Zarokatiya di kolanên Kabîlê de winda dibe
Bi vegera Talîbanê re li Efganistanê karkirina zarokan gihîştiye asta herî jor. Bi hezaran zarokên wekî Noriya û Bihar li kolanan bi kedeke giran hewl didin debara malbatên xwe yên nexweş bikin, lê di heman demê de rastî tundî, xizanî û tirsê tên.
BAHRAN LEHÎB
Kabîl – Li Efganistanê karkirina zarokan roj bi roj dibe pirsgirêkek mezin û cidîtir. Zarokên li parêzgehên cûda bi firotina plastîk û avê, boyaxkirina pêlavan, tamîrkirina otomobîl û bisiklêtan, lavakirin, parsektî û xebata li madenan hewl didin debara malbatên xwe bikin. Ji ber şert û mercên giran, ji bo gelek kesan ev kar tenê çavkaniya jiyanê ye.
Ev diyardeya tal a karkirina zarokan li Efganistanê xwedî dîrokeke dirêj e, lê piştî vegera Talîbanê ser desthilatdariyê û kêmkirina derfetên kar, hebûna zarokan di nava bazara kar de û li kêleka rêyan gelekî zêde bûye. Ji ber temenê xwe yê biçûk, ev zarok pir caran mûçeyên gelekî kêm distînin û ji aliyê kardêr û kesên din ve rastî heqaret, şermezarî û tundiyê tên. Her wiha raporên heyî diyar dikin ku karkerên zarok tên girtin û rastî tundiya fizîkî jî tên.
Statîstîkên NY û nerînên Talîbanê
Li gorî statîstîkên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 2023’yan de hatine weşandin, her çend hejmareke tam tune be jî, tê texmînkirin ku li Efganistanê ji milyonekî zêdetir zarokên karker hene.
Lê belê, Talîbanê ev hejmar red kir û diyar kir ku hejmara zarokên karker dora sê heta çar hezaran e. Raporên Neteweyên Yekbûyî her wiha hişyarî li ser xetera îstîsmara zarokan, di nav de îstîsmara zayendî ya di nava krîza Efganistanê de, dan.
Çîroka Noriya Ezîmî
Nûçegihana me bi keça 10 salî Noriya Ezîmî re axivî. Noriya ya ku li ser rêya Kabîlê pêlavan boyax dike û dibiriqîne, rewşa xwe wiha tîne ziman: “Her sibeh ez ji saet şeşan ve ji malê derdikevim. Ez bi saetan dimeşim da ku bigihîjim vir û dûv re ez pêlavên mirovên ku li ser rê ne û diçin karê xwe ji wan re paqij dikim û dibiriqînim.”
Noriya bi dengekî xemgîn û biçûk wiha got: “Piraniya wan ji bilî mûçeyên xwe hinekî alîkariyê jî dikin.”
Dema ku me ji Noriya pirsî gelo ew qet ji aliyê Talîbanê ve hatiye girtin an revandin, Noriya bi hestekî zarokatî kenî, porê xwe bi destên xwe yên zirav rast kir û got: “Na, ji ber ku birayê min çend gavan dûr avê difiroşe û li min dinêre. Ew birayê herî baş ê cîhanê ye. Wî gelek caran ez ji Talîbanê rizgar kirim û em bi hev re reviyan.”
Dema ku em diaxivîn, Noriya car caran li birayê xwe dinihêrî, bi hêviya ku ger nîşaneke xetereyê bibîne, ew ê biçe cem birayê xwe. Birayê wê jî zarokek e û temenê wî nêzî 12 an 13 salî ye.
Noriya axaftina xwe wiha domand: “Em di malbatê de şeş kes in. Bavê min nexweş e, pirsgirêkên wî yên gurçikan hene û nikare bixebite. Dapîra min jî nexweş e û bi me re dijî. Ez û du birayên xwe yên mezin bi firotina avê, poşetên plastîk, boyaxa pêlavan û li ser nanê hişk debara xwe dikin.”
Xwesteka herî mezin a Noriyeya biçûk ew bû ku rojekê têra xwe pere qezenc bike da ku malbata xwe bibe xwaringehekê li Kabîlê û her tiştê ku ew dixwazin bixwin, da ku di dawiyê de zikê wan têr bibe.
Şûşeyên avê û pênûsên li ser kolanê
Hinekî dûrî Noriya, Bihara 8 salî balê me dikişîne. Ew şûşeyên av û vexwarinên sodayê yên vala berhev dikir û li kêleka rê pênûs difirotin. Di wê temenê biçûk de, ew barê giran ê jiyanê hildigire ser milên xwe.
Dema me hewl da ku bi wê re biaxivîn, wê bi çavên xwe yên watedar li me nihêrî, ji ber ku ew yekem kes bû ku dixwest bi kesî re li ser jiyana xwe û zehmetiyên ku pê re rûbirû maye bipeyive. Bihar got: “Carinan ez li kêleka rê di xew ve diçim. Hin kesên ku derbas dibin ji min pênûs dikirin û ji nirxa wan zêdetir didin min. Lê carinan jî ew li min dixin û dibêjin, ‘Ev ne cihê razanê ye’.”
Di dema axaftina me bi Bihar re, tirs, şahî û westîn bi hev re di çavên wê yên zarokane de xuya bûn. Dema ku wê komek endamên Talîbanê li dûr dît, ew bi lez û bez bêyî ku axaftinê bidomîne çû û di nava kolanên nêz de winda bû.
Çîroka Bihar û Noriya ne tenê çîroka du zarokan e; ew çîroka bi milyonan keç û kurên Efganistanê ye ku her roj bi gelek zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin. Ew çîroka zarokên bêkes e ku li ser kolanên Efganistanê li perçeyekî nan digerin, bi tenê bi wê hêviyê ku sibê çend perçeyên nanê hişk bibînin da ku bikarin bijin.