Navenda Dream Hom: Cihê perwerde û pêşveçûna zarokan e

Navenda ‘Dream Home’ bi armanca pêşkêşkirina perwerdeya ji bo zarokan, nêzî salek e li ser xizmeta zarokan dixebite. Rêveberiya navendê Rûla Dawûd diyar kir ku navend ji zarokên di axaftinê de pirsgirêkên wan hene perwerdeyê dide.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di nava jiyana rojane ya Qamişloyê de, jinên ciwan bi gavên biçûk lê bi armancên mezin ber bi pêşveçûna civakê ve dimeşin. Rûla jineke ciwan a bi temenê xwe 23 salî ye navendek taybet ji bo zarokan vekiriye, li wê derê zarok ne tenê fêrî xwendin û nivîsandinê dibin, ji bo zarokên ku bi pirsgirêkên axaftinê re rûbirû ne jî alîkarî û perwerdeya taybet tê dayîn. Ev navend ji bo dayîkên ku dixebitin jî cihê aramî û ewlehiyê ye, ji ber ku ew dikarin zarokên xwe li wir bihêlin û di heman demê de karê xwe bidomînin. Bi vî awayî, navend bûye cihekî ku tê de perwerde, ewlekarî û piştgiriya zarokan tê kirin.

Rêveberiya Navenda ‘Dream Home’ Rûla Dawûd, der barê zehmetî û çalakiyên navendê de axivî.

Rûla Dawûd di destpêka axaftina xwe de behsa temenê zarokên ku navendê di nava xwe de hembêz dike kir û wiha got: “Ev navend zarokên 2 salî heta 7 salî di nava xwe de dihewîne. Her wiha, cihekî perwerde û kêfxweşiyê ye. Em zêde girîngiyê didin xwendinê û bi şêwazeke nû yê pêşkêşkirinê, bi riya lîstokan em zarokan fêrî xwendinê dikin, da ku agahî bi awayekî hêsan û zêdetir di hişê wan de bimîne.”

Em balê dikişînin ser danûstandinê

Rûla Dawûd diyar kir ku navenda wan bi zarokên ku pirsgirêka axaftinê re rûbirû dimînin re dibe alîkar û wiha domand: “Ji bo zarokên ku pirsgirêka wan a axaftinê heye, şêwazeke taybet tê meşandin û zêdetir bal tê kişandin ser danûstandinê. Em hewl didin van zarokan bi xwendinê ve girêbidin da ku ev pirsgirêk bandorê li ser psîkolojiya wan neke. Ji ber vê yekê, em tîpan bi deng dixwînin û bi vê şêwazê zarok bêhtir û bi awayekî hêsantir fêr dibin.”

Mamosteyên taybet xwedî astên bilind in di lênêrîna zarokan de

Rûla Dawûd da zanîn ku navenda wan ji bo dayîkên ku dixebitin jî dibe alîkar û ji zarokên wan re cihê ewle û aram peyda dike û wiha domand: “Sîstema karê me ji saet 8’ê sibehê, heta 12’yê nîvroyê û ji 12’yê nîvroyê heta 4’ê êvarê ye. Her wiha, sîstema saetên taybet jî heye. Yanî ger dayîk piştî saet 4’ê êvarê jî karê wan hebe, dikarin zarokên xwe li cem me bi dilekî rehet û aram bihêlin. Li vê navendê mamosteyên taybet ên xwedî astên bilind di warê lênêrîn û perwerdeya zarokan de hene û bi baldarî li zarokan dinêrin. Dayîk û bav jî kêfxweşiya xwe ji bo xizmeta em dikin, tînin ziman û piştgiriya xwe ji navendê re nîşan didin.”

‘Em li ser hemû hûrguliyan baldar in’

Rûla Dawûd bal kişand ser zehmetiyên ku di karê wan ê bi zarokan re de derdikevin û wiha got: “Berpirsiyariya zarokan karêkî pir zehmet e. Em li ser hemû hûrguliyên wan baldar in. Her tiştê ku em bizanibin zirarê bide zarokan, em ji navendê dûr dixin û nahêlin bikeve navendê. Her wiha, mamoste deqeyek jî zarokan bêserûber nahêlin û her dem li cem wan in. Navend jî bi tevahî bi kamerayan hatiye çavdêrîkirin, da ku zarok her dem di ewlehiyê de bin û bê kêmasî bên parastin.”

Hişê zarokan weke rûpeleke spî ye’

Rûla Dawûd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşeroja navendê û wiha got: “Ez ê di pêşerojê de gelek tiştên xweş û balkêş li navendê pêşkêş bikim. Her wiha, ez ê mamosteyên pispor ên zimanê Kurdî bînim, ji ber ku girîng e zarok bi zimanê dayîka xwe fêr bibin û li ser vê bingehê mezin bibin. Ji ber ku mejiyê zarokan rûpelekî spî ye, em wan li ser çi perwerde bikin, ew ê wisa fêr bibin. Pêwîst e her bav û dayîk ji temenê biçûkatiyê ve zarokên xwe li ser tiştên baş mezin bike û girîngiya xwendinê bi wan bide zanîn.”