Jinên koçberî Kobanê bûne: Em bi qoliyek xwarin dest ji mafên xwe bernadin
Kurdên li bajarê Kobanê û koçberên ku ji ber êrîşên di demê dawî de li bajar bicih bûne, bazara li bermaberî qoliyên xwarinê bi çarenûs û xwîna zarokên xwe red dikin û daxwaza çareseriya siyasî û mafê wan bi destûra bingehîn were garantîkirin dikin.
SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Kobanê- Kurdên li Kobanê û koçberên ji ber êrîşan xwe sipastine bajar dixwazin mafê wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bên garantîkirin. Jinên koçberî Kobanê bûne diyar kirin ku hemû alîkariyên pêşkêşî wan tên kirin, gafên şeklî yên rewakirina dirêjkirina dorpêçê ye û polîtîkayên sîstematîk ên komên girêdayî Heyet Tahrir el-Şam li dijî Kurdên li bajar, balê bidin ciheke dine. Kurdên li Rojava, di mijara mafan de ti caran bazarê nakin, divê ji ber têkoşîna ku bi salan li dijî terorê dayîn meşandin, di destûra bingehîn û mekanîzmaya biryargirtinê mafên wan were garantîkirin.
Kewser Ehmed ku neçar maye ji gundewarên Kobanê koçber bibe, rola civaka navneteweyî ya ‘çarenûsa Kurdan biçûk dibîne’ rexne kir û got: “Pêwîstiya me gelê Kurd bi qoliyên xwarinê nîne. Em li ser çarenûsa gelê xwe û xwîna zarokên xwe tu bazaran nakin. Em çareseriyek bi kok ku mafê gelê Kurd garantî dike dixwazin.”
‘Gelê Kurd gelek şehîd dane’
Kewser Ehmed da zanîn ku divê Kongreya DYE, di pirsgirêka Kurdan de cidî be û got: “Gelê Kud ji bo dinyayê ji DAIŞ’ê rizgar bike bi hezaran şehîd dan. Van şehîdan li pey xwe sêwî, dayîk û malbatên xwe hiştin. Tevî van hemû fedekariyan, gelê Kurd her zivistan rû birûyî bê edaletî, bi zorê ji cihê xwebûnê tê. Ev bê edaletî encama êrîşên ku bi zorê me ji malên me derdixîne, îro jî ji şertên herî bingehîn ên jiyanê bê par hiştin, em neçar mane di dibistan, nexweşxane û firoşgehan de bijîn.”
Banga destekê
Lemya Rifaat ku ji Reqa koç kiriye wiha got: “Derdora saet duyan em ji malên xwe derketin, me tiştek negirt gel xwe. Em bi cilên li ser xwe derketin. Ev zêdeyî 10 rojane em li Kobanê ne, me cihek ê bicihbûnê ne dîtiye. Ez bang li Kurdên Rojhilat, Bakurê Kurdistan û Başûrê Kurdistan dikim ku piştgiriya ji bo berxwedana dîrokî ya Rojava bidomînin. Ez sekna civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî rexne dikim. Em bêdengiya NY li dijî êrîş dorpêç û zexta beramberî Kurdan şermezar dikin. Em bi awayek layîqî fedekariya gelê xwe em dixwazin mafên xwe bi hiqûqî garantî bikin.”
‘Êrîşên îro tên jiyîn, bi pilan, ferman û fînansmana Tirkiyeyê pêktê’
Lemya Rifaat ku bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşe, da zanîn ku ji ber êrîş û dorpêçê nikare tedawiya xwe bidomîne, da zanîn ku bi qutbûna kehrebeyê û xilasbûna mazotê re rewşa wê hê xirabtir dibe û got: “Kobanê ku dibin dorpêçê deye, di xwegihandina av, xwarin û şîrê zarokan de em pirsgirêkên cidî dijîn. Tevî vê jî Kurd li beramberî rakirina dorpêçê bi nan û alîkariay xwarinê, dev ji mafên xwe bernadin. Em dengê xwe bilind dikin û alîkariyên mirovî naxwazin, ji ber evane pirsgirêkên me çareser nakin. Em çareseriyek ji bo pirsgirêka gelê Kurd dixwazin. Em ji şer û koçberiyê bêzar bûne. Bila ev trajediya ku her sal dûbare dibe bi dawî bibe. Em jiyanek bi aram ku mafê me dixwazin. Ev êrîşên ku gelê me dike hedef, di serî de dewleta Tirk hêzên navnetewî hevpar didin meşandin. Tirkiye di çareserkirina krîza Sûriye de bi rêyên aştiyane û diyalogê de rola xirabkirina lihevkirinê lîst. Êrîşên ku îro hatin jiyîn, bi pilan, ferman û fînansmana Tirkiye pêktê.”
‘Em ji şer û koçberiyê bêzar bûne’
Fatma Bozan a ji gundewarê Kobanê, diyar kir ku li gel malbata xwe di firoşgehekê de dijî û got: “Ev cara duyeme em ji gundê xwe koç dikin. Ya destpêkê DAIŞ em ji cihên me kirine, ya duyem jî şopdarên zîhnyeta DAIŞ’ê bû. Di nava sermaya zivistanê de rewşa me gelek ne başe. Em ji şer û koçberiyên dubare dike bêzar bûne, em dixwazin bijîn.”
‘Em piştgiriya zarokên xwe yên di çeperan dene dikin’
Hazna Hemo jî wek yên din di firoşgehekê de li gel sê malbatan dijîn, da zanîn ku di êrîşên dewleta Tirkiye de li dijî herêmê de keç û kurek xwe winda kiriye û got: “Piştî me koç kir, leşkerên bi pere, ketin gundên me, deriyê mala me şikandin û hemû tiştên têde dizîn. Em jî ji mafên herî bingehîn bê par di firoşgehekê de dijîn. Tevî vê jî Tirkiye û leşkerên bi pere yên girêdayî wan û cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam bela xwe ji me venakin. Zarokên me di eniyên pêş de me di parêzin, pêşhatina van leşkerên bi pere asteng dike. Em nizanin jiyan dikin, an birîndarin. Lê belê em berxwedana wan destek dikin. Leşkerên bi pere tolê ji gel dihilgirin. Eve jî derveyî zagonên civaka navneteweyî ye û bêdengî jî tê wateya erêkirina van êrîşan.”
‘Heta em mafê xwe bi dest nexin emê çekê bernadin’
Hazna Hemo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ne aşiqê şer û çekêne, lê belê êrîşên ku tê ser me me neçarî biçekkirinê dibin. Em ne bi gotin, em mafê xwe yê bi destûra bingehîn hatî garantîkirin dixwazin. Heta em mafê xwe bi dest nexin emê çekê bernadin. Emê ji fedekariya keçên û lawên xwe gavê şûnde ne avêjin. Em dev ji mafê gelê xwe bernadin, emê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”