Yekem jina Iraqê ya ku di stasyonên avê de dixebite
Serpêhatiya Hanaa Kerîm, a di lênêrîna pompeyên avê de dixebite, ji bo jinên Iraqê bûye mînak. Ew yekem jin e ku astengiyên civakî derbas kiriye û bi cesareta xwe bi îsrara di pîşeya xwe de bi kêrhatiniya xwe îlhamê dide.
RACA HEMID REŞÎD
Iraq – Hanaa Kerîm, yekem jina Iraqî ye di lênêrîna bompeyên avê de dixebite û tamîr dike. Di çarçoveya Projeya Ava Hindiye ya berê ya Îdareya Ava Kerbelayê de dixebite. Bi hempîşeyên xwe yên mêr re, yekem jin e ku vî karî dike û di temeneke ciwan de dest bi vê pîşeyê kiriye.
Hanaa Kerîm, perçeyên bin avê yên pompeyan (conta) diguherîne. Her wiha peywirên zor ên weke vekirina vîdeyan û xebatên tamîrkirinê girtiye ser xwe.
Hanaa Kerîm wiha behsa yek ji kêliyên zor dike:“Dema min pompayeke nedixebitî tamîr dikir, ji çavê xwe birîndar bûm û hê jî bandora vê yekê li ser min heye.”
‘Min li dijî hemû zoriyan li ber xwe da’
Der barê tecrubeya xwe ya pîşeyî de jî wiha dibêje: “Di temenê pir ciwan de, di salên 1980’yan de li stasyonên avê yên li herêma Tuweyric (Hîndiye) ya li Kerbelayê min dest bi xebatê kir. Karê min li ser maseyê nebû; ez li derve dixebitîm. Ji bo pompeyên li devê çeman tamîr bikim, min ekîpmana xwe digirt derdiketim derve. Ez hê jî di heman projeyê de dixebitim. Ez ji hempîşeyên xwe hînî lênêrîna pompeyên tazyîkê bûm û li dijî zoriyan bi biryardarî min li ber xwe da. Cara yekem ez derketin ser embara bilind a avê. Pir bilind bû lê ji bo ku asta ava di embarê de kontrol bikin derketin lûtkeya wê. Di xebatên lênêrînê de rastî astengiyên mezin nehatim, min karê xwe bi bawerî û hêsanî kir.”
‘Jin her dem dikarin hilberînin’
Hanaa Kerîm bal kişand ku jin dikarin bi mêran re bi awayê wekhev di her warî de bixebitin, diyar kir ku jin xwedî behre û kêrhatî ne, di fabrîka, projeyên avê û di her warî de dikarin bixebitin û ji bo keçên ciwan van pêşniyaran dike: “Ez ji bo keçên ciwan pêşniyar dikim ku xwe bi pîşeyek bi tenê re bi sînor nehêlin. Dikarin di hemû waran de bixebitin. Divê bi hêz bin û ji tecrubeyan netirsin lewre jin her dem berhemdar in û dikarin hilberînin.”
‘Ez bi profesyonelî dixebitim’
Hanaa Kerîm diyar dike ku ew bi profesyonelî karê xwe dike û wiha dibêje: “Ez bi hempîşeyên xwe re mil bi mil bi profesyonelî dixebitim. Tevî kêmasiya di çavê xwe de jî karê xwe didomînim. Dengê pompeyê ji bo hinek kesan aciziyê çêdike lê em hîn bûne. Bi tecrubeya ku bi demê re çêbû, ez di vê qadê de têm nasîn û kesek pêbawer im.”
Hanaa Kerîm, di dawiya axaftina xwe de bang li şîrket û saziyan dike ku destekê bidin jinan û wiha bi dawî dike: “Jin dikarin pîşeyên herî zor bikin, hînbûyînên qalibgirtî bişkînin û behreyên xwe derxin holê. Divê derfet ji bo jinan werin dayîn.”