Li Heratê binçavkirina jinan didome: Aqûbeta çalakvan Hatîra Camî nediyar e

Li Heratê, jin ji aliyê hêzên Wezareta Îmarat û Exlaq a Talîbanê ve tên binçavkirin. Yek ji kesên hatine binçavkirin çalakvan û firoşkara pirtûkan a serhêl Hatîra Camî ye. Tê ragihandin ku Hatîra Camî winda ye.

BAHARAN LEHÎB  

Herat – Di 17’ê Hezîrana 2026’an de, li Heratê, nûçeyek belav bû ku jin ji aliyê hêzên Îmarat û Exlaq ve bi tohmeta “pêçandina xirab” dihatin binçavkirin. Vîdyo û şahidên bûyerê, wiha digotin: “Pêçandina xirab tenê hincetek e. Jinên ciwan rastî tecawizê yan jî êrîşa zayendî tên.”

Du roj piştî van binçavkirinan, hinek jinên ciwan ên piştî çend demjimêran ji girtîgehê derketin, dawî li jiyana xwe anîn.

Van bûyeran, bi taybetî gelê Heratê, ji bo hemû kesan bû sedema hêrsek mezin. Gel daket kolanan û bi guleyên leşkerên Talîbanê re rûbirû man. Di encamê vê yekê de 5 kes birîndar bûn. Talîbanê ferman da ku birîndar li Nexweşxaneya Parêzgeha Heratê neyên dermankirin. Piştî çend rojan yek ji xwepêşanderên birîndar, jiyana xwe ji dest da. Merasîma definkirina wî jî di bin dorpêça Talîbanê de hat lidarxistin. Ji nû ve ji destpêkirina gel a xwepêşandanan tirsiyan. Bi rojan, kolanên Heratê veguherîn qada leşkerî.

Şahidên bûyer, diyar dikin ku hê li Heratê jin ji aliyê hêzên Îmarat û Exlaq ve tên binçavkirin. Raya giştî, bawer dike ku sedema sereke ya van binçavkirinan ne pêkneanîna jinan a quralên rêziknameyên cil û bergan e, lê belê girêdayî êrîşa zayendî ya endamên Talîbanê ya li Heratê ye. Şahidên bûyerê, wiha dibêjin: “Jinên ciwan rastî êrîşa zayendî tên.”

Di nava 5 rojan de 17 jin hatin binçavkirin

Li gorî rapora rêxistina Femena ya piştgiriyê dide tevgerên femînîst, di 5 rojên dawî de 17 jin li Heratê bi tohmeta ”pêçandina xirab” hatin binçavkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku jinên hatine biçavkirin tevî burqui yan jî çarşef lêgerîn tê kirin yan jî tên binçavkirin.

Yek ji jinên hatiye binçavkirin çalakvana medyaya dîjîtal û firoşkarek pirtûkên serhêl Hatîra Camî ye. Malbat û hevalên wê heta îro der barê aqûbeta wê de tu agahî negirtine. Tê ragihandin ku beriya binçavkirinê zext lê hatiye kirin ku çalakiya xwe ya medyaya dîjîtal jê bibe. Beriya niha jî kafeya wê ya li Heratê, di zivistana 2025’an de ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin. Hatîra Camî, di nîvê sala 2026’an de hat binçavkirin. Hevala wê ya nêzîk Nûşîn Azîmî, der barê rewşa Hatîra Camî de ji ajansa me re axivî.

‘Min bi riya medyaya dîjîtal Hatîra nas kir’

Nûşîn Azîmî, wiha got: ”Ji ber ku ez her dem bi xwendin û nivîsandinê re eleqedar bûm, min bi riya medyaya dîjîtal Hatîra nas kir. Gelek jinên mîna min pê re di têkiliyê de bûn û pirtûkên ku dixwestin bixwînin bi riya wê peyda dikirin.”

‘Pirtûkxane ji aliyê Talîbanê ve hat dorpêçkirin’

Nûşîn Azîmî, di berdewamiya axaftina xwe de fikarên xwe wiha anî ziman: ”Roja binçavkirinê ez li cem hevalekî xwe ya xwediyê pirtûkxaneyek bûm. Dema ji pirtûkxaneyê derketim, min fêm kir ku pirtûkxane tê dorpêçkirin. Me panîk kir û em reviyan. Piştî çend deqeyan min dît ku destên Hatîra Camî girêdayî ne, tê kaşkirin û wê dixin nava wesayîdek leşkerî ya Talîbanê.”

‘Hatîra li ber xwe dida’

Nûşîn Azîmî, demek bêdeng ma. Em bi telefonê diaxivîn. Min digot qey telefon qut bû lê piştî çend deqeyan min bihîst ku bi awayekî lez nefes digre. Ez li benda arambûna wê sekînim. Piştî demek, berdewam kir: ”Her cara ku ez binçavkirina Hatîra difikirim, rewşa wê min şok dike. Mîna ku Talîbanê sûcdarê herî mezin girtibe. Hatîra li ber xwe dida lê wan bi lêdanê Hatîra birin.”

Li Heratê navê Hatîra Camî, bi çîrokên jinên li Efganistanê ve girêdayî ye. Van jinan di bin qedexeyên mezin ên Talîbanê de hewl dan ji bo perwerde, çand û têkiliyên civakî cihên perwerdeyê biafirînin lê rastî binçavkirin û gefan hatin. Heta ku aqûbeta jinên binçavkirî neyê diyarkirin û mekanîzmayeke serbixwe ya lêkolîna van dozan neyê avakirin, fikarên li ser rewşa jinên binçavkirî dê bidome.