Sêwiyên şer di himbêza Sêwîxaneya Dar er-Rahme de mezin dibin

Rêvebera Sêwîxaneya Dar er-Rahme Întisar el-Alî destnîşan kir ku sêwîxaneya wan ji bo zarokan ne tenê cihê hewandinê, di heman demê de cihê avakirina pêşerojek baş e jî û banga xwedîderketinê li civak û saziyên mirovî kir.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Xwedîderketina li sêwiyan ne tenê erkek mirovî ye, di heman demê de peyama çirûska hêviya pêşrojê di dilê zarokên ku ji hezkirina malbatê bê par mayîn e de ye jî. Sêwîxaneya Dar er-Rahme ku li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hembêza xwe ji zarokan re vedike. Herî kêm 50 zarok li vir sitar dibin. Xizmetên wan ên bicihbûn, perwerde û tenduristiyê pêk tîne, di heman demê de ji wan re qadek bi ewle ava dike. Hewl dide pêşerojek ronî û jiyanek bi rûmet ji bo wan pêk bîne.

Desteka perwerde, derûnî û civakî

Ji ber şerê li Sûriyeyê bi hezaran zarokan malbatên xwe winda kirin. Ji bo xwedî li van zarokan bê derketin, gelek sêwîxane hatin vekirin. Ev navend ji bo zarokan bûn hêviya ku bighîjin jiyanek baştir. Yek ji van navendan, ‘Sêwîxaneya Dar er-Rahme’ ya ku di Adara 2021’an de li Qamişloyê hatiye avakirin e. Ev navend hewl dide ji bo zarokan stargehek bi ewle pêk bîne û windahiyên mezin ên jiyanê tije bike. Sêwîxaneya Dar-er Rahme tenê bi desteka madî sînordar nîne, di heman demê de desteka perwerde, derûnî û civakî jî dide. Bi vî awayî dibe sedem ku kesayeta zarokan bê ava kirin û bi hêvî li pêşerojê binhêrin. 

‘Stargehek bi ewle, ji bo wan jiyanek aram pêk tîne’

Rêvebera Sêwîxaneya Dar er-Rahme Întisar el-Alî da zanîn ku navenda wan fermî ye û wiha got: “Îro em bi 50 zarokên Qamişlo re eleqeder dibin. Hinek ji wan dayîk, hinekan bav û hinekan jî dayîk û bavên xwe winda kirine. Ev der ji bo wan bûye malek germ û ji bo xwe jiyanek bi rûmet pêk tînin.”

Întisar el-Alî derbarê fikra avakirina sêwîxaneyê de got piştî ku 5 zarokên sêwî ku ji desteka malbatek bê par mane dîtine, ji bo wan hewcedariya bi jiyanek aram û bi ewle hebûye û li ser vê yekê biryara avakirina sêwîxaneyê dane. Întisar da zanîn ku li navenda wan 15 pispor dixebitin û ev agahî dan: “Ev pispor, zarokan fêrî xwendin û nivîsînê dikin. Ji xwarina bi tendurist, cil û paqijiyê bigre, xizmeta tenduristî û lênêrînê pêk tîne. Beşên cûda yên zarokên keç û kur hene. Ji bo keçan 3 ranzexane, odeya cilan û odeya perwerdê heye. Di heman demê de derfet hatiye dayîn ku zarok bi çalakiyên wêne û govendê kêrhatiyên xwe bipêş bixin. Armanc ew e ku jiyana wan bi kêfxweşî rengîn bibe. Li gel civaka xwecihî her tim em di nava hevkariyê de ne. Lê belê mixabin ne ji xwecihî ne jî saziyên navnetewî desteka ku tê xwestin, nayê girtin. Ji ber vê yekê, ji bo ku navend zêdetir zarokan qebûl bike divê destek bê zêdekirin.” 

‘Digel tengasiyan hewldan didome’

Întisar el-Alî bal kişand ser girîngiya ku didin perwerdê û da zanîn ku zarok li dibîstanan tên qeydkirin, dersên wan ji aliyê mamostayên pispor ve tên şopandin. Întisar destnîşan kir ku di heman demê de ji aliyê derûnnasan ve destek tê dayîn û wiha got: “Bi vî awayî em dibin alîkar ku zarok êşên xwe derbas bikin û bi dilê tije hêvî, beşdarî civakê bibin.”

Rêveberiya Xweser desteka sotemenî û amûrên bingehîn dide

Întisar el-Alî bal kişand ser tengasiyên ku di dema kar de dertên pêşiya wan û wiha vegot: “Di mijara mûçe û pêwîstiyên taybet de her çiqas pirsgirêk hebe jî, em hêviya xwe diparêzin û ji bo ev zarok bighîjin pêşerojek baş, em bi xwestek dixebitin. Rêveberiya Xweser di mijara sotemenî û malzemeyên bingehîn de desteka madî dide, saziya karê civakê jî beşek ji pêwîstiyên lojistîk pêk tîne.”

‘Ev der mala hêviyê ye jî’

Întisar el-Alî  di dawiya axaftina xwe de bang li civakê û saziyên mirovî kir û wiha got: “Divê civak û saziyên mirovî bi hevdû re tevbigerin, desteka domdarî bidin zarokên ku bûne mexdûrên şer. Bi vî awayî dikarin zarokan heta mezin bûn biparêzin, heta fêr bibin, li ser lingê xwe bisekinin û jiyanek bi rûmet bijîn. Ev der ne tenê cihek e, mala hêviyê ku xeyalên van zarokan hembêz dike û rêya wan ronî dike ye jî.”