Tarîtiya pênc salan a li Efganistanê: Windakirina mafên jinan û qeyrana kûr
Li Efganistanê, mafên jinan hatin sînorkirin, bi hezaran karmendên jin karên xwe winda kirin û pirsgirêkên tenduristiya derûnî li welêt gihiştin ji sedî 50’î, lê tevî van hemû zextan jî jin bi gotina "Em stûnên civakê ne" li ber xwe didin.
BAHRAN LEHÎB
Baxlan – 15’ê Tebaxê wekî rojeke din a tarî di dîroka Efganistanê de tê hesibandin. Tam pênc sal beriya vê, tevgera Talîbanê careke din Efganistan xist bin kontrola xwe û ew dagir kir. Di rojên destpêkê yên desthilata xwe de, Talîbanê êrîşê azadiyên sînordar kirî yên ku jinên Efganî sûd jê werdigirtin pêkanî. Li ser jinên Efgan gelek sînor hatin ferzkirin; qedexe bû ku jin li derveyî malê, nemaze li ofîsên hikûmetê bixebitin, her wiha destûr nedida keçan ku piştî pola şeşan perwerdehiya xwe bidomînin.
Derketina ji welat û koçberî
Piraniya çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr û kesên xwende Efganistan terikandin. Tê gotin ku zêdetirî milyonek kesî ji Efganistanê derketine û gelek kes hîn jî bi xetereyên mezin hewl didin ku ji welêt derkevin da ku xwarin û jîngeheke aramtir bibînin.
Windakirina kar û asta kêmbûna karkeran
Daneyên ku di sala 2020’an de ji aliyê Ofîsa Îstatîstîkê ya Efganistanê ve hatibûn peydakirin, nîşan didin ku 414 hezar û 902 karmendên sivîl li ofîsên hikûmetê dixebitîn ku 106 hezar û 869 ji wan jin bûn. Ev hejmar li gorî sala borî zêdebûneke ji sedî 5,5 di asta karmendên jin de nîşan dide.
Bi kontrolkirina tevgera Talîbanê re, ev hejmara jinên ku tenê di ofîsên hikûmetê yên sivîl de dixebitîn, karên xwe winda kirin. Jinên ku di ofîs û saziyên leşkerî yên hikûmetê de jî çalak bûn, karên xwe ji dest dan. Her çend derbarê hebûna jinan a di ofîsên hikûmeta sivîl de îro daneyên tam nînin jî, tê gotin ku hejmara jinên ku li van ofîsan li seranserê Afganistanê dixebitin kêmî 50 kesî ye.
Bandorên derûnî û qeyrana tenduristiyê
Li gel windakirina kar, nebûna derfeta perwerdehiyê û qedexekirina çûyîna deverên geştûguzarî û rekreasyonê, hejmara kesên ku bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re rû bi rû ne li Efganistanê zêde bûye.
Di Roja Tenduristiyê ya Cîhanê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku hejmara kesên bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî li Efganistanê gihiştiye nîvê nifûsa welêt û ji sedî 50 yê civakê pêk tîne; piraniya van kesan jî nikarin bigihihêjin xizmetên tenduristiyê.
‘Em stûnên civakê ne’
Ji bo ku rewşa jinan di pênc salên desthilatdariya Talîbanê de bêtir were nîşandan, me bi Derya Bahîr re ku ji Baxlanê ye, li ser guhertinên ku di wan pênc salan de di jiyana wê de çêbûne axivî.
Derya beriya niha pênc salan li dibistanekê memoste bû. Lê niha li malê ye. Derheqê hatina Talîbanê re wiha dibêje: “15’ê Tebaxê ne tenê rojeke tarî ye, di heman demê de rojeke tije dûman, hesin û agir e li Afganistanê; rojek ku hêsir û girîna zarok û jinan li her derê deng vedida. Bi hatina Talîbanê re, mafên keçan ji dest wan hatin standin û gelek sînor û qedexe li ser wan hatin sepandin. Talîbanê di jiyana jinan de li Efganistanê kaosek mezin çêkir.”
Derya balê dikişîne ser berxwedana jinan û wiha tîne ziman: “Lê ji bo keçên Efgan ev têkçûn ne wekî hilweşînekê, lê wekî rûpelekî nû di jiyana me de hate dîtin. Em keçên Efgan ne tenê keç û dayik in, em di heman demê de stûnên civakê ne. Eger em li wir nebin, civak jî li wir nîne. Eger jin tune bin, civak nabe. Em jin û keç in ku tevahiya civakê pêk tînin.
‘Jin di civakê de xwedî rolên bingehîn in’
Her wiha Derya qala xewnên xwe dike dû dibêje: “Pênc sal berê, ez keçek bûm ku xewnên min wekî stêrk, meh, behr û nûra bûn. Min xeyal dikir ku rojekê ez ê di civaka xwe de wekî parêzvana mafên jinan tevbigerim û bibim dengê jin û keçên Efganistanê. Lê mixabin îro em li malê rûdinin. Lêbelê, ev ne tenê têkçûna min e; ew rûpelek e di rêwîtiya jiyana min de. Di van pênc salan de, ez fêr bûm ku ez di civakê de roleke girîng dilîzim, ku ez ne jineke ku hatime jibîr kirin.
Derya di dawiya gotinên xwe de hêviyên xwe dide diyar kirin û bang dike: “Ji bîr nekin, her jinek ku ji civakê tê dûrxistin, ne tenê ji jiyanê tê qutkirin, lê belê dîrokek ji civakê tê jêbirin. Baweriya xwe bi xwe bînin, cîhan biçûk dibe. Keçika biçûk a îro, dê bibe rêberê sibê.”