Ji nû ve pênasekirina azadiyê û têkoşîna femînîst

Ji ezmûna rojane bigire heta aktîvîzma dîjîtal, ji hilberîna zanînê bigire heta destpêşxeriyên civakî, li Mexrîbê nifşek nû ji rastiya xwecihî ya hişmendiya femînîst ji nû ve ava dike, azadî êdî ne tenê daxwazek e, lê ezmûnek e ku tê jiyîn û hilberandin.

HANAN HARET

Mexrîb – Li Mexrîbê nifşek nû ji jin û mêrên ciwan têgehên azadî, têkoşîna femînîst û beşdariya civakî ji nû ve diguherînin. Di ronahiya veguherînên siyasî, civakî û aborî yên ku li welat û herêmê têne jiyîn de, ev nifş li rêyên nû ji bilî gotinên kevneşopî digere da ku daxwazên xwe yên rojane îfade bikin û beşdarî guhertinê bibin.

Îro jinên ciwan ên Mexrîbî wateya azadiyê çawa şîrove dikin? Ew çawa rolên xwe di têkoşîna femînîst de, şêweyê pirsgirêka xwe girtina dest û pêvajoya ji bo mafê jin û keçan, ji nû ve avakirinê çawa dinirxînin.

Azadî: di navbera hilbijartin û derbirînê de

Sara er-Rays, jineke ciwane ku wekî psîkolog li Komeleya Edalet û Mafan dixebite, dibêje ku ji bo wê, azadî di xalek zelal de dest pê dike û wiha berdewam dike: “Ji bo min, azadiya jinan gelek girînge û ji her tiştî girîngtir jî azadiya hilbijartinê ye. Divê jin bikaribin rêça jiyana xwe hilbijêrin, çi di perwerdehiyê de be, çi di kar de be, çi jî di zewacê de be. Divê biryar ji aliyê civak an malbatê ve neyê ferzkirin, divê ji aliyê jinê bi xwe ve were dayîn. Divê jin jî bikaribin bêyî tirsa encamên wê, ramanên xwe bînin ziman û mafên xwe biparêzin. Li vir, hilbijartin û deng hevûdu temam dikin; azadî ne tenê biryardan e, her wiha bi awayekê ji xwe bawer parastina biryarên xwe ye jî. .

Dema ku dor tê ser têkoşînê, Sara er-Rays balê dikşîne li ser girîngiya perwerde û diyalogê li şûna zimanê pevçûnê tekez dike û dibêje: “Ji bo ragihandina peyamên xwe, pêdivîya me bi rêbazên nû heye. Hişyariya, tenduristiya derûnî û perwerde - çi li dibistanan be çi jî di nav malbatê de - pir girîng in. Guhertin ne tenê bi cezakirinê, lê di heman demê de bi diyalogê jî dikare dest pê bike.

Ji destpêşxeriyên rojane heta rihê nifşê nû

Sara er-Rays behsa beşdarbûna xwe di destpêşxeriyên ciwanan de kir û got, "Ez di vê dawiyê de beşdarî destpêşxeriyên ciwanan bûm. Her yek ji me bi rêbazên xwe em tevlêbûn, ezmûn û pirsgirêkên ku me li Mexrîbê jiyan kiriye ji hevûdin re parvekir. Her çend Sara er-Rays aîdî nifşê mîlenyum be jî (di sala 1995an de hatiye dinê), şêwaza wê ya beşdarbûnê ruh û rêbazên Nifşê Z nîşan dide, nemaze di karanîna qada dîjîtal de ji bo îfadekirina daxwazên rojane, avakirina torên hevgirtinê rêbaz û rihê nifşê Z diyar dike.” Sara er-Rays ji bo guhertinê wiha dibêje:  “Min berê difikirî ku tu tiştek baş nabe, lê îro ez dibînim ku guhertin gengaze. Ew tenê enerjî û domdariyê hewce dike.”

Şahidiya Sara er-Rays eşkere dike ku veguherînên ji hêla gotinên femînîst ve li herêmê hatine jiyîn, bi yek alî pêşve naçin. Gelek rê derdikevin holê, ku azadî û amûrên têkoşînê ji nû ve pênase dikin, di navbera aktîvîzma dîjîtal û xebata civakî ya pêşverû de.

Ji ezmûna takekesî ber bi xwendina analîtîk ve

Her çend Sara er-Rays azadiyê wekî ezmûnek rojane temsîl dike jî, Raja Enis, çalakvanek civaka sivîl û xwendekarek doktorayê, nîqaşê dibe astek analîtîk a kûrtir. Raja Enis dibêje ku ciwan îro di warên cuda de pêş dikevin û dibêje: “Îro em bi awayên cuda pêş dikevin, çi di warê akademîk de çi jî di warên sivîl de.

Lê pirsa rastî ev e: Bi rastî pêwîstiya Mexrîbê bi çi heye? Bi taybetî jî pêwîstiya nifşê nû bi çi heye?

Raja Enis tekez dike ku komele û înîsiyatîfên ciwanan di mijarên ciwanan û jinan de karekî rastîn dikin, lê pêwîste ev hewldan bêtir were naskirin û piştgirî jêre were dayîn. Ji bo pêvajoyên guhertinên civakê jî li ser van xalan rawestiya: “Li gor min mijar ne teoriyên nû were pêşxistine, nêzîkatiyên hîn bibingeh ve girêdayî ye. Ger em dixwazin civakê fêm bikin, divê em bi naskirina ferdan re dest pê bikin. Divê em yek bi yek li ser mirovan bisekinin; divê em bawerî, hewcedarî, tirs û hêviyên wan ên rastîn fêm bikin. Bêyî vê, em nikarin polîtîka, bername an destpêşxeriyên bi bandor pêş bixin.”

Avakirina hişmendiya femînîst

Derbarê mijarên femînîst de, Raja Enis girîngiya hilberîna zanînê û perwerdehiya berdewam anî ziman û got, "Ez bawer dikim ku em hewceyê xwendina kûrtir û perwerdehiya berdewam in. Pêdivî pê heye ku em pir bixwînin; divê em dîroka femînîzma li Mexrîbê zanyarên ku di vê qadê de di xebitin û lêkolîn dikin nas bikin. Di hêla entelektûel de em xwedî mîrateyekê pir dewlemendin lê pêwîste ev yêk ji nû de were kifş kirin û bandor kirin.  

Ew dibêje, "Divê her jineke ciwan li gorî baweriyên xwe û rastiya li Mexrîbê, têgihîştina xwe ya femînîzmê pêş bixe. Divê ev ne modelekê ku hatibe kopî kirin ya jî ji derve hatibe veguhestin, nêzîkatiyekê ku pirsên em li vir dijîn û pêre rûbirû dimînin nîşan bide.”

Rêyeke nû dest pê dike

Ev dengên ciwan ên li Mexrîbê eşkere dikin ku têkoşîna femînîst a nifşê nû êdî ne tenê bi slogan an daxwazên qanûnî ve sînordar e; berevajî vê, ew veguheriye pêvajoyeke pir-qatî (katma) ku ji hêla ezmûnên rojane ve tê xurt kirin. Ev pêvajo xeteke têkoşînê ya berfirehtir diafirîne, ku bi azadiya hilbijartinê, azadiya derbirînê û lêkolînên hişmendiya civakî dest pê dike.

Di navbera nêzîkatiyeke pratîkî de îro rêyeke nû derdikeve holê ku guhertina gav bi gav a di nav civakê de pêş dixe. Ev rê hêviyên nifşekî nîşan dide ku dixwaze têkiliya xwe bi azadî û wekheviyê re ji nû ve pênase bike, di heman demê de di çarçoveyek Mexrîbî de ku ji bo nîqaşên herêmî yên berfirehtir vekirî ye, pêk tê.