YPJ: Di hemû kêliyên têkoşînê de emê li gel civaka Êzîdî amade bin
Fermandariya Gişti a YPJ’ê bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyanî da û got: “

Navenda Nûçeyan Fermandariya Gişti a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyanî da.
YPJ di daxuyaniya xwe de got: “Bi stratejiya xweparastinê wê tekoşîna jinan her ku biçe li beramberî zihniyeta dewlet û mêrê serdest bibe çanda jiyana azad a jêneveger. Weke YPJ wê tekoşîna rizgarkirina jinên Şengalê erka me ya sereke be û di hemû kêliyên têkoşînê de emê li gel civaka Êzîdî amade bin.”
Daxuyaniya YPJ wiha ye:
“Em di salvegera fermana 3’yê Tebaxê, di serî de hemû cangoriyên fermanê bi bîrtînin. 3’yê Tebaxê gelê Êzîdî û hemû gelên Kurdîstanê carek din şahîdî ji fermana 73’an re kir. Bi vê fermana DAIŞ’ê re careki din komkujiyeke li ser gelê me yê Êzîdî pêk hat. Li hemberî vê komkujiyê dewleta Iraqê û rêveberiya herema başurê kurdıstan helwesta bêdengiyê û neparastinê esas girtin. Hemû hêzên hegemon bûn hevkarê fermana cîvaka Êzîdiyan. Li hemberî qêrînên jîn û zarokan gêrîlayên azadiya Kurdistanê berpirsyartiya destpêkê girtin ser milê xwe û ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Li gel hemû astengiyan li kêleka civaka xwe ya Êzîdî sekinîn û Şengala ku xwedî dîrokek kevanr e parastin. Dema ku ev komkujî di astekî herî dijwar de pêk dihat şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi korîdorekî ewlekariya mîrovî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdîstanê de vekirin. Bi sedan şervanên YPJ’ê û YPG’ê xwe li beramberî zihniyata DAIŞ’ê kirin mertal û cîvaka Êzîdî parastîn. Gelek rêhevalên me di oxira rizgarkirina Şengalê de gihan asta şehadetê, dubare em van cangoriyên azadiyê bibîrtînin.
‘Civaka me ya Êzîdî ev 11 sale têdikoşe’
Zihniyeta cîhadîst û faşist ya DAIŞ’ê di şexsê jin de nirxên civak û jiyanê dike armanc, kuştin, revandin, firotin û wek cariyeyên xîlafetê bikar anîn, raste rast êrîşeke polîtîk îdeolojîk e. Bi van êrîşan re yekser bîrdoziya azadiya jînê armanc digrin. Li hemberî van êrîşan bi pêşengtiya jinên Êzîdî de gelê me yê Şengalê çek rakirin û xwedî li rûmeta xwe derketin. Ji ber êdî di vê sedsalê de ti civak nikarê bê parastina rewa jiyana xwe û çanda xwe bidomînin. Civaka me ya Êzîdî ev 11 sale ji bo ku nasname û statûya wan bi awayekî fermî bê naskirin, têdikoşin û bi parastina rewa pergala xwe ya rêveberiya xweser dane avakirin.
‘Bi sedan jinên Êzîdî dîlgirtî ne li benda xelasiyê ne’
Di roja me ya îro de jî bi sedan jinên Êzîdî di nava pençên DAIŞ’ê de dîlgirtî û li benda xelasiyê ne. Şervanên YPJ’ê heya niha gelek jin û ciwanên Êzîdî ji destên DAIŞ’ê rizgar kirin. Em wek YPJ’ê xwe li hember rizgarkirina hemû jinên êzîdî berpirsyar dibinin, û têkoşîna me wê ji bo hemû jinên li Sûriyê jinên ku di destê DAIŞ’ê de dîl hatîne gîrtîn de be .
Gelê me yê Şengalê bi biryarin ku ax û rûmeta xwe her tim biparêzin. Gelê Şengalê fikrên Rêber Apo yên çareseriya cîvaka demokratîk bi pergala xwe ya rêveberiya xweser ya Şengalê jiyanî dike û ewlekariya xwe misoger dike.
‘Soza me wê bibe tekoşina me’
Bi stratejiya xweparastinê wê tekoşîna jinan her ku biçe li hemberî zihniyeta dewlet û mêrê serdest bibe çanda jiyana azad a jê neveger. Weke YPJ wê tekoşîna rizgarkirina jinên Şengalê erka me ya sereke be û di hemû kêliyên têkoşînê de emê li gel civaka Êzîdî amade bin.
Li ser vê bingehê em carake din ji şehidên azadiyê re, ji dayikên şehîdan re, hemû jin û gelê Êzîdî yê ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dan re soza welatê azad didin, soza me wê bibe tekoşina me.”