Li Xezayê êdî goristan dibin stargeh
Li Xezayê dayîka bi navê Îman Ayad bi 8 zarokên xwe re konê xwe li goristanê daniye û di nava tirs û xofê de hewl dide jiyana xwe bidomîne.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Li aliyek tarî yê bajar, li dawiya taxek û li ba goristanek, Îman Ayad a temenê wê li dora 40 salî ye û dayîka 8 zarokan e, jiyana xwe didomîne. Piştî cara dawî ji cihê xwe bûye, ji xeynî qadeke teng ku bi dehan cenaze li goristanê hene, tu cihekî din ku xwe bispêrê nedîtiye.
Li vê derê, di nava xaka şil û goran de konê xwe daniye. Hewl daye qadek ku zarokên wê hêstên ewlehiyê hîs bikin ava bike, li vî cihê ku ji derveyî bêdengî û tirsa veşartî tu tişek tune ye.
Îman Ayad, di qadek zor ku tirsa mirinê de, li ber bêhna ava genî û bêhnên din ên ku tevlîhev bûne de, kêz û mişk lê digerin de dijî. Îşaret bi derdora xwe dike û dibêje: “Min tu caran xeyal nedikir ku ez ê bikevim rewşek ewqasî bi êş. Bi zarokên xwe re jiyana di goristanê de, razana li ber vê dîmenê û rabûn, hesta weke ku em li bende ne dor bê me bi me re çêkiriye.” Her wiha da zanîn ku şev ji bo wê dema herî zor e, ji ber ronahî nîn e goristan jê re dibe qada tirsê, dengan xeyal dike û tirs ava dibe. Bi dengek westiyayî dibêje: “Her şev ez dengên ecêb dibihîsim, wekî ku gor tevger dikin yan jî yêk bangî min dike. Tirs dev ji min bernade lê belê ji bo zarokên xwe ez neçar im bimînim.”
Sehneya jiyana rojane
Goristan êdî ne cihê definkirinê ye, bûye sehneya jiyana rojane. Îman Ayad di nava goristanê de cilên zarokên xwe dişû, xwarinê çêdike, di nava vê hilweşînê de hewl dide erka dayîktiyê bidomîne û dibêje: “ Li vê derê ez hemû karên malbatê dikim. Ez xwarinê çêdikim, cilan dişûm, paqijiyê dikim û li goristanên derdora xwe mêze dikim. Hinek caran ez hîs dikim ku mirî her tevgera me dişopînin. Sehne her çendî zor be jî ez hewl didim zarokên xwe ji vê felaketê veşêrim. Lê belê êdî ne gengaz e. Zarokên min dipirsin dibêjin çima em li vir dijîn, bersivek ku ez bidim û wan bi aram bikim nîn e.”
Îman Ayad diyar dike ku hefteya borî êşa jiyana wê gihîştiye lûtkeyê, dema ku dîtiye kûçikek ji goristanê cenazeyek derxistiye û parçe kiriye. Vê kêliya bi êş wiha vedibêje: “Cenaze li erdê bû dema ku seg parçe dikir min dît. Ez nikaribûm biqîrim jî min hîs kir ku dilê min sekiniye. Min bi destên xwe dîsa defin kir. Ne tenê ji bo yên mirî ez ji bo me hemûyan digrîm. Bûyerê bandora psîkolojîk li min û zarokên min kir. Wisa kir ku hesta baweriyê winda bibe her dem em bitirsin.”
Îman Ayad di heman demê de di kona ku lê dijî bi şertên gelek xirab ên jiyanê re têdikoşe û wiha didomîne: “Dema baran dibare, kon tije av dibe û zemîn dibe herî. Di her baranê de ez û zarokên xwe di nava avê de dimînin. Kon, me ne ji sermayê, ne jî ji baranê diparêze. Kon ji ber zêdebûna mişkan her em diqete. Hinek caran dema mişk konê dixwin em şiyar dibin, ez ditirsim ku zarokên min ziyanê bibînin lê tiştek ji destên min nayê.”
‘Rizgariya demkî’
Îman Ayad, dide zanîn ku ji ber nebûna çavkaniya debarê, lênêrîn, kar û alîkariyên bi rêkûpêk hemû barê malbatê li ser milên wê ye, ev rewş rasterast wê rûbirûyî birçîbûn û xizaniyê dihêle û dibêje: “Ji bo zarokên xwe ez hewl didim pêwistiyên bingehîn pêk bînim lê belê gelek deman ez bi ser naxim, ez xwe di şerekî bê hevseng de bi tenê têdikoşim hîs dikim.” Ev rewş ne tenê pirsgirêka wê ye, rewşa gelek jinên ku neçar mane di goristanê û cihên hatine terikandin de dijîn diteyîsîne, hemû riyên revê li pêşiya wan hatine girtin.
Îro gelek jin heman ceribandinê dijîn, li deverên ku mirov nikare li wan bimîne de berpirsyariya hemû malbatê digrin ser xwe, ji mafên herî bingehîn ên mirovan bêpar tên hiştin. Li van cihan ji ber xeterên tenduristî û psîkolojîk êş du sê qat dibin, rûbirûyî belavbûna nexweşiyan, nebûna mehremiyetê dimînin û ji bo zarokên xwe her dem di nava tirsê de ne.
Di nava goristanan de Îman Ayad a Filistînî, hewl dide xwe bi hêza mayî li piyan bigre lê belê dengê wê di qirika wê de dimîne, peyamek di nava xwe de digre. Ev ne jiyan e, ji nebûna edaletê û li beramberî wijdanê mirovî yê ku miriye tenê rizgariya demkî ye.