Sersal bi berhemên jinan dixemile
Bi nêzbûna sersal û Noelê re, şêniyên li bajarê Qamişlo bi taybetî malbatên Xirîstiyan xwe ji bo sala nû re amade dikin. Bajar weke her sal, îsal jî bi berhemên hunerî yên ku jinan bi destên xwe çêkirine dixemile.
ESMA MUHEMMED
Qamişlo – Amadekariyên ji bo Noel û sersalê; bi xemilandina qadan, sazkirina lembeyan, xemilandina daran û rengên ku li gorî atmosfera pîrozbahiyê bin. Piştî wan amadekariyan, dest bi amadekirina şirînahî û hûrgiliyên din tê kirin. Bi vê yekê her pîrozbahî, di bîra hemû kesan de vediguhere bîranîneke xweş.
Çanda çêkirina berhemên destan
Têkiliya Krîstîna Sahdo ya bi moriyan re, bi çêkirina cihê mifte û aksesuarên bi tîpên biçûk dest pê kir. Dibêje ku malzemeyên destpêkê bi kar anîne heta tu bibêjî tiştên biçûk û ji rêzê bûne, bi ben û moriyan çêbûne. Srîstîna Sahdo diyar dike ku van perçeyên biçûk dema bi destên xwe vediguherîne berheman pir bextewar dibe.
Krîstîna Sahdo diyar dike ku destpêk bi awayê “mutewazî” bûye, ji temenê biçûk de ji hûrguliyan hez kiriye û wiha didomîne: “Min her dem dixwest her tişt bi rêkûpêk û tertîb be. Di jiyana xwe ya rojane de jî dixwazim her tişt paqij û li cihê xwe be lewre bawer dikim ku hostebûna di hûrgiliyan de, raza derxistina ji hev a kar e. Vê paqijiyê, kesayeta min û terzê ramana min di her warî de nîşan dide.”
Li gorî wê berhemên destan, tenê çêkirina tiştên xweş nîn e; kesayet û ramana mirov jî nîşan dide û dibêje: “Hûrgiliyên biçûk cudahiyê çêdikin, her kar xweseriyek dide bidestxistin û ji yên din cuda dibe. Ji zarokatiya xwe ve min xeyal dikir ku bibim xwedî cihekî taybet, lê behre û berhemdariya xwe nîşan bidim.”
Kirîstîna Sahdo, got ku motivasyona bingehîn a ku wê di warê berhemên destan de kir xwedî pîşe, ji vê xeyala wê pêk hatiye û diyar kir ku ev ne fikreke demborî, hesteke ku min her dem ber bi afrînerî û bêkêmasiyê ve dibir hebûye.
‘Bi perçeyek bêhempa rêwîtî destpê dike û ev yek rêwîtiya bêhempa ya hunerî ye’
Her çendî hinek kes bifikirin ku berhemên destan hêsan in Krîstîna Sahdo balê dikşîne ku ev rêwîtî qet hêsan nîn e û diyar dike ku ew bi desteka malbata xwe bi pêş dikeve.
Kirîstîna Sahdo dide zanîn ku her çendî ji platformên medyaya dîjîtal û tiştên rojane yên nû fikrên wê çêbibin jî zêdetirî perçeyên ku çêdike, dîzayna wê ne û wiha didomîne: “Destpêkê ez dîzaynê di serê xwe de zindî dikim, merheleyên çêkirinê bi baldarî plan dikim, dûre gav bi gav pêk tînim. Ji bo ku hêjahî û xweseriya her perçeyê derxim pêş, li ser hûrgiliyên herî biçûk kûr dibim. Ji bo min her dîzayn bi fikreke biçûk destpê dike û bi perçeyek bêhempa dibe rêwîtiyek bêhempa ku ev yek rêwîtiya hunerî ye.”
Krîstîna Sahdo diyar dike ku sersal ji bo civaka Suryan xwedî wateyek taybet e û dibêje ku weke jinek div ê qadê de dixebite, berpirsyariya we ya kar tevlî kêfxweşiya cejnê bûye û dide zanîn ku berhemên xwe demek dirêj beriya cejnê amade dike. Diyar dike ku bi wê awayê, her hûrgiliyê test dike, derfeta mukumeliyetê dibîne û diyar dike ku ev yek wê pir tetmîn dike.
‘Xweşikbûn û bexteweriya ku bi berhemên destan çêdibe ji bo bihêzkirina çanda herêmî girîng e’
Krîstîna Sahdo dibêje ku beşdariya pêşangeha di çarçoveya têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan hatiye lidarxistin ji bo wê pir girîng e û dibêje ku vê tecrubeyê, xebatên wê tîne rewşeke tekiliyê û xwedî peyam û wiha dibêje: “Xweşikbûn û bexteweriya bi berhemên destan, ji bo bihêzkirina çanda herêmî pir girîng e. Her zoriya ku min dît ji bo min bû derfeta hînbûn û pêşketinê. Xeyala min ew ez dikanek vekim û berhemên xwe pêşkêş bikim. Xebata bi îsrar û bi pergal, mifteya serkeftinê ye, sînorê afrîneriyê tune ye.”
Kirîstîna Sahdo bal kişand ku bi desteka madî û manewî ya ji malbata xwe dîtiye, bûye xwedî hêzê û xwebaweriyê, diyar kir ku bi saya vê destekê dikaribûye xeyalên xwe pêk bîne.
Perçeyên ku ruhê rojên taybet di xwe de dihewînin
Etra Lahdo Behnan jî deh sal in di warê dekorasyon û xemlên organîzasyonan de dixebite. Diyar dike ku di temenê biçûk de dest bi vê rêwîtiyê kiriye, her quncika malê bi berhemên xemlê yên bi destan tên çêkirin xemilnadiye û wiha dibêje: “Di rojbûnan de, merasîmên vaftîzê, zayîn, dergistîbûn û dawetan de, dîzaynan çêdikim. Armanca min ew e ku ez her fikrê veguherînim berhemeke hunerî. Dema di atolyeya mûmê de dixebitîm, min behreya xwe dît û dest bi kar kir.
Etra Lahdo Behnan diyar kir ku xebata wê demsalî nîn e, tevahiya salê didome û wiha got: “Xemilandin tenê estetîk nîn e, zimanê ku kêfxweşî, pîrozbahî û huzûrê nîşan dide ye. Dema ku bajar bi lembe û rengan tê xemilandin, ruhê cejnê bi her kesê re çêdibe. Rola jinan di parastina kevneşpiyan de mezin e. Afrîneriya jinan a di vî warî de di pêşangeha ku di çarçoveya xebatên 15 rojan ên têkoşîna bi şîdeta li dijî jina re hatin lidarxistin de vekirî tên dîtin. Ez hêvî dikim ku sala nû ji bo hemû jinên ku kedê didin û bi dil û can dixebitin bi xêr be.
Çêkirina şirînahiyan qadeke ku her dem xwe nû dike ye
Anahîd Yusuf jî şirînahiyan çêdike û fêkiyan hişk dike. Dibêje ku destpêkê hinek şirînahiyan çêdikir, bi teşwîqa kesên ku ji şirînahiiyan hez kirine, di sala 2019’an de dest bi karê çêkirina fêkiyên hişk kiriye. Anahîd Yusuf diyar dike ku sala derbasbûyî tevlî gelek pêşangehên herêmî û navneteweyî bûye, vê yekê baweriya wê pê zêde kiriye, têkiliyên wê berfirehtir kiriye û bûye xwedî behreyên nû û wiha bi dawî dike: “Di vê qadê de rojên cejnan û rojên taybet dibin çavkaniya îlhamê. Noel xwedî sembolên hezkirin û aştiyê ye. Ez hêvî dikim vê cejnê bi xwe re hêvî û bexteweriyê bîne hemû malan. Ez ji jinan re dibêjim: Derfetê bidin xwe û xeyalên xwe pêk bînin, bi hêza xwe bawer bin û destûr nedin tu astengî pêşî li armancên we bigrin.”