêsînor dide mêran da ku hêrsa xwe nîşan bidin û serdestiyê ferz bikin. Di vê çarçoveyê de sebir û fedakarî li ser jinan tê ferzkirin ev yek jî dibin sedem ku nikaribin îradeya xwe diyar bikin û bertekan raber bikin."

'Bihêzkirina aborî tenê têrê nake'

Rihmê Bin Silêman destnîşan dike ku bihêzkirina aborî tenê bi başkirina dahatê yan peydakirina kar ve sînordar nîne, ji bo jinan tê wateya mezinkirina şiyana wan a ji bo biryardayînê. Her wiha dide zanîn ku bi serxwebûna aborî jin dikarin danûstandinê bikin, biryar bidin ku ji nava çerxa têkiliya ku tevahî tundî ye derbikevin. Rihmê Bin Silêman wiha bi dawî dike: "Nebûna serxwebûna darayî, lawaziya torên piştgiriyê û tirsa ji şermezarkirinê, qada tevgera civakî teng dike û rizgarbûna ji têkiliyeke di nava çerxas tundiyê de dike karekî pir dijwartir û zortir. Tundiya nava malbatê merhele bi merhele çêdibe. Destpêkê bi kontrolkirina tevger, têkiliyên civakî, cil û berg û kar dest pê dike û piştre vediguhere biçûkxistin, gefxwarin û tundiya derûnî, fîzîkî û aborî."