Sira li ser dilpakên baweriya qedîm
Sir e ew miraza rastîn a ku ji bo wê dane ser û mal cih û war. Lê her ew ma sira esasî û ya ebedî. Xweza ye ya ku em jê hatine û ya ku em ê biçinê. Ji bo wê pîroz e ba, baran, roj û heyv, stêrk û av, ax û agir.
EVÎN ZENDA
Şengal – Sir e ew miraza rastîn a ku ji bo wê dane ser û mal cih û war. Lê her ew ma sira esasî û ya ebedî. Xweza ye ya ku em jê hatine û ya ku em ê biçinê. Ji bo wê pîroz e ba, baran, roj û heyv, stêrk û av, ax û agir. Parêzvanên wan pîroziyan hê jî hene weke kêliya ewil dema dayika xwedawend enî û gozikên wan maç kir û di guhên wan de bi dengek hêdî ji wan re digot ‘Ez we erkdar dikim êdî hûn in parêzvanên xweza û gerdunê. Hê jî ew deng di qewl û beytan de olan dide, di lorik û lavincan de xwe der dike, di ruh û can, dil û çavên zarokên xwedawenda rojê de şewq dide.
Rojperest û heyverest in ew
Di nava van çiyayan de bi sedan gund, êl û eşîr hene hinek Şemsanî û hinek jî Adanî ne, yanî rojperest û heyvperest in ew, ji her komek re xwedanek hatiye diyarîkirin û cihê wan xwedanan jî cihê pîroz qubên Êzidiyan e. Dibe serê qubên hinekan roj be yê hinekan heyv û stêrk be. Dibe ku hinek xwedan jin bin hinek jî mêr bin û dibe ku hinek ji wan ne herdu bin û kombûyîna her duyan jî be.
Li vir mirin jî awayek din ê jiyanê ye
Lê ya ji tevan re derbasdar e we ku ev civak, civaka herî kevnar a li ser rûyê cîhanê ye û civaka herî zêde bi xwezayê ve girêdayî ye, ew mirin û tunebunê nas nake ji ber li gel wan her tişt zindî ye. Zindiya ku dema xwe temam kir rih dide ji zindiyekê din re weke kulîlkeke ku di payîzê de hişk dibe û bi barana biharê re ji nû ve bi dehan tovên wê yên reşiyayî ji nû ve dibişkive, di rastiyê de ew kulîlk namire ji yekê dibe deh. Mirin awayeke din ê ji nû ve jiyanê ye. Ji bo wê ev civak di şahî û şînên xwe de her dem berê xwe didin mezargehên xwe, li dû êşa xwe ya ku ji bu çûyîna wan kesên xwe parve kirine piştre xêr û xêratên xwe bi hev re parve dikin û li ber serê miriyên xwe xwarina xwe dixwin û şahiya xwe digrin weke ku ew jî hene û li gel wan in. Yanî ev civak avzêya felsefe, zanist, çand, dîrok û baweriyên li ser rûyê dinê ne.
Tiştên li ser van axan qewimîn ne çîrok in
Ev civaka kevnar a ku berî sedan salan li Welatê Xalta ya ku 366 qonaxên Tawisê Şêx Hadî lê hebûn, niha berbelav bûye û hejmareke mezin li çiya û damanên çiyayê Şengalê dijîn. Em kêm jî be ji çîrok û salfeyên li Şengalê qewimîn agahdar in lê yên berî wê? Belê civakeke ferman dîtiye 74 heya bi sedan ferman dîtiye. Di her fermanê de çîrokên bi êş û qehremanî çêbûne ji bo wê her dol û newaleke vî çiyayî, her dar û kaniyeke wê her şikeft û girekên wê xwedî destan û çîrok in weke Dara Helê, Gundê Dirêcê, Girê Buka, Gêrê Qiraniyan, Helîqê yanî weke milê Hisên û Xezalê. Ev navên me rêz kirin, hê jî çirokên wan li ser zimanan digerin Quba Amadîn di nîvenga van cihan de ye. Piştî salan cara yekê ev qube di cimaya Îsal de hat çêkirin.
Cihê bê berdêl ê dilfirehî û yekbûnê
Cima yek ji rê û resmên kevnar û bingehîn ên civaka Êzidî ye. Ev rê û resm di werza payîzê de tê pîrozkirin. Civakê di berê de bi hatina biharê re dest bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikirin, heya mehên payîzê wan berdêla keda xwe ji bo xwezayê didan, ji xwezayê digirtin tevahî fêkî û xurekên xwe kom dikirin. Dema dibû payîz jî bi riya van cimayan berhemên xwe yên zêde parve dikirin. Her eşîr li qubên xwe ziyaretî dibûn û ji xwedanê xwe re spasî dikirin ji bo berhemên ku di salê de daye wan û hêviyên xwe ji bo sala nu dixwestin. Cima yanî lihevkombûn. Di cimayan de tevahî eşîrên Êzidiyan hev didîtin demên xweş bi hev re derbas dikirin û qubên xwe ciwan dikirin xweşik dikirin. Ji dîrokê heya roja me ya îro ev çand berdewam dike.
Kesên ku her roj bi heqîqeta xwe re ne
Her kes li gorî rewşa xwe diyariyên xwe xêrên xwe tîne û di cimayê de weke xêr didin micêwiran. Micêwir xizmetkarên qubeyan in. Micêwir tenê karê wan parastina qubeyê ye û di salê de kesên ku tên serdana qubeyê pêşwazî dikin û ji pêxistina fitîlan bigre heta li daxwazên wan tev guhdarî dikin, nexweşên ku xwe davêjin qubeyê yanî ji xwedanê xwe şîfayê dixwazin re duayan dikin daxwaza başbûna wan dikin. Dema tevahî civaka di salê de ji bo xwe kar dikin micêwir xizmeta qubeyê dikin û ya goristanan jî. Dema ku kesek jiyana xwe ji dest bide ew alîkariya malbatên wan dikin. Di warê manevî de li gel wan radiwestin û alîkariya wan dikin. Ji bo vê xizmeta wan a pîroz a ku di salê de kirine civak jî wan pîroz dike yên din kê çi jê bê genim, hejîr, mewîj, nîsk, nok, gûz, ar, cil, yên din çi bikarin didin mala micêwir.
Vê yekê bi dilxweşî dikin ji ber di nava civaka Êzidî de cihê taybet ê wan heye qewl jî li ser kedkariya wan heye û dibêje:
“Em ji wan mêr û melekan bidin medeha
Ew in xasên nava Qubeha
bi qeweta wan her bû ronahiya berê sibeha
bi qeweta wan ronahiya berê sibehan der bû
bor li Îbadetê kar bû
xwezî bi wî/ê kesê ku her roj pêş heqîqeta xwe radiweste.”
Amadîn hê jî weke Quba Amadîn navê xwe ji kesek girtiye. Amadîn bi xwe Şêxê Şemsaniyan e. Amadîn xwedayê helîqî û çêlikan e. Ev qub berî sedan salan heya bêtir jî emrê wê heye. Berê şeklê wê ne wiha bû, ji yên berê re digotin Xirbik lê pişt re kesek bi navê Bişarê Meto ku kesek Musanî bû wî ji bo xwe kir xêr û şeklê niha çêkir. Berê kevirên ji axê heûun bi rengê spî, ew kevir dişewitandin û bi daran dikutan heya hûr dibû, dûre qube pê ciwan dikirin. Li Şengalê gelek qube hene lê yên ku hê jî bi kirêcê tên ciwankirin tenê çend heb in Amadîn jî yek ji wan e. Ji bo wê rê û resmên Amadîn li gorî qubên din qedîtmtir e.
Sembola Quba Amadîn
Di her qubek de sembolek heye yên hinekan mar, ên hinekan jî Xezal in, Sembola Quba Amadîn jî dîk e, ji bo wê şêxên Amadîn goştê dîkan naxwin li gorî baweriya wan ew dibêjin dîk banga hilhatina rojê didin ji bo wê nabe ku bên kuştin û goştê wan bixwin. Di heman demê de kesê ku yekê ji Şêxê Amadîn bike birayê xwe yê axiretê ew jî nikare goştê dîkan bixwe ji bo wan jî dik dibin sembol.
Quba Amadîn jî weke tevahî Quban zêde mezin nîn e ji odeyek pêk tê û serê wê jî sembola tirêjê rojê ye, ji firehiyê diçe biçûkiyê û navsera tîrêjan yanî li serê Qubê sembola rojê heye. Li kêleka her qubê silavgehek heye ku weke parêzvana qubê tê zanîn. Dema kesek biçe qubê ziyaret bike divê berî her tiştî kêleka derî maç bike û bêyî ku pê li derçekê bike derbas bibe ev jî awayeke rêznîşandanê ye, li Şengalê hê jî gelek mirovên temenê wan mezin hene ku dema derbasî malek bibin pê li dereçê pêşiya deriyê malê nakin, bi vî awayî rêza xwe nîşanî ferdên malê û xwediyên malê didin. Dema bê ku pê li dereçan bike mirov derbas dibe diçe xurfeyeke biçûk ku kî çep û rastê wê micêwir an jî qewl bêj hene ew kes xêrhatina te dike û duayan ji bo te dike dibêje: “Ya Amadîn hêvî û minetên me qebûl bike xweşî û aramiyê ji me re bîne kêf û xweşiyê ji me kêm neke.” Li çar dorên xurfeyê perî hene mirov diçe gel wan periyan û girêkên xwe ên hêviyê girê dide.
“Em mirazê xwe ji wan dixwazin ew jî ji heqîqetê”
Perî qumaşeke reng bi reng e sembola xwezayê ye. Her Êzidiyê ku diçe qubên pîroz girêkeka xwe ya hêviyê girê dide. Yanî wê periyê girê dide ji bo daxwaza wî pêk bê kesê li du wî tê jî berî ji bo xwe daxwazekê bike destpêkê girêka kesekê vedike. Ew jî tê wateya ku wê daxwaza wî kesî pêk bê. Dilnizimiya civaka Êzidî di tevahî hêvî û daxwazên wan de diyar dibe ji bo wê dibêjin “Ya Tawusê meleke despêkê ji bo 74 miletan du re ji bo me aramî û xweşiyê bîne.” Êzidî dibêjin Em miraza xwe ji Xwedanê xwe dixwazin ew jî ji bo me ji heqîqetê em dibêjin: “Yarebî tu hêvîkarê me be, tu hêviya me pêk bîne, em gihîştin ber periya te tu digihîjî pêkanîna hêviyên me.”
Çawa ku di her qubeyê de perî hene di heman demê de di serê her qubeyê de jî hilêl heye. Hilêl weke periyan pênaseya rengên xwezayê dike û mirov dikare weke ala civaka Êzidî jî şîrove bike.
Di qubê de xurfeyek biçûk heye
Di Qubê de xurfeyeke biçûk û harî heye. Deriyê wê odeyê biçûk hatiye çêkirin, ji bo her kesê ku tê xwe di ber wê ronahiya di nava odeya tarî de hatiye vêxistin bitewîne û rêza xwe jê re nîşan bide. Navê wê xurfa çirayê ye, tenê di wir de çira tê vêxistin, kes li wir ji bo xwe çirayekê vêdixe û daxwazên xwe dike ger ku kêmanî û nebaşiyek kiribe li wir bi wijdanê xwe re rû bi rû tê û soza avakirina kesayeteke baş û qenc dide. Di odeyê de 7 kevirên girover di şeklê cîhanê de hene dema kes sê caran wan keviran tenê bi destekê danî ser hev tê wateya wê daxwaz û mirazên wê/wî pêk bên.
Perî û hilêl girêkên mirazan in
Her sal perî û hilêl tên nûkirin berî periyan biguherînin mala micewir tevahî girêkên hêviyê vedike û wê periyê dibin yan di silavgehê de diparêzin an jî di çiya de. Dema periyên nû jî anîn wan periyan di ava kaniya Spî (Zemzem) de helal dikin. Dema perî anîn her kes li benda wan periyan dimîne, wan maç dike û xelat dike. Piştî perî dibin qubeyê, vê carê jî bi heman awayî hilêl tê dîtin û wê jî siwar dikin bi vî awayî qube bi awayeke kêf û şadî tê ciwankirin û bedewkirin.
Rê û resmê kevnar hevîrê hêviyan
Hemû salan perî û hilêl tên nûkirin lê ciwankirina qubeyê yanî kirêckirina wê her çend salan carekê tê kirin. Her kulmeke kirêca bi hevrêtiya dua, siran û qewlan re tê amadekirin ji destên bi dehan xizmetkaran re derbas dibe ev nîşaneya wê yekê ye ku biçûk mezin tev bi hev re di ber pîrozî û baweriya xwe de di amadekariya başiyê de ne û bi eşqeke mezin bi bêhneke fireh tên çêkirin. Min got bi bêhneke fireh ji ber ger sedem tenê ciwankirin be di danekê de dikarin qubê ciwan bikin lê na micêwirên qubê li benda tevahî Êzidiyên ku tên cimayê dimînin ji ber her kesê tê dixwaze hêviyeke xwe bi zimanê wan hevîreke xwe (kulmek kirêça amade) li dîwarên qubê bixe. Civaka Êzidî wisa bawer dike ku bi wî kirêca jê re dibêjin hevîr ew hêviya xwe ya 4-5 salan davêjin dibêjin bila hêviya me cihê xwe bigire.
Ji bo 74 miletan dûre ji bo me
Hevîr hêvî ye 3 çar pêç salan pê ve dikin em vêviya xwe davêjin pênc salan cihê xwe digre hêviya xwe pê ve dihêlin ji bo hêviya wan pêk bê û ji bo cihê xwe bigre. Dema micêwir hevirek amade dike bi dengeke bilind dibêje: “Ev hevîr ji bo kê? Kesên amade jî dibêjin: ‘ji bo dayika min ji bo silametiya wê, ji bo mala me, ji bo silametiya tevahî Êzidiyan ji bo aramî û aştiya cîhanê’ bi vî awayî micêwir jî dibêje amadîn duayê te qebûl bike ya baş û qenc ji we re bike û hevîr dest li ser dest diçe heya tevahî bejn û bala qubeyê dipêçe.