Rîtala 6 salî ya Xezayî li benda alîkariyê ye

Dayîka Rîtala 6 salî ya Xezayî ku di encama teqînek de bedena wê şewitiye, diyar kir ku pêwîst e keça wê li derveyî welat bê dirmankirin, lê derfetên wan tunene.

NAGAM KARAJA

Xeza- Di sibehekê ku bêhna xweliyê pir dijwar bû de, Samar Halawa ya 20 salî û malbata wê vegeriyan xirbeyên mala xwe ya li Cebaliya ku li bakurê Şerîda Xezayê ye. Xanî tiştek ji girekî bêdeng ê kavilan bêtir nebû, lê ji bo wê ew tenê cihê ku dişibiya jiyanê bû. Wê konê xwe li ser kavilan danî û koçberiya dubare ya ber bi deverên din re, red kir. Tevî nebûna tevahî ya xizmetên bingehîn (ne, av, ne elektrîk û ne jî binesaziya tenduristiyê ji bo parastina ji xetereyên rojane ya kesên ku vedigerin) jî, koç nekir. Wê dizanibû ku mayîna li wir dê serpêhatiyek dijwar be, lê wê qet xeyal nedikir ku bedel dê bedena keça wê ya biçûk be. Samar Halawa got “Em vegeriyan ji ber ku em ji tevgera domdar westiyabûn. Min hîs kir ku ger ez di konê li jor xaniyê me yê wêranbûyî de bimînim, ez dikarim tiştê ku ji bîranînên me maye biparêzim. Ji ewlehiyê bêtir, ez li aramiyê digeriyam, her çend ew lewaz be jî.”

Dengê teqîna mezin

Bi çavkaniyên sînorkirî yên di destê xwe de, hewl da ku hûrguliyên jiyana rojane ji nû ve organîze bike, dest bi çêkirina xwarinê kir. Bi darên ku wê bi baldarî ji herêmek şer a wêrankirî berhev kiribû. Wê rojê dema ku Samar Halawa li ser agirê daran xwarinek sade çêdikir keça wê ya 6 salî Rîtal, li nêzî konên cîran dilîst. Carna li diya xwe temaşe dikir û bi kenê xwe yê zarokane hewayê tijî dikir. Ji nişka ve, teqînek bihêz herêm hejand û dû re agir çêbû. Samar ew roj wiha vegot: “Min dengek ku ezman dihejand bihîst, piştre min dît ku agir min dorpêç dike. Min bi qasî ku ji destê min dihat ji bo keça xwe Rîtal qîr kir. Min bazda, min hîs dikir ku dilê min berî bêhna min lê dide.”

Bi bedena xwe agir vemirand

Li herêmek wêrankirî ku tewar pêdiviyên herî bingehîn jî tune bûn, dayîkê keça xwe li erdê dît. Wesleyên wê yên biçûk di nav agir de bûn. Bêyî ku guh bide şewatên xwe, hewl da ku agir bi destên xwe yên tazî û perçeyek qumaş vemirîne. Samar da zanîn ku bi laşê xwe li agir dixist û bi dengek ku ji sûcdarî û bêçaretiyê tevlihev bûye, wiha domand: “Tiştek nehat bîra min. Tenê min dixwest ku agir vemire ku keça min neşewite.”

Ji bilî tiştên lezgîn tiştek tunebû

Wê gazî ambulansan kir, lê li herêmeke wêranbûyî ku tewar xizmetên lezgîn ên herî bingehîn jî tune bûn, ambulans zû nehatin. Nêzîkî nîv saet şûnda, wê karî zaroka xwe bighîne nexweşxaneya herî nêzîk. Li wir, di nav kêmbûna çavkanî û pêdiviyên bijîşkî de, hate dîtin ku zarok ji şewatên giran dikişînin, wekî pileya yekem hatine dabeşkirin. Samar Halawa ji bilî bijîşkên bi alavên sînorkirî û demek kurt ji bo rizgarkirina tiştê ku dikarin xilas bikin, tiştek nedît. Çend roj şûnda, Rîtal bêyî ku dermanên êşê yên pêwîst an dermankirina berfireh a ku rewşa wê hewce dikir werbigre, ji nexweşxaneyê hate derxistin. Dayîka wê got ku wê ji bilî kincên kin ên taybetî ku zikê wê vedişartin û digotin ku ji enfeksiyonê diparêze, tiştek li xwe nedikir. Dayîka wê got, “Wan ji min re got ku hemû tiştê ku ew dikarin pêşkêş bikin ev bûn. Min dizanibû ku jiyana keça min hîn jî di bin xeteriyê de ye.”

Ji bo dayîkek kêliyên dijwar

Di kon de ceribandineke nû dest pê kir. Rîtal ji êşê diqîriya, bi taybetî jî di şevên ku serma zêde dibû û rêyek tunebû ku êşê sivik bike de. Ne dermanên êşê hebûn, ne lênêrîna bijîşkî hebû û ne jî rêyek hebû ku bi ewlehî cilên wê biguhezîne. Samar wiha got: “Ez temaşe dikim ku ew êş dikişîne û tiştê ku ez dikarim bikim dua ye. Ev tiştê herî dijwar e ku dayîkek dikare tê re derbas bibe.” Êşa Ritalê ne tenê bi êşa fîzîkî ve sînordar bû; bandor li jiyana wê ya civakî û derûnî jî kir. Ji ber birînên şewatê yên xuya, hin zarokên nêzîkî konan, rastî tacîzê dihatin. Dayîka wê got ku “Hin bi tirs li wê dinhêrin, hin jî henekê xwe pê dikin û ew ji min dipirse, 'Çima ew bi vî rengî li min dinhêrin?' û wiha xwe vekişande nava xwe, êdî ji lîstina bi yên din re, ditirse.”

Bêparkirina ji mafên zarokatiyê

Zarok ji mafê xwe yê perwerdehiyê jî bêpar ma, ji ber ku ew êdî nikare beşdarî tu saziyên perwerdehiyê yên demkî bibe. Ji ber rewşa tenduristiya xwe û tirsa dayîka wê ya ji zirar an enfeksiyonên din. Samar Halawa dibêje, “Wê pir ji dibistanê hez dikir. Digot ezê kengê vegerim û min bersivek nedît.” Samar vê yekê wekî bêparbûnek ducarî ji bo zarokek ku dizane zarokatiya wê ji bilî şer tiştek nebûye dibîne. Heta lîstik ku mafê herî bingehîn ê zarokatiyê ye, êdî ne gengaze. Rîtal nikare bi awayek azad bireve an jî tevbigere û her têkilî dikare êşa wê xirabtir bike. Ew di konê de rûdine, ji dûr ve temaşeyî lîstina zarokan dike û hewl dide ku bikene. Dayîka wê dibêje “Birîndariya wê zarokatiya wê dizî û ez nikarim jêra vegerînim.”

Pêwîst e Rîtal bibin derveyî welêt

Li gorî bijîşkan, ji ber nebûna çavkaniyên pêwîst li Şerîda Xezayê, Rîtal hewce ye ku bi awayek lezgîn biçe derveyî welêt, da ku dermankirina xwe temam bike. Lê belê wekî ku Samar Halawa dibêje, zehmetiyên rêwîtiyê û dorpêça berdewam vê alternatîfê nadin. Samar diyar kir ku ew tiştê ne gengaz naxwaze, tenê dixwaze keça wê bê êş bijî û dîsa mîna berê bibe zarok.” Ji perspektîfa mafên mirovan ve, rewşa Rîtal binpêkirinek eşkere ya mafên zarokan e ku ji hêla qanûna navneteweyî ve têne garantîkirin. Bi taybetî jî mafê tenduristî, perwerdehî û parastina ji zirarê. Nebaşiya pergala tenduristiyê, nebûna hawîrdorek ewle û nekarîna dabînkirina lênêrîna pêwîst ji bo zarokan, civaka navneteweyî bi berpirsiyariyên qanûnî û ehlaqî yên nayên înkarkirin re rû bi rû dike. Bi taybetî di çarçoveya şerê çekdarî yê dirêj de ku bi giranî bandorê li sivîlan dike û zarok bedela herî giran didin.

Pêwîst e mafên zarokên Xezayî bên parastin

Di encamê de birîndariya Rîtal Halawa ne bûyerek tenê ye, lê kêmasiyek avahîsaziyê nîşan dide ku bandorê li pergala parastin û lênêrînê li herêmên pevçûnê dike. Li vir, xetera rojane dibe rastiyek domdar û mayînde dibe meseleya şansê, ne mafek. Bêyî destwerdana bi bandor, berdewamiya vê rastiyê tê wateya domandina hawîrdorek ku dibe sedema birîndariyên ku pêşî lê tê girtin û zarokan ji çembera dermankirin, perwerde û jiyana normal derdixe. Rizgarkirina Rîtal Halawa îro ne tenê bi dermankirina birînek vekirî ve sînordar e. Şer dibe sedemê ku zarok bê parastin bimînin, pêwîste ev rewşana werin çareserkirin û mekanîzmayên destwerdanê werin peydakirin ku jiyana sivîlan, nemaze zarokan were misogerkirin.