Xwendekar di bin zexta saleke bi aloz de ne

Di mehên dawî de, şer, qutbûna înternetê, pirsgirêkên aborî û girtina dubare ya dibistanan ji bo gelek xwendekaran bûye sedema astengiyên cidî di pêvajoya perwerdeyê de.

MEHIYA ROSTEMÎ

Ciwanro – Xwendekar û kesên ku ji bo azmûnên zanîngehê amadekariyê dikin dibêjin ku gihîştina sînorkirî ya çavkaniyên perwerdeyê, zexta psîkolojîk a ji ber bêewlehiyê û lêçûnên perwerdeyê yên zêde wan ji xwendinê dûr dixin.

Li gorî pisporan, her çendî xwendina ji dûr ve dibe alîkar ji bo berdewamiya perwerdeyê jî nikare bibe alternatîfeke bê kêmasî ji bo perwerdeya rûbirû. Ji ber ku dibistan ne tenê cihê ku ders lê tên dayîn in, di heman demê de mekanên ku behreyên civakî û têkiliyên di navbera mirovan de lê tên fêrkirin in. Berdewamiya van mercan dikare bibe sedema kêmbûna serkeftina akademîk, zêdebûna newekheviya perwerdeyê û kêmbûna şansa serkeftinê ji bo xwendekaran, nemaze li herêmên ku ji vê yekê bêpar in.

Şer her dem yek ji ezmûnên herî wêranker ên mirovan bûye. Bandorên wê ne tenê bi zirara fîzîkî ve sînordar in, di heman demê de bandoreke kûr li ser tenduristiya derûnî ya kesan jî dihêle. Xwendekar di nava komên ku herî zêde rastî encamên psîkolojîk ên krîzan tên de ne.

Sala xwendinê ya 2026’an ji bo gelek xwendekaran bi fikar, bêewlehî û bêîstîqrariyê derbas bû. Di heman demê de, ew neçar man bi fikarên têkildarî şer, pirsgirêkên aborî û astengiyên perwerdeya xwe re mijûl bibin, ji bo ezmûnên dawî û ezmûnê ji bo ketina zanîngehê amade bûn.

Xwendekara pola 12’an Şilêr Keremî şerê ku bandorê li ser xwendin û jiyana wê kiriye wiha vedibêje: "Di dema şer de, ez nekarim bi rêkûpêk bixwînim, ne dikarim bixwim, ne jî razêm. Mala me tenê kolanek dûrî herêma di bin êrîşê de bû, gelek şevan heta sibehê di bin stresê de min derbas kir.”

Şilêr Keremî dibêje ku malbata wê neçar maye demek ji mala xwe derkeve, li ba xizmên xwe bimîne, dide zanîn ku vê rewşê li ser xwendin û ezmûnên wê zêdetir bandorek neyînî çêdike û wiha got: "Ji bo me yên ku li deverên bi aloz dijîn, şer veguherî kabûsek. Niha her ku ezmûn nêzîk dibe, ez zêdetir xemgîn dibim ji ber ku nikarim bernameya xwendina xwe bişopînim.”

Sînorkirinên înternetê û newekheviya di perwerdeyê de

Bi girtina dibistanan re, beşek girîng ji perwerdeyê bi onlaine bû. Lê belê gelek xwendekar dibêjin ku fêrbûna bi riya onlaine bi tevahî pêdiviyên wan pêk nayne. Sînorkirinên înternetê û lêçûna zêde ya gihîştina çavkaniyên perwerdeyê van pirsgirêkan girantir kiriye.

Bandora aboriyê li ser xwendinê

Ji bilî şer û pirsgirêkên înternetê, lêçûnên perwerdeyê yên zêde bûne çavkaniyeke sereke ya fikaran ji bo xwendekar û malbatên wan.

Gelek xwendekar dibêjin ku ew di şert û mercên heyî de nikarin dersên taybet an jî materyalên perwerdeyê yên pêwîst bikirin. Zêdebûna lêçûnên pakêtên înternetê, pirtûkên dersê û qursên amadekariya ezmûnan barê li ser malbatan zêde kiriye.

Pisporên perwerdeyê hişyar dikin ku berdewamiya vê rewşê dê newekheviya derfetan xirabtir bike. Her çendî hinek xwendekar hê jî xwedî gihîştina dersên taybet û çavkaniyên cûrbecûr in jî yên din bi tenê bi çavkaniyên sînorkirî yên dibistanê û fêrbûna ji dûr ve girêdayî ne.

Ev yek dibe sedema berfirehbûna valahiya perwerdeyê di navbera xwendekarên li deverên bi avantaj û kêmderfet de. Fikar hene ku ev cudahî dê di encamên ezmûnan û riyên perwerdeyê yên pêşerojê de xuya bibe.

Şert û mercên perwerdeyê yên dijwar û pêşeroja xwendekaran

Nîgeraniyeke din a mezin ji bo xwendekaran bandora notên azmûna dawîn li ser encamên azmûna wan a zanîngehê ye. Ji ber giraniya zêde ya notên dibistanê di bicihkirina zanîngehê de, gelek xwendekar ditirsin ku şert û mercên perwerdeyê yên dijwar ên salên dawî bandorek neyînî li ser pêşeroja wan bikin.

Xwepêşandanên hinek xwendekar û namzedên azmûnê li bajarên cuda yên Îranê jî vê nîgeraniyê nîşan didin. Li gorî wan, şert û mercên perwerdeyê yên du salên dawî ji bo her kesê derfetên wekhev pêşkêş nekirine.

Sena Berzegar, xwe ji bo ezmûna sala 2026’an amade dike wiha dibêje: “Ji bilî amadekariya ji bo azmûna zanîngehê divê ez bikevim ezmûnê jî ji bo navîniya notên xwe baştir bikim. Ev yek dibe sedem ku ez bala xwe bidim ser tiştên din."

Xwendekara pola 11’an Soma Yarvîsî dibêje ku ger notên wan ên pola 11 û 12’an bandorê li ezmûnên wan bikin wê demê zexta psîkolojîk û aborî ya di wan salan de dê ji bo demek dirêj bandorê li pêşeroja wan bike û wiha domand: “Notên kêm ne tenê dikare bandorê li azmûnê bike, di heman demê de dikare bandorê li ser riya perwerde û kariyera me jî bike.”

Pêşerojek di bin siya krîzê de

Gelek xwendekar, mîna Şilêr, Sena û Soma, di yek ji girîngtirîn serdemên jiyana xwe re derbas dibin  serdemek ku dê pêşeroja wan diyar bike. Lê belê dema ku ji bo ezmûnan amade dibin, neçar in bi zextên psîkolojîk, pirsgirêkên aborî, paşketinên perwerdeyê û binesaziya nebaş re jî rûbirû bimînin.

Li gorî pisporan, heke ji bo telafîkirina windahiyên perwerdeyê û dabînkirina piştgiriya psîkolojîk ji xwendekaran re plansaziyek neyê kirin, bandora van dibe ku bi salan bidome û bandoreke neyînî li ser derfetên perwerdeya  nifşê pêşerojê bike.

Xwandekar Soma dibêje ku wê di şert û mercên rehet de nexwendiye û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Çawa ku me di şertên normal de nexwend di heman demê de jî di şert û mercên normal de em nakevin azmûnê; lê dîsa jî em ê li gorî pîvanên salên normal werin nirxandin."

Gelek xwendekar fikara xwe parve dikin ku bandorên şer, qutbûna înternetê û bêîstîqrariya di perwerdeyê de ne tenê bandorê li ser salên niha, di heman demê de li ser salên li pêş de jî dike.