Wan ji bo Newrozê amade ye
Jinên Wan ê banga beşdarbûna Newrozê kirin û gotin: “Em hêvî dikin ku her kes li qada Newrozê be û dengê berxwedanê bilind bike.”
MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN
Wan – Newroz, ku her sal li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin, ji bo Kurdan ne tenê cejnek e, lê di heman demê de sembola berxwedan û têkoşînê ye. Newroza sala 2026’an ku bi dirûşmeya “Azadî û Demokrasî”li her qadê hate pîroz kirin. Di van pîrozbahiyan de yek jî daxwazên sereke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan e. Daxwazek din a berbiçav ew e ku dewleta Tirk gavek berbiçav ber bi pêvajoya aştiyê ve bavêje.
Heta niha, pîrozbahiyên Newrozê li 9 navçeyên Wanê hatine lidarxistin, ku Newroz a Erdîşê zêdetir derket pêş. Newroz a Erdîşê bi coş û kelecanek mezin weke mîtîngê hat pîrozkirin. Ji bilî navçeyan, pîrozbahiyên newrozê li 4 taxên navenda bajêr jî hatin lidarxistin. Di heman demê de, li navenda bajarê Wanê, heft standên agahdariyê ya vexwendina gel ji bo Newrozê hatine danîn û her wiha wesayîtan bi hoparlorê li navenda bajêr daxuyanî jî berdewam dikin.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê, ku dê di 22’ê Adarê de saet di 10:00an de li qada Newrozê ya li binya quntarên Kelha Wanê bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" were lidarxistin, dê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Tuncer Bakırhan, Veysi Aktaş û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Derya Aslan di nav axaftvanan de cihê xwe digrin. Koma Agirê Jîyan û Koma Rojhilat jî dê derkevin ser dikê.
'Werin em qada Newrozê veguherînin qada serhildan, berxwedan û têkoşînê'
Gelê Wan ê bi kelecanek mezin benda pîrozbahiyên Newrozê ne. Lewra jinên ji partiyên siyasî û saziyên cûrbecûr banga beşdarbûna Newrozê kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt ji bo Cejna Newrozê bangawazî kir û got: "Gelê me yê hêja, Newroz a 2026’an Newrozeke dîrokî ye. Ew Newroz a azadî, yekîtî, demokrasî û azadiya Abdullah Ocalan e.”
Banga me ji bo hemû xelkê me yê Wanê ye. Jin, ciwan, ji 7 heta 70 salî, werin em hemû bi hev re di 22’ê Adarê de li qada newrozê ya li Keleha Wanê dengê azadî, aştî û yekîtiyê bilind bikin. Werin em qada newrozê veguherînin cihê serhildan, berxwedan û têkoşînê. Newroz pîroz be!
Endama Komeleya Jinan a STAR Şîlan Aslan, got, “Newroza ku dê di 22 Adarê de bi diruşmeya Newroza ‘Azadî û Demokrasî’ yê were pîroz kirin em benda tevahî hevalên xwe yên jinin, da ku tevlê Newrozê bibin. Newroz pîroz be!"
Hevseroka şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistê (EĞİTİM-SEN) Funda Demir Bozkurt bang li tevahî jinan kir û got, "Em hemû gelê xwe, bi taybetî jî hemû jinan, vedixwînin pîrozbahiya Newroza ‘Azadî û Demokrasî' yê. Emê bi rihê berxwedana Kawayê Hêsinkar agirê azadiyê pêxin.”