Zarok ji kolanan çûn û ekranê cihê lîstikê girt

Şekayîk. H, mamosteya pola ewil a li Kirmaşanê ye, destnîşan kir ku kêmbûna qadên lîstikê û belavbûna perwerdehiya serhêl, girêdayîbûna zarokan a bi telefonê û cîhana serhêl zêde dike û got: “Kolan vala bûn û ekranê cihê lîstikan girt.”

SARA PÛRXERAZÎ

Kirmaşan – Îro, derfetên zarokan ên lîstîna bi komî, derketina kuçeyê û rasterast têkiliya bi hawîrdora xwe re, kêm e. Zarok ji temenê biçûk ve, dibin dîlên destê telefon, tablet û lîstikên komputerê. Belavbûna telefonên nûjen û gihîştina hêsan a înternetê, gelek zarok bi van cîhazan re girê da û lîstikên kevneşopî û têkiliyên civakî, veguherîn ekranan.

Ev meyl, nikare tenê mîna tercîhek takekesî an jî çandî bê nirxandin. Rêzek faktorên civakî, siyasî û îdarî jî di şêwebûna vê yekê de rolek dilîzin. Kêmbûna qadên giştî û parkên guncaw a ji bo zarokan, bû sedema bêewlehiya zêde ya jîngehên bajarî, lêçûna zêde ya şahiyê û çavkaniyên aborî yên sînorkirî yên malbatan û derfetên zarokan ên lîstikê û têkiliya wan a civakî kêm kir.

Li aliyê din, bi taybetî piştî şewba koronayê veguheztina perwerdehiyê ya ber bi hawirdora serhêl, girêdayîbûna zarokan a bi telefon û înternetê zêdetir kir. Di şert û mercên ku gihîştina gelek malbat a têrker a derfetên perwerdehî û kêfxweşiyê tune de, cîhana serhêl bûye yek ji wan çend vebijarkên ku zarok ji bo perwerde û kêfxweşiyê cih digrin.

Kolan vala bûn û ekranê cihê lîstikê girt

Şekayik. H, ya mamosteya pola ewil a li Kirmaşanê, bal kişand ser vê guherîna balkêş û wiha got: “Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku ji sala 2019’an û vir ve derfeta kêm ya perwerdê, winda bû. Piştî destpêkirina vîrusa koronayê, perwerde derbasî hawîrdorek serhêl bû. Ji ber ku binesaziya pêwîst tune bû, hejmareke mezin a xwendekarên ku gihîştina wan bi telefonên nûjen nebû, bi awayekî bandor ji pergala perwerdehiyê hatin dûrxistin. Dema ku zarokên din jî beşdarî dersên serhêl bûn, hema bejê tiştek fêr nebûn û dayîkên wan neçar man beşdarî dersan bibin. Ji ber ku di hawîrdora serhêl de tiştekî ku bala zarokan bikşîne tune nebû. Bi vî rengî zarok fêrî gihiştina cîhana serhêl bûn, lê ji perwerdehiyê dûr ketin. Li aliyê din, ji ber ku li Kirmaşanê ji bo lîstina zarokan deverên standard û guncaw nebû, malbat neçar man ku zarokên xwe fêrî lîstikên komputerê bikin. Ev yek bû xala destpêkê ya girêdayîbûna zarokên Kirmaşanê ya bi cîhana serhêl re.”

Li gorî dane û çavkaniyên agahdariyê yên heyî, bi qasî nîvê zarokên li welat rojê ji 6 saetan zêdetir dema xwe di cîhana serhêl de derbas dikin. Bê guman ev rêjeyek tirsnak e. Ji ber ku dema meriv viya bi navînîya gerdûnî ya karanîna înternetê ya rojane ya zarokan re berawird bike, qeyranek nîşan dide.

Ji kêfê ber bi îzolasyonê: Cîhana serhêl çawa veguherî amûrek kontrolê?

Guhertina şêwazên jiyana zarokan, nikare tenê wekî encamek biryarên têkçûyî yên hikûmetê bê hesibandin. Divê polîtîka û nêzîkatiyên ku bandorê li jiyana nifşê nû dikin jî bên lêkolînkirin. Di rejîmên otorîter de, afirandina girêdanbûnê dikare bibe amûrek kontrola civakî. Di vî warî de, girêdanbûna zarokan a bi cîhana serhêl re, bi sînordarkirina qadên giştî û kêfê re, dikare baldariya wan, jêhatibûna wan a fikra serbixwe û beşdariya wan a civakî qels bike. Lewma, ev pêvajo ne tenê pirsgirêkek çandî an teknolojîk e, di heman demê de divê rola çêkirina polîtîkayê û berjewendiyên siyasî yên demdirêj ên Komara Îslamî ya Îranê jî bên lêkolînkirin.

‘Nifşa ciwan ji aliyê girêdanbûnên bi zirar ên cûrbecûr ve rastî gefan tên’

Rojnamevan Leyla F ya ji Kirmaşanê jî destnîşan kir dibe ku di destpekê de girêdanbûna zarokan a bi cîhana serhêl re wekî encama nebûna vebijarkên kêfê yên alternatîf xuya bike û wiha domand: “Lê belê, pirsgirêk hê zêdetir tevlihevtir e. Kirmaşan di nav parêzgehên ku rêjeya girêdanbûna di nava ciwanan de pir zêde ye de cih digre. Ev rastî nîşan dide ku nifşê ciwan ji aliyê girêdanbûnên bi zirar ên cûrbecûr ve rastî gefan tên û di gelek rewşan de li şûna beşdariya çalak a di civakê de, ber bi tenêtî û vekişînê ve tên ajotin. Di hawîrdorek bi vî awayî de, zarokên ku li derveyî vê çerxê dimînin bi rengek din a tenêtiyê re rûbirû dimînin û ev tenêtî ji qelsbûn an jî windabûna binesaziya civakî çêdibe. Dema ku derfetên kar kêm dibin, qadên giştî tên sînordarkirin, derfetên kêfê û çandî winda dibin û derfetên ji bo têkiliya civakî ya saxlem kêm dibin, zarok û ciwan zêdetir berê xwe didin hawîrdora girtî ya malê û cîhana serhêl. Encama vê pêvajoyê, avakirina civakek îzolekirî, qels û bi girêdanbûnên bi cûrbecûr re têdikoşe. Di civakek bi vî awayî de, avakirina nifşek neçalak, îzolekirî û îtaetkar wê hêsantir bibe.”

Dikare bibe sedema avakirina civakek zêdetir îzolekirî

Di encamê de arestebûna zarokan a ji înternetê re, ne tenê pirsgirêkek perwerdehî an teknolojîk e, di heman demê de nîşaneya qelsbûna têkiliyên mirovan, qadên hevpar û ezmûnên kolektîf a di nav civakê de ye. Her gava ku ev qad bêtir bên sînordarkirin û hêviya civakî bêtir kêm bibe, wê zarok zêdetir arasteyê cîhana serhêl bibin. Ger ev pêvajo bi bêçalakî an xwezaya xweperest a avahiya desthilatdariyê re yek bibe, dikare bibe sedema avakirina civakek zêdetir îzolekirî, parçebûyî û bêhêz. Kontrolkirina civakek bi vî awayî hêsantir e û berxwedana li dijî vê yekê ew ê dijwartir bibe.