Qonaxa yekem a piştevaniya jinên mexdûrên şîdet û bazirganiyê axaftin e

Eman Mohamed dibêje ku mijûlbûna bi dozên bazirganiya jinan, ji tundûtûjiyê cuda ye. Hin rewş hene ku bi sûcdaran re têkilî tên danîn. Di van dozan de ya herî girîng "îstîsmara zayendî" ye di wêne yan jî vîdyoyan de tê nîşandan ku bi sûcdar re têkilî tê danîn û tê agahdarkirin ku ger destdirêjî neyê terikandin û îtîrafek were nivîsandin dê mijar bi pêş bikeve û bigihîje darazê.

ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Di gelek civakan de çanda ‘axaftinê’ tune ye û hin kes jî vê yekê wekî ‘şerm’ û dûrketina ji qaîdeyên ku malbatan birêxistin dikin û sirên di malan de eşkere dikin dihesibînin. Di rastiyê de, dibe ku gelek jin rastî tundûtûjî û destavêtinê bên, bêyî ku karibin wan tiştên li dijî wan êrîş û şîdetê eşkere dikin eşkere bikin.
 Gelek jin haya wan ji xebat û gavên saziyên ku ji bo parastina pirsgirêkên jinan tên avêtin agahdar nîn in ku em ê hewl bidin di hevpeyvînekê de bi Eman Mohamed, pispora civakî ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misrê ku kordînatora rêxistina dijî bazirgariyê ye, li ser vê yekê rawestin. 
"Gava pêşîn a ku mexdûr tê re derbas dibe"
 Eman Mohamed, anî ziman ku dema yekser ew bi mexdûr re hevdîtin dike, derbasbûna beşa guhdarîkirin û şêwirmendiya derûnî qonaxa yekem a danûstandina bi mexdûran re dibîne û li vir xebat li ser bihîstinê bi awayekî tam tê kirin. Her wiha li ser hewcedariyên wan û naskirina sûcdar an jî kesên ku şîdet û îstîsmarê dikin tê rawestandin, li dû wê jî senifandina dozê ger ew "tundî" yan "bazirganî" be tê kirin. 
 Pêdiviyên mexdûran ji bo piştgiriya derûnî ya qanûnî û her tiştê ku tê dîtin dibe alîkar ji bo çareserkirina qeyrana wê yan piştgirîkirina wê bi rengekî din tên peydakirin lê belê ev pêvajo bi tevahî bi nepenî û rêzgirtina nepeniya gilîker tê parastin.
"Gavên piştgiriyê "
Eman Mohamed dibêje ku gava yekem ji bo rûbirûbûna pirsgirêka tundûtûjiyê ew e ku bi sûcdar re têkilî daynin û wî agahdar bikin ku kes hene piştgiriya kesên mexdûr bûne dikin. Her wiha komek bijarte yan çareserî pêşkêşî sûcdar tên kirin ji bo muzakereyê. Sûcdar tê agahdarkirin ku heke bersiv nede muzakereyê dê serî li dadrêsiyê bide û hinek bi rastî bersiva hewldana destpêkê didin, muzakere dikin û nerazîbûna rastîn çareser dikin. Yên din jî beşdar dibin da ku nêrîna xwe pêşkêş bikin û jixwe doz hene ku bêyî hewcedariya dadweriyê bikin çareseriyên aştiyane tên peydakirin. 
Wê teqez kir ku armanca bingehîn a weqfê rizgarkirina malbatê ye, ne hevberdan e, ji ber ku bidestxistina aramî û ewlehiyê ji wan re pir girîngtir e. Rêzgirtina di navbera her du aliyên pêwendîdar de û agahdarkirina her yek ji wan ku mafên yên din heye ku divê rêz were girtin, û gihîştina cihekî hevbeş a bi hêz û bi îstîqrar ew e ku tê xwestin.
 Pispora Civakê Eman Mohamed dinirxîne ku her jin di pêvajoya darazê de pêdiviyên wê hene û di doz û daxwaza mafan de girîngiya wê tê dîtin û tevahiya biryarê li wê vedigere di hilbijartina daxwaza mafê xwe di navnîşana guhêzbar, neqf, an ên din de.
Dozên bazirganiya jinan çawa tên birêvebirin?
Eman Mohamed dibêje ku mijûlbûna bi dozên bazirganiya jinan, ji tundûtûjiyê cuda ye. Hin rewş hene ku bi sûcdaran re têkilî tên danîn. Di van dozan de ya herî girîng "îstîsmara zayendî" ye di wêne yan jî vîdyoyan de tê nîşandan ku bi sûcdar re têkilî tê dayîn û tê agahdarkirin ku ger destdirêjî neyê terikandin û îtîrafek were nivîsandin dê mijar bi pêş bikeve û bigihîje darazê. Bi rastî jî gelek dozên îstîsmara zayendî bi awayeke dostane bi ser ketin.
"Çanda axaftin û şermê"
Eman Mohamed bal dikşîne ku bi gelemperî qurbanî hîs dike ku sedema tundiya li ser wê tê kirin û ji tirsa ‘şermê’ û nêrîna civakê nikare biaxive û wiha domand: "Weqf ji bo piştgirîkirina jinan û alîkariya wan di axaftin û rizgarbûna ji çanda ‘axaftin û şermê’ dixebite. Jin ji bo veşartina sirên malê tên mezinkirin ku axaftin û derxistina tişta hundir malê wekî ‘sûc û şerm’ tê dîtin.  
 Ew dibîne ku yek ji tiştên herî girîng ên di malbatê de tê bêdengkirin, tecawiza di nava zewacê de ye û tecawizên zayendî ku jin wan red dikin û nikarin behsa wan bikin. Ji ber ku ew wek malbat bi eşkerekirina sirên malê tê sînordarkirin, an jî ew şerm nake, xwe û malbata xwe eşkere dike.
Piştî îstîsmarkirina mexdûran ewlehî û nepeniya mexdûran çawa tê parastin?
Der barê amûrên ewlehiyê yên ku weqf pêşkêşî qurbaniyan dike de Eman Mohamed dibêje ku danûstandinên navxweyî yên di navbera xebatkarên weqfa pirsgirêkên jinan an jî bi medyayê re qet nayê hiştin ku tu dane û hûrguliyên der barê kesên rizgarbûyî de nîşan bidin û dibêje: “Heta ger ji rêveberên xwe re şîret an rêbernameyek hewce bike, ez bi ne zelalî diaxivim. Ya herî girîng ew e ku forma mexdûr îmze dike sembolên wê bin û navê wê tune be. Tenê ez navê wê bizanibim.”
Her wiha ew dibîne ku binpêkirina nepeniya mexdûr sûcek e û wiha pê de çû: "Her cihê ku ew serî lê bide, di bin çavdêriya Wezareta Hevgirtina Civakî û Karûbarên Civakî de kar dike, ji ber vê yekê der barê van mijaran de axaftinên giştî nayên kirin û tiştekî ji wê kêmtir binpêkirin e. Di bûyera ku pêdivî bi pêşkêşkirina çîrokê hebe de divê desteya piştgiriyê ji wê û tevahîya wê erêkirina nivîskî bigre û mafê wê heye ku red bike bêyî ku bandorê li pêvajoya piştgiriya xwe bike.
" Di demên krîzê de doz zêde dibin"
Dibe ku şok be dema ku em piştrast bin qeyran di encamê de şîdetek mezin çêdibe û di vê atmosferê de zexta li ser jinan tenê di aliyê aborî de sînordar nîn e lê di heman demê de rastî şantaj û tundûtûjiyê tên û hemû zextan weke dîwarê parastinê yê yekem hildigirin li hemberî encamên felaket ên epîdemiyê.
Hevrêzkara projeya rûbirûbûna bi bazirganiya jinan re, Eman Mohamed vê yekê teqez dike û dide zanîn ku rêjeya hatina rojane bo saziyê di navbera 9 û 14 haletan de ye û dibe ku ev hejmar bigihîje 18 an jî 20 haletan di rojê de. Her wiha ew di wê baweriyê de ye ku pandemiya koronayê bandorek xwe ya derûnî û aborî ya mezintir heye û bi wê re rêjeya peydakirina piştgiriyê zêde dibe, ji ber ku hin jin di wê heyamê de li malê dixebitîn û karên xwe winda kirin û hin jî zêdetir rastî tundiyê hatin. Heta jinên zewicî jî giliyên wan zêde bûn.
Di wê serdemê de, li ser malpera weqfê ji bo giliyên jinan ji ber ku ji ber belavbûna nexweşiyê nikarin wan bigirin, li ser malpera weqfê xeta telefonê hatiye vekirin.
Di dawiya axaftina xwe de Eman Mohamed daxwaz ji hemû jinan dike ku mafên xwe bizane û tundiya ku li dijî wan tê kirin red bikin. Mafên wan heye ku bi rûmet û rêzdarî bijîn û tu pêwîstî bi jiyana ku maf û kerameta wan ji destên wan digre nîn e.