Nexweşên talasemî li Îdlibê çarenûsek ne diyar dijîn

Ji bo kesên ku nexweşiya xwînê bi wan re heye û divê dem bi dem biçin nexweşxaneya ku wê beşa nexweşiyê tê de heye lê ji ber ku ev beş kêm e nexweşên ku divê xwîna wan were guhertin (talasemî) zehmetiyan dikşînin.

SÛHÊYR EL-IDLIBÎ
Îdlib- Li Îdlibê nexweşên talasemî ji ber kêmbûna navendên tibî gazinan dikin, ji bilî du navendên vegehestina xwînê ku yek li Îdlibê ye ya din jî li nexweşxaneya Bab EL-Hewa ye wekî din li tu derek tune ne. Hiyam EL-Himêdî zaroka 10 salî yek ji nexweşên talasemî ye, her dem ji bo xwînê bi bavê xw re diçe nexweşxaneya Bab EL-Hewa da ku bi awayekî rêxistinî karibe xwînê werbigre, hin caran kîsên mezin ên xwînê ji nexweşxaneyê digre hin caran jî bavê xwe jê re xwînê şabaş dike.
Hiyam Himêdî ji ber ku madeya hesin zêde di laşê wê de heye, hewceyî dermankirineke domdar e. Ger ku bi awayekî rêxistinî dermanê xwe nexwe dê xwîna wê her kêm bibe heta ku bigihîje asta mirinê.
Pirsgirêkên derûnî dijîn
Bavê Hiyam Xalid Ebû EL-Welîd dibêje ku di malbatê de ne tenê Hiyam bi vê nexweşiyê ye, beriya wê birayê wê jî êşa vê nexweşiyê kişandiye heta ku wefat kiriye, ger ku keça wî zû neyê dermankirin ditirse ku qedera wê jî wekî biryayê wê be.
Li gorî lêkolîna lêkolêner Şalîgram tê xuyakirin ku ji sedî 44 nexweşên talasemî, pirsgirêkên wan ên derûnî hene. Ji sedê 67 tirsa mirinê dijîn, ji sedî 20 pirsgirêkên damayî û hestiyarî dijîn û ji sedî 49 jî pirsgirêkên reftarî dijîn, li kêleka van hemû nexweşiyan tu nexweşxaneyên ku piştgiriya derûnî bo wan pêşkêş bikin tun ne.
Nexweşiyek e genetîk e
Talasemî nexweşiyeke genetîk e ku rêjeya hemoglopîn di canê mirov de kêm bibe, hemoglopîn jî brotînek e ku dihêle hucreyên xwîna sor oksîjen bigrin.
Hejmarên tam ên nexweşên talasemî li bakurê Sûriyeyê nayên zanîn lê bijîşk Ehmed EL-Mehmûd ku pisporê nexweşiyên xwînê ye dibêje ku rêjeya wan li Îdlibê hema bêje digihîje 700 nexweşî, li gorî bijîşk ev rêjeyeke herî bilind e.
Li ser xizmetên ku navend ji nexweşên talasemî re pêşkêş dike bijîşk Ehmed EL-Mehmûd dibêje ku navend dermanên madeye hesin û yên xwînê pêşkêş dike jixwe nexweşên talasemî herî kêm mehan e hewceyî 1200 yekîneyên xwînê ne.
Her diçe rêje zêde dibe
Alaa Ismaîl 38 salî ye û bavê du zarokan e, ew jî nexweşê talasemî ye. Ji bo ku bigihîje navenda nexweşxaneya xwînê, li Îdlib gelek zehmetiyan dikşîne. Ew di kampên Atmê de dijî û hewceyî lêçûnên veguhestinê ye. Îsmaîl dibêje; “Dema zarokên min çavên xwe li dinyayê vedikin ez rewşa wan dişopînim û hewl didim ku ji wan re xwîn û mesrefên derman peyda bikim.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di raporeke xwe ya ku di sala 2015’an de weşandibû de aşkere kir ku hejmara pêketiyên nexweşiya talasemiyê gihîştiye 4,4.