Li Kirmaşan şantaja bi wêneyan sînordariya azadiya jinan zêde dike
Li gorî raporan, belavkirina wêneyên jinan li Kirmanaşê û dadweriyên baviksalarî bûne sedem ku nêzîkî 20 jin hewl bidin xwe bikujin û yek ji wan can bide.
SARA POURXEZARÎ
Kirmaşan – Di rojên dawî de, belavkirina wêneyên jinan li bajarên Ciwanro, Pawê, Rewanser û Selas Babacanî yên parêzgeha Kirmaşanê bertekên berfireh çêkir. Ev bûyer piştî çalakiya kanalek Telegramê dest pê kir, kanalê wêneyên profîl û rûpelên kesane yên jinên van herêman kom dikir û bi gotin û danasînên naveroka wan zayendî ye, belav dikir.
Li gorî hin kesên ku kanalê dîtine, çend jinên ku wêneyên wan hatibûn belavkirin, bi peyamên ku ji daxwazên bi dilşikestî heta pêşniyarên dayîna pereyan dighîştin, ji rêvebirê kanalê dixwestin wêneyên wan rake. Lê ne tenê daxwazên wan qebûl nedikir, belkî peyamên wan jî ji bo tinazkirin û zêdekirina zextê ji nû ve belav dikir. Lêkolîn nîşan didin ku kanal demekê ji gihîştinê derketiye an jî bi navên nû çalakiya xwe domandiye.
Belavkirina van wêneyan, ji binpêkirina nepeniya jinan wêdetir, bandorên mezin li ser jiyana wan û rewşa civakî ya herêmê hişt. Medyayên herêmî û hin medyayên din ragihandine ku çend jinên ku wêneyên wan di kanalê de hatibûn belavkirin, hewl dane xwe bikujin. Di bûyereke din de, bavê yek ji mexdûran porê keça xwe jê kiriye. Li gorî van raporan nêzîkî 20 jinan piştî vê bûyerê hewl daye xwe bikuje, Azîta Yûsifî ku di hin vegotinan de wek dayîka du zarokan hatiye nasandin, can daye.

‘Gelek jinan hewl dane xwe bikujin’
Hemşîreya Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya Kirmaşanê Gulêre Z. li ser agahiyên ku ji hevkarên xwe wergirtiye, dibêje: “Hevkarên min çend roj berê piştrast kirin ku nêzîkî 15 jinan di vê çarçoveyê de hewl daye xwe bikuje. in. Niha ev hejmar zêde bûye û her roj hejmareke din a mexdûran lê zêde dibe. Di gelek bûyeran de jinên ku piştî vê bûyerê hewl didin xwe bikujin û têne nexweşxaneyê, nasnameya xwe vedişêrin da ku navê wan zêdetir neyê gotin.”
Tirsek mezin ketiye nav jinan
Mehrî H. a 38 salî û nişteciha Rewanserê behsa bandora vê bûyerê li ser jiyana xwe û malbata xwe dike: “Hevjînê min ji ber vê bûyerê, heta bangên vîdyoyî yên bi hevalan re an jî bi tenê derketina derve, li min û keçên min qedexe kiriye. Dibêje dibe ku kesek bêyî we wêneyên we bikşîne û tiştekî binivîse ku rûmeta me bişkîne, wê demê em neçar dibin terka ji vî bajarî bidin. Ne tenê malbata min, hemû jinên Rewanser û Ciwanro jî pir tirsiyane. Yek ji hevalên min dibêje ji dema ku wêneyên çend keçên taxê hatine belavkirin, ew bi maskeyê derdikeve derve. Bi kurtî, em hemû ketine nav tirsê; wek ku kujarek li pey her yek ji me dimeşe.”
Ji sûcdarkirina mexdûran heta sînorkirina azadiya jinan
Di nav bertekên ku li ser vê bûyerê hatine weşandin de, hin kesan jî piştgirî dane tevgera rêvebirê kanalê. Yek ji bikarhêneran ev kiryar wekî 'hişyariyeke pir jîr û bikêr' binav kiriye û da zanîn ku “mexdûrkirina çend kesan” dikare ‘xîret û parastina namûsê’ vegerîne civakê. Ev cure bertek nîşan didin ku ligel belavkirina wêneyan û gefxwarina li jinan, nêrînên ku li şûna sûcdarkirina kirdeyên vê tundiyê, jinan ji ber hebûna wan li torên civakî û belavkirina wêneyên asayî sûcdar dibînin, hene.
Çalakvana mafên jinan Ferîba Ş. dibêje: “Di hemû serdemên dîrokê de, dema ku bûyereke diqewime, zayendiya kesê ku tê sûcdarkirin diyar dike, ne xwezaya bûyerê. Mînak dema ku jin rastî tundî û destdirêjiya zayendî tê, ew sûcdar tê zanîn û dibêjin kêmasî di xwe de ye. Dema ku wêneyên jinan bi armancên tundiyê tên belavkirin, wek vê bûyera niha, jin têne sûcdarkirin ku çima wêneyên xwe li torên civakî parve kirine. Ev di hiqûqê de ne wêneyên neasayî an kesane bûn, belkî wêneyên gelek asayî bûn, lê tenê ji ber ku ew jin in, sûcdar tên dîtin.
Ev rewş jiyan û azadiya jinan sînordar dike
Ezmûna belavkirina wêneyên jinan li parêzgeha Loristanê jî nîşan daye ku di bûyerên bi vî rengî de, li şûna ku kirdeyên tundiyê û binpêkirina nepeniya kesane bên destnîşankirin, jinên mexdûr dikevin ber dadwerî û sûcdarkirinê. Ev rewş dikare bi bikaranîna têgehên wek rûmet û namûs sînordariyên zêdetir li ser jiyan û azadiya jinan ferz bike.