Dorpêça Taîzê krîza mirovî kûrtir dike

Çalakvanên jinên Yemenî yên di bin dorpêça dijwar a li ser bajarê Taîzê de, banga alîkariyê li rêxistin û civaka navneteweyî kirin, bal kişandin ser rewşa mirovî ya trajîk a li bajêr û zehmetiyên ku niştecih rûbirû dijîn.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Piştî çar salan ji agirbesteke lawaz, bajarê Taîzê yê li başûr rojava Yemenê dîsa bûye yek ji eniyên herî dijwar ên şerê di navbera Hûsiyan û hikûmeta naskirî ya navneteweyî de. Bi girtina rêya sereke ya ber bi Adenê, niştecih bi taybetî jin û zarok ji xizmet û pêdiviyên bingehîn bêpar mane.

Dorpêç jiyana rojane dijwartir dike

Dayîka çar zarokan Seadet Elî dibêje ku peydakirina xwarin, av û gazê her ku diçe dijwartir dibe û bihayên tiştên bingehîn bilind dibin. Ji ber kêmbûna gazê, ew neçar maye ku dar û keliyên hişk ji bo pijandina xwarinê bikar bîne.

Erwa Hecer jî bal kişand ser kombûna çopa li kolanan ku bûye xetereyek ji bo tenduristî û hawîrdora niştecihan. Di heman demê de, gelek malbatên koçber neçar mane li avahiyên neqediyayî, dikanan û cihên bê şertên jiyanê, bi cih bibin.

Herî zêde dayîk û zarok bi xetereyên koçberiyê re rûbirû dimînin

Piştî 20 rojan ji dorpêçkirina bajêr, Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku krîza mirovî dikare bighîje asteke karesatî. Kêmbûna sotemeniyê û girtina rêyan hilberîna avê nîvî kêm kiriye û bihayê wê du qat zêde kiriye. Di warê tenduristiyê de 42 navendên bijîşkî di xetereya qedîna oksîjen û dermanan de ne. Ev rewş jiyana 154 pitikên di inkubatoran de, dayîkan û gelek nexweşên di beşên lênihêrîna giran û nexweşên gurçikan de dixe xeterê. Berdevka Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê Zoy Brenan ragihand ku ji ber nûve destpêkirina şer, zêdetirî 233 hezar kes koçber bûne û ev agahî dan: “Piraniya koçberan dayîk û zarok in û bi kêmbûna pêdiviyên bingehîn û bêewlehiyê re rû bi rû ne.

Banga ji bo rakirina dorpêçê

Çalakvana civakî Ola El-Seqaf diyar kir ku astengkirina ketina sotemeniyê, veguhastinê hema hema rawestandiye. Her wiha kêmbûna xwarinên bingehîn û kombûna çopê pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê girantir kirine. Ola got: “Navendên bijîşkî nikarin bersiva hemû hewcedariyên lezgîn bidin. Domandina dorpêçê jiyana zêdetirî milyon kesî dike xeterê. Jin û zarok barê herî giran ê krîzê hildigirin.”

Çalakvana mafên mirovan Nûra Hecîra jî got ku dorpêçê şertên jiyanê gihandiye asteke karesatî û wiha domand: “Berî zêdebûna nû ya şer jî bihayên bilind û kêmbûna hêza kirînê malbatan tengav dikir, niha jî pêdiviyên bingehîn bi bihayên pir bilind tên firotin. Rêwîtiya niştecihan ji bo peydakirina xwarinê bi rêyên xeternak re wek “rêwîtiya mirinê” tê nasîn ku dem, pere û hêza derûnî ya malbatan dixwe.”

Di dawiyê de, her du çalakvanan bang li aliyên têkildar kir ku dorpêça Taîzê rakin, tundî û binpêkirinên li dijî sivîlan rawestînin û derfetê gihîştina xwarin, av, sotemenî û alîkariyan peyda bikin.