Hişyariya ‘Cudakirina zayendan a di perwerdê de pirsgirêkek hişmendiyê ye’

Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê destnîşan kir ku rola jinê di perwerdehiyê de bingehîn e, cudakirina keç û xortan wekî pirsgirêkek hişmendiyê pênase kir û diyar kir ku heta guhertina biryara Wezareta Perwerdê, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê — Di demekê ku li Sûriyeyê li ser pêşeroja perwerdê û rêbazên nû yên Wezareta Perwerdehiyê nîqaş berdewam dikin de, biryara kêmkirina waneyên zimanê Kurdî li ser xwendekar, mamoste û civaka Kurd bandoreke mezin kiriye.

Ev pêkanînên tê kirin ne tenê "feraseteke başverû" ye, di heman demê de nîşaneya sîstemeke ku dixwaze civakê li gorî qaîdeyên xwe yên dogmatîk û olperestiya hişk dîl bigire. Di van sîstemên tundrew de, armanca sereke ew e ku jinan di bin kontrola hişk a desthilata olî û baviksalarî de bihêlin û wan ji qada giştî dûr bixin. Di heman demê de siberoja civakekê jî dixe nava metirsiyeke mezin. Ev birdoziya olperest bi taybetî mafên jinan, perwerde, azadiya bîr û baweriyê û pîvanên jiyana hevpar tune dike.

Mamosteya zimanê Kurdî Jînda Ehmê, di nirxandina ji bo ajansa me de got: “Biryara nû pirsên gelekî mezin derbarê pêşeroja xwendekaran de çêkiriye û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayîkê dê berdewam be.”

‘Xwendekar pêşeroja xwe di nav nezelaliyê de dibînin’

Jînda Ehmê, diyar kir ku li gorî biryara Wezareta Perwerdê, ji bo zimanê Kurdî di heftê de 3 ders tên dayîn. Jînda Ehmê destnîşan kir ku heta niha gelek materyalên perwerdehiyê nehatine wergerandin û ev yek li ber xwendekaran pirsgirêkên mezin çêdike û wiha pê de çû: "Rewşa xwendekaran ne zelal e û diyar nîne ku sibê roja wan dê çawa be. Biryara wezaretê di nav gelê Kurd, xwendekar û mamosteyan de nerazîbûneke berfireh çêkir û ji bo parastina mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê çalakî û xwepêşandan çêbûn.”

‘Xwendekar naxwazin zanistê bi zimanekî din bixwînin’

Jînda Ehmê bal kişand ser helwesta xwendekaran û got ku gelek xwendekar naxwazin waneyên zanistî û wêjeyî bi zimanekî din bixwînin, ji ber ku wan bi salan bi zimanê Kurdî xwendine. Jînda bal kişand ser armanca helwesta xwendekaran û wiha vegot: “Helwesta xwendekaran ew bû ku heta biryar bê guhertin, wê nekevin polên xwendinê û daxwaza wan ew e ku perwerdehiya wan bi zimanê dayîkê berdewam bike. Biryara me zelal e. Em dixwazin di qada perwerdê de hemû materyal bi zimanê dayîkê werin dayîn û em ji daxwaza xwe venagerin.”

Nîqaşên Parlamentoyê yên li ser perwerda bi Kurdî

Di heman demê de mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî gihîştiye Parlamentoya Sûriyê û di nîqaşên li ser rewşa perwerdehiyê de jî hatiye rojevê. Jînda Ehmê, bal kişand ser vê yekê ku aliyê Kurd di parlamentoyê de daxwaz kiriye ku xwendekarên Kurd bi materyalên Kurdî werin perwerdekirin û got ku “lê hikûmetê gelek hincet derxistine; yek ji wan ew e ku hîn ne amade ne ku hemû materyalên perwerdehiyê wergerînin Kurdî. Ya din jî ew bû ku xwendekarên ku bi Kurdî dixwînin dê piştî qedandina dibistanê di zanîngehê de bi pirsgirêkan re rûbirû bibin” û bal kişand ser ezmûna Zanîngeha Rojava jî. Jînda, got ku ji sala 2016'an ve xwendekarên ku qonaxên xwe yên seretayî, navîn û amadehî bi Kurdî qedandine, li Zanîngeha Rojava xwendine û gelek ji wan niha di sazî, dibistan û dezgehan de dixebitin. Mamoste Jînda hişyariya xwe bi van gotinan anî ziman: “Hincetên we têrî qada me ya perwerdê nakin û gelê me razî nakin. Mafê me rewa ye û em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku ev biryar bê guhertin.”

‘Rojeva daxwaza zimanê dayîkê nekarî bê guhertin’

Jînda, her wiha anî ziman ku helwesta gelê Kurd, mamoste û xwendekaran bandoreke mezin li raya giştî kiriye, piştre hin bûyerên din hatine pêşxistin û ev yek ji aliyê wê ve wekî hewldana guhertina rojeva daxwaza zimanê dayîkê hatiye nirxandin. Jînda, di vê çarçoveyê de behsa bûyera hedefgirtina Sîpan Hiznî û bûyerên Kobanê kir. Her wiha destnîşan kir ku ev bûyerên bi zanabûn ji aliyê hikûmeta Sûriyê û dewleta Tirk ve hatine pêkanîn daku rojeva gelê Kurd bên guhertin.

‘Cudakirina xwendekarên keç û xort pirsgirêkek hişmendiyê ye’

Mamosteya zimanê Kurdî Jînda Ehmê, her wiha behsa biryareke din a perwerdehiyê kir ku li gorî wê, xwendekarên keç û xort ji hev tên cudakirin û ev biryar li hin dibistanan hatiye sepandin. Jînda anî ziman ku ev biryar ji bo wê pirsgirêkek hişmendiyê ye û bi şert û mercên Sûriyeya nû û pirreng re li hev nayê. Jînda, tekez kir ku xwendekarên her du zayendan di nav sîstema perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser de mezin bûne ku tê de her du zayend wekî hev hatine dîtin, bi hev re xwendine û sûd ji hev girtine.

‘Dibistan cihê fêrbûnê ye, ne cihê tundiyê’

Jînda Ehmê, her wiha behsa bûyereke li Dibistana Ebd El-Rehman El-Kewakibî kir. Jînda diyar kir ku mamosteyekî ji pêkhateya Ereb, piştî ku xwendekareke Kurd li dijî ferzkirina zimanekî din li ser xwe û xwendina materyalên zanistî bi zimanekî din nerazîbûna xwe nîşan daye, li dijî wê tundî bikar aniye û wiha domand: “Di hemû pergalên perwerdehiyê yên cîhanê de lêdana xwendekaran nayê qebûlkirin. Xwendekar tê dibistanê da ku fêr bibe, ne ku rastî êrîş, îşkence û gotinên bêexlaq bê.”

Mamosteyên jin û rola wan a di qada perwerdê de

Di beşa dawî ya axaftina xwe de, Jînda Ehmê behsa nîqaşên di parlamentoyê de yên li ser hejmara mamosteyên jin kir. Jînda, destnîşan kir ku li şûna ku hebûna jinan a di qada perwerdehiyê de wekî hêzekê were dîtin, hin kesan pirsgirêk li ser hejmara mamosteyên jin derxistine û ev nirxandin kir: “Qada perwerdehiyê bi keda mamosteyên jin li ser lingên xwe sekinî û di nav şert û mercên zehmet de jî ev qad ber bi pêş ve çû. Neqebûlkirina hejmara mamosteyên jin pirsgirêkeke cidî ya hişmendiyeke xeternak e û siyasetek e ku dixwaze jinan di nava dîwarên malê de sînordar bihêle. Perwerdehî ji gel jinan dest pê dike û kes nikare vê yekê înkar bike. Jin divê ji tu qadan neyê dûrxistin û beşdarbûna wê ya di qada perwerdehiyê û civakê de girîng e. Ji ber ku jin dikare di avakirina civakeke demokratîk û wekhev de roleke bingehîn bilîze.”