Jinên Kobanê bi dilxweşiyeke mezin keda xwe diparêzin

Jinên li gundwarên Rojavayê Kobanê ku îsal ji ber başbûna baranê gelek kêfxweş in, bi vê yekê berhemên xwe yên ku bi keda destan hildiberînin bi hezkirineke mezin kom dikin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Jin, jiyan û ked sê gotinên di hemû tabloyên ku di jiyanê de xwe didin der in û pênaseya rastiya heyî dike. Ev tablo herî zêde li gundewaran ku heta niha çanda jin-dayîkê xwe lê diparêze nîşan dide.

Li gundewarên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku di her warî de îsal xwe bi rengên Biharê xemilandine, ked û berhemên jinan jî Bihara welat dewlemendtir dike. Ajansa me ku berê xwe da gundewarên Rojavayê Kobanê, bi jinan re hevdîtin kir û ji nêz ve kar, xebat û keda jinan şopand.

Her bihusta axê çandiye

Emîne Şêxo ya ji gundê Gabalekê ye diyar kir ku wê her bihusta axa xwe çandiye: “Ev çend sal in baran gelek kêm tê her der hişk û zuha bûye lê îsal baran gelek baş bû heta niha jî tê. Me jî bi baranê re li derdora mala her cure gul û kulîlkan çand û xemiland. Min li ber mala xwe bostan jî çand hem reng dide hem jî em sûdê jê digrin. Ev jî dilê me gelek xweş dike me li her bihusta axê tiştekî cuda çandiye.”

Bi ked û berhemdariyê wate dide jiyana xwe

Emîne dibêje ku her jin bi xebateke cuda re mijûl dibe, wiha behsa keda jinan kir: “Bihara îsal hêviyên me jî nû kir, bûyerên ku qewimîn dilê me sar kir û kêfa me nema lê bi hatina Biharê re hestên me weke gulan bişkivîn û dilê me xweş bû. Ji ber vê jî her giha hêviyek e ji bo me. Jixwe her malbateke li gund bi xebatek re mijûl dibe, hinek jin kedîkirina lawiran, hinek çandinî û hinek jî bi daran re mijûl dibin. Ez bi xwe ji bilî mijûlbûna bi bostanan re, darên min hene ez weke zarokên xwe li wan mêze dikim. Dema me bi mijûlbûna bi xweza û lawiran re derbas dibe, rast e kedeke mezin dixwaze lê di heman demê de jî wate dide jiyana me.”

Ji kedîkirina pez berhemên cuda

Wehîde Emîn a 60 salî ku ji gundê Zekerî ye, dibêje: “Gundê me bi piranî pez xwedî dike ku ji şîr gelek berhemên cuda diafirînin. Ez bi xwe niha penêr çêdikim dema wê ye. Ji bo mala xwe û ji bo mirovên xwe jî em çêdikin. Karekî bi ked e lê mirov ji berhemên destên xwe û keda xwe bixwe gelek cuda ye. Ji ber vê ez kêfxweş dibim ku vî karî dikim.”

Wehîde Emîn got ku ji ber baranê îsal lawir têr in, wiha got: “Îsal pezê me têr e, ji ber baranê giha gelek zêde ye, ev bi xwezayî lawiran têr dike û hilberîna wan jî zêde dibe. Ji bo vê jî îsal pez jî buha ye em dibînin gelek kes ji ber vê îsal ajalan xwedî dikin.”