Li Îranê jinên hevberdayê di navbera zexta malbat û civakê de dimînin

Bûyerên hevberdanê di civakên baviksalar de nîşan didin ku pirsgirêk ji psîkolojî yan şexsî zêdetir, krîzeke pergalî ye. Hevberdan di civakên baviksalar de ne azadî ye vediguhere tecrîdeke giran a aborî û civakî.

SARA PÛRXERAZÎ

Kirmaşan – Wê sozek dabû xwe. Ew ê bi yekem mêrê ku pêşniyara zewacê lê bike re bizewiciya; ne ji bo evînê, ji bo ji mala ku her ku diçû nikaribû lê bêhn bigirta bireve. Wê bawer dikir ku azadî û jiyana baştir li derve li benda wê ye lê piştî zewacê, xwe di qefeseke tirsnaktir de dît. Di dawiyê de li cihê mayîna bi mêrekî ku tundî lê dikir û vegera mala bavê xwe, riya hevberdanê hilbijart. Biryarek ku ji bo gelek jinan destpêka azadiyê nîşan dide, ji bo wê jî vegera zindaneke kevin bû. Malbata wê ew bi tohmet, dûrxistin û sînordarkirinan neçar kir li mala bavê xwe bimîne. Êdî ne weke keça malbatê, weke jinek ku neçar ma bedela hevberdanê bide.

Ev ne tenê çîroka jinek e; çîroka hevpar a gelek jinan e ku piştî veqetînê, ne tenê ji ber darizandina civakî û dûrxistinê, di heman demê de ji kesên herî nêzî wan jî zirarê dibînin. Ev çîroka jinên ku neçar in ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên bingehîn serî li rêxistinên alîkariyê bidin e… Her çendî gelek jinan di salên dawî de tabûya veqetînê şikandine û ji bo ku ji zewacên nebaş birevin; pergala baviksalar, bi riya malbat, civak û pergalên çandî, ji bo wan avakirina jiyana serbixwe dijwar dike.

‘Bavê min got 'tu nikarî vegerî malê'

Negîn F. ku li taxa Hafiziye ya Kirmaşanê dijî û du sal berê ji hevjînê xwe veqetiyaye, dibêje: "Piştî hevjînê min, bavê min bi eşkere got 'tu nikarî vegerî malê' û min neçar kir di depoyek de li quncikekî hewşê bijîm. Du sal in ez wekî girtiyek dijîm; ew tenê perçeyek xwarinê didin min û dahata min tune ye, tenê alîkariya dewletê heye. Min û dayîka xwe çend caran serî li rêxistinên alîkariyê da lê piştî têkoşîneke dirêj, me tenê alîkariya nêzî du milyon tumen mehane girt û ez neçar im bi wî pereyî bijîm. Bavê min her dem dibêje, 'Xwezî cenazeyê te li şûna te bihata; tu ji bo me bûyî şerm.'"

Di civakeke baviksalar de, nirxê jinan gelek caran ne bi şiyan an kesayetiya wê, bi rewşa zewaca wê tê pîvandin. Zewac wekî nîşaneyek serkeftin û rêzgirtinê tê dîtin lê hevberdan heman jinan dike hedefa darizandin, biçûkxistin û dûrxistinê. Di gelek malbatan de, hevberdan ne wekî mafeke takekesî ye wekî çavkaniyeke şermê tê dîtin û jin li şûna piştgiriyê bi tohmet û zextan re rûbirû dimînin.

‘Jinên veqetiyayî wekî 'bikêrnehatî' tên dîtin’

Ronak Marabî (navê lixwekirî), derûnasek li Kirmaşanê dijî dibêje: "Di civakên baviksalar de, gelek caran jin ne wekî kesên serbixwe, wekî keda bê pere yan jî amûrek ji bo hilberînê tên dîtin. Nirxê jinan bi xizmeta wan a ji bo malbat û hevjînê xwe tê pîvandin. Ji ber vê yekê, vegera mala bavê wê piştî veqetînê nayê qebûlkirin. Hinek malbat jinên veqetiyayî wekî 'bikêrnehatî' û bêqîmet dibînin. Di encamê de, dema ku jin vedigerin mala bavê xwe, bi rûreşî, sînordarkirin û dûrxistinê re rûbirû dimînin."

Gelek jin, ji ber nebûna piştgiriya malbatê û sînorkirinên zêde, piştî veqetînê nikarin bixebitin an jî pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bi cih bînin. Ji ber vê yekê, ew neçar in serlêdana alîkariyê bikin; lê belê ji ber pêvajoyên burokrasiyê yên dijwar û pîvanên hişk, piraniya wan nikarin bigihîjin vê piştgiriyê. Yên ku alîkariyê digrin bi gelemperî mehê di navbera 1 û 3 milyon tumen de digrin ku ev ji bo dabînkirina lêçûnên jiyanê têr nake.

Çerxa xizanî tundî û xwekuştinê

Ev rewş jinên hevberdayî dixe nav çerxeke xizanî, tiryakkêşî, depresyon û pirsgirêkên fizîkî û derûnî çêdike. Hinek ji wan heta ber bi xwekuştinê ve diçin. Wekî din, hinek jin ji bilî pirsgirêkên aborî bi xetera tundî, gef û heta kuştinê re rûbirû ne.

Munîr B. ku di dema pêvajoya veqetînê de ji malbata xwe û hevjînê xwe ya berê rastî tundiyê hat wiha dibêje: "Dema min got ku ez dixwazim veqetim, bavê min bi tundî li min da û got, 'Tu nikarî bi du zarokan veqetî.' Ji ber tirs û zextê, ez vegeriyam mala hevjînê xwe lê rewş li wir neguherî; ji ber ku malbatê min qebûl nekir, hevjînê min vê yekê derfet dît û tundî li min zêde kir. Şevek wisa li min da ku ez bi saetan li erdê bêhiş mam. Dema ku min ji bavê xwe re got, wî got, 'Ev tişt normal e were serê jineke ku dixwaze bi du zarokan veqete.' Di dawiyê de, tevî hemû zehmetiyan, ez veqetiyam. Niha di xaniyek biçûk de dijîm, tenê dahata min alîkariya hikûmetê ye, ew tenê ji bo kirîna nan têrê dike; zarokên min pir caran birçî dimînin."

Ev ne bûyerên takekesî ne; encama avahiyên cudakar û baviksalar in ku jinan ne wekî kesên serbixwe, weke milkê malbat an hevjîn dibînin. Ji ber vê yekê, ji bo gelek jinan, hevberdan ne tenê dawiya zewacê ye; destpêka têkoşîneke dijwar a ji bo jiyanê ye li dijî çerxa xizanî, dûrxistin û tundiyê.